Tevlî ku
Sûrî di dema serokê wê yê berê Hafiz Elesed,
ne di rewşeke baş de bû, nemaze ji aliyên
hindirîn ve, lê eger mirov li rewşa Sûriyayê
ya nuha ku li bin serokatiya Beşşar Elesed
e, dinere, ku çawa ketiye rewşeke pir aloz û
tengav, li ser henû astên hindirîn û herêmî
û navnetewayî, û çawa kefteleftên dijwar
dike, da xwe ji vê rewşa kambax derîne, lê
hewldanên wê tewş û berbat diçin, mirov
dibêje: xweziya bi Sûryê ya di dema Hafiz
Elesed de. Û ya pir girîng û bi metirsî ewe
ku, pirsgirêk û aloziyên Sûrî, di rêjeyekê
de ranawestin, û her ku diçin, mezin û firej
û girantir dibin. Lewra mirov dibîne ku
ricîma Sûrî dema dixwaze xwe ji aloziyekê
xelas bike, dikeve aloziyeke dîtir. Ango,
pisrgirêk bi pirsgirêkeke din çareser dike,
û alozî bi aloziyeke din çareser dike. Û
wisa mirov dikare bêje ku: siyaseta Sûrî ya
derve têkçûye.
Ev rewş ku me da nîşandan, di gelek mijar û
rûdawên herîm de, xwe dide pêş çavan. Nimûne,
dema ku artêşa Sûrî li Lubnanê bûm, ricîma
Sûrî, Lubnanê weke welateke serbixwe ne
dipejirand, lê weke wîlayetek yan jî
parêgeheke Sûrî didît. Û maf dida xwe ku
destê xwe berde hemû karûbarên hindir û
derve yê Lubnanê, ta quaxa hilbijatinên
serokê komariyê û yê hukûmetê helbijatinên
herêmî yê parlementoyê. Û dema siysetmedarên
Lubnanê xwestin xwe û welatê xwe ji bin
bandor û deshilatiya Sûrî derînin, serok
wezîrê berî yê Lubnanê Refîq Elherîrî hate
kuştin. Û piştî kuştina Elherîrî, gelek
bûyer û sûykastên li dijî kesayetiyên siyasî,
ragihandinî û ramyarî, ku weke dijberê
deshilatiya Sûrî li Lubnanê dihatin ditîn,
hatin kirin. Û di cih de, ricîma Sûrî weke
tawanbarê yekemîn yê van bûyran hate dîtin.
Û piştre, Sûrî bi zora biryara konseya
ewlekariya navnetewayî 1559 ji Lubnanê hate
derxisitn. Û ta niha, Sûrî nema zane dê çawa
xwe ji nav gerîneka Lubnanê derîne. Helbet,
gelek alîgir û kirêgirtiyên Sûrî li wî
welatî hene, di serî de "hizbûllah" û "tevgera
emel", ku her dû rêxistin şî,îne, ji bilî
hinek rêxistin xirstiyan, ku Sûrî wan weke
çeperên pêşîn, û kevirên satrencê di Lubnanê
de, jibo berjewendiyên xwe bikrtîne. Ta
qûnaxa ku Sûrî li himberî Israylê şerke di
tîrmeha 2006, bi rêya "hizbûllha", li
darxist. Lê, nikarîbû karûbar û xebata
komîta lêpirsînê ya navnetewayî, ya di bin
serokatia dozgerê Elman Dêtlêf Mêlês, û
piştr, serokatiya dozgerê Belcîkî Sêrc
Bramêts de, ku tawana kuşrtina Elherîrî
dişopîne, asteng bike. Û kirîzên kûr, di
navabera hukûmeta Lubnanê û opozisyonê, (alîgirê
Sûrî), derxist, da zagona dadgeha navnewayê
ku jibo siza kirina tawanbarê kuştina
Elherîrî bike, asteng bike, lê nikarî bû, ji
ber ku konseya ewlekariya navnetewayî
biryara çêkirina vê dadgehê stend, û
hewldanên Sûrî, yên aseteng kirinê, vala
derxist. Dîsa Sûrî pirsgirêka rêxistina "Feth
Elislam", li wargeha "Nehr Elbaarid" ya
penaberên filistînî, li bakurê Lubnanê, ji
hukûmeta vê welatî re derxist, ku çawa
zêdetirî 4 meh, şer û pevçûn di navbera vê
rêxistna ku girêdarî hêzên ewlekarî yên Sûrî
ye, û artêşa Lubnanê dewan kir, û bi serdan
kuştî û birîndarên vê şerî çêbûn. Ev tev, ji
tirsa ku dadgeha navnetewayî, hinek berpirs
û rayedarên siyasî û leşkerî yên paybilind
yên Sûrî bixwaze û tawanbar û dadgeh bike.
Ango, tê wateya darizandina ricîma Sûrî bi
tevahî.
Ricîma Sûrî, ji guhertinên li herêmê, û bi
taybet li Iraqê, pir ditirse, û gumanên
ricîmê heye ku Emerîka dê berê xwe bide wê,
û wê di halê wê de nahêle. Ji lewra Sûrî
alîkarî û piştgiriya rêxistinên radîkal û
terorîst, ku li Iraqê, li dijî artêşa
Emerîka şerdikin, kir. Û endamên partiya
Bas, (ricîma berê ya Iraqê), li cem xwe
veşart û parast. Ev yek jî, jibo ku ji
rêvebiya Corc W Boş re bêje: ez hîna xurtim,
û hêza min ya parastinê heye, û da aramî li
Iraqê çêbibe, divê Emerîka bi min re bide û
bistîne. Lê tvlî vê yekê, û tevlî pêşniyazên
rapora "Pêker _ Hamêltun", ku dixwest têkilî
bi Sûrî û Iranê, jibo mijara Iraqê, çêbibin,
rêvebirya Emerîka, guh neda kiriyar û
hewldanên ricîma Sûrî. nemazê, pitştî ku
Sûrî asta têkiliyên xwe yê straticîk û
leşkerî bi ricîma Iranê re bilind kir.
Jibilî ku Emerîka, Sûrî bi alkariya
terorîzmê li Iraq û Lubnan û Filistînê,
tawanbar dike.
her ku diçe, kirîz û aloziyên ricîma Sûrî bi
cîhana Ereb re kûr û dijwartir dibin. Bi
taybet, Misir, Sûdiye erebistan, Urdun.
Cîhana ereb, ji têkiyên stratîjîk yên ricîma
Sûrî bi ricîma Iranê bi guman û tirse. Û ji
destbardana Sûrî ji karbarên Lubnan,
Filistîn û Iraqê neraziye. Ji ber dibînin ku
îdî Sûrî li gorî berjeweniyên Iranê
tevdigere, û ne li gel berjewendiyên cîhana
ereb e. Ji lewra, Sûdiye erebistan, di vê
dema dawî de, siyaset û helwestên di vî warî
de , bi tundî rexne kir, têkilî navbera Sûrî
û Sûdiye erebistan gelek xerabûn. Amgo,
embargo ya navnetwayê li ser Sûrî her ku
dişe dijwartir dibe.
Hin şiroveyên siyasî hene, dibînin ku hedrû
navedên cîhana ereb, Sûdiye erebistan û
Misir, îdî derstê xwe ji ricîma Sûrî şiştin
e, û ti hêviyên wan ku ricîma Sûrî siyasta
xwe derbarê welatên cînar bighwere, û
têkiliyên xwe bi Iranê re kêmtir bike,
nemane. Bi şêweke bizî, ne dijî pîlanên
guhertina ricîma Sûrî ne, eger pîlaneke wisa
hebe. Lê, ezmûneya guhertina eicîma Iraqê ya
berê dubare nebe. Ango, çawa Emerîka,
welatên ereb ji guhertina ricîma Iraqê
dûrxist, ji ya guhertina ricîma Sûrî dûr
nexe, û rola wan di vê pîlanê de hebe. Ango,
herdû navendên cîhana ereb û Emerîka li ser
guhertina ricîma Sûrî îdî lihevkirine, lê
tan nuha, li enternatîfê vê ricîmê digerin.
Li ser asta hindirîn, û bi taybet, di werê
mafên mirovan û pirsgirêka kurd de, her ku
diçe, rewş xerabtir dibe. Û tvlî ku
serokkomaera Sûrî Beşşar Elesed, sozên xwe
derbarê dana nasname Sûrî jibo kurdên bê
nasname li vê welatî, dubar kir, lê ta buha,
tu gavên ber bi çav, di vî wearî de nehatine
avêtin. Tersî vê yeke, anîna zêdetir 150
malbatên ereb li navçe ya Şeddadê ya ereban,
ji aliyê ricîma Sûrî, û niştekirina wan di
navçeya Dêrikê, di Kurdistana Sûrî de,
ketiye rojeva kurdên Sûrî. Partî û
rêxistinên mafên mirovan yên kurdan li Sûrî,
li vê kiryarê dinerin weke vejandina
pirojeya kembera erebî, ya nijadperest, ku
ricîma Sûrî, bi aramanca çêkirna guhertinên
demografî li herêmên kurdan, di navbera
salên 1975 heya 1985 pêkanî. Bi nerîna min,
armanc û metirsiyên vê kiryarê ji wisa
mezintirin. Ricîma Sûrî bi anîna 150
malbatên ereb, yan 1500 malbat, herêmên
kurdan, dê nikarbe guhertineke demografîk di
herêmê de çêbike. Ew jî vê yekê baş dizane.
Lê mebest ji vê kiryarê, sîstema qurucîtî li
Kurdistan Sûrî pêkbîne, çawa ku ricîma Turk
li Kudistana bakur pêknaiye.
Yek ji mebestên ricîmê ji çêkirina
pravakasyona 12 adarê li bajarê Qamişlo, ku
bû sedema serhildana kurdên Sûrî, wê çaxê,
anîna artêşa xwe herêmên kurdan. Û weke tê
zanîn, niha tugaya 4 an, ji atêşa Sûrî, û di
gel çekên giran û tang û topên dûravêj, îro
li herêma Cizîrê ye. Û her kes dizane, ku ji
roja Sûrî ava bûye, ti carî artêşa wê
nehatiya vê herêmê, û nuha li vire. Û hemû
endamên hêzên ewlekariyê û polîs nebesin,
pêwistiya togaya 4 an bi hin kirêgirtî û
qorocî heye. Dêmek, piştî serhildana 12 ê
adarê sala 2004 ê, îdî ricîma Sûrî ji
herêmên kurdan ditirse, û guman dike ku eger
hêzên derva tiştek li himberî ricîmê bikin,
herêma yekemîn ku serîhilde, dê ya kurdan
be. Ango, ti nîşanên ku dê ricîma Sûrî,
pirsgirêka kurd bi şêwazeke aştiyane
çaerserbike, di asoyan de xwiya nakin.
Berovajiyê vê yekê, xweiya dike ku ricîm
amadekariyên şer dike. Û tiştê vê nerînê
dide pêş, gefên serokê Sûrî ku di axaftina
sûndê, li pêşiya parlmantoyê, di tîrmeha
2007 de, li kurdên Sûrî xar, û got: " eger
piştî em mafê nasnamê bidin we, û win tiştên
din ji me bixwazin, em ê vê yekê weke lîska
bi ewlekariya welêt bibînin". Û cihê
mixabiniyêye ku partî û siyastmedar û
rewşenbîrên kurdên Sûrî vê yekê nabînin, yan
naxwazin bibînin...!.
Li gorî tiştên me di jor de got, ricîma Sûrî
di qunaxeke çarenûsî û nazik de derbasdibe.
Û şensê hemê ihtîmalan heye ku pêkbên. Û
jibo xwe ambargoya herênî û navnetewayî
derîne, û xwe ji dadgeha navnetewayî ya jibo
kuştina Elherîrî dê lidarkeve, xwe dûrbike,
tenê li pêşiya ricîma Sûrî maye ku welat
têxe nava şereke bi Israylê re, da netewên
yekbûyî û hemî welatên cîhanê û yên ereb yên
girîng, têkevîn nava hewldanan bi ricîma
Sûrî re, da şer saweste. Bi vê yekê, Sûrî
xwe ji embargoyê derxe. Û eger ev pêk were,
dê Sûrî têkeve nava tevilheviyeke mezin. İja,
pirs ev ku: Kurdên Sûrî, ta çi radeyê, ji
van ihtîman re xwe amade kirne?. Ev e ku
cihê guman û metirsî û lêgerîn û lêpisînê.