Ji Konê Reş re.
Di van salên dawîn de, gelek nivîskarên me
hewil didin ku li ser hûnandina helbesta
kurdî, yan jî şêweyên din ji wêjenivîsa bi
zimanê kurdî gotarên rexneyî binivîsin. Ji
wan gotaran, serkeftî û sûdewer hene û ji
wana jî hene ku wêjeya kurdî ya nûjen binpê
dikin. Ev nerînên wisa bêsûde û
neberpirsiyar di baweriya min de nakevin
berjewendiya avakirina stûnên ziman û
wêjenivîseke bikêrhatî biparêzin.
Dema ku tu rahêje pênûsa xwe û bi mebesta
rexneyê berê xwe bide zimanê wêje û
edebiyata nivîskî, divê tu hinekî li xwe
vegere û zanista ku tu pê mijûl bûye binase.
Ka bi rastî tu dikarî tiştekî li wêje û
pêvajoyê zêde bikî û birîn û êşên wê derman
bikî? Yan bi nizanî û lawaziya xwe ya di
warê zanistî de tiştên ku heye jî birîndar
bike? Bi rastî, bûye wek adet, ku her ji
çend rojan carekê ku em wêneyên xwe li ser
malperan nebînin, bi tunebûna xwe hestyar
dibin û tirs û guman dikeve dilê me. Ji bo
vê sedemê em radibin û hema çend xêzan
dinivîsin û xwe pê navdar dikin. Ew nivîs çi
dibêjin, di bin çi navî de bin, çi helwestê
di nava xwe de hildigre, wek diyare ne xem
e.
Wek nemûne, min nivîsa Konê Reş ya ku di
govara Nûbûnê de hijmara 85an sebata 2007an
de xwend, nivîsandina van çend xêzan hat
bîra min. Dema ku ez rola helbesta kurdî
lawaz û bêhêz bibînim, divê ez sedemên
hundirîn û yên derve jî ji xwendevanan re
destnîşan bikim. Di wê demê de, ez jî û
xwendevan jî dê bizanibin ku ez dilêşê wêje
û zimanê kurdî me, ne ku ez li dûr bisekinim
û bibêjim piştî Cegerxwîn û O. Sebrî
helbestvan nemane ji bilî Mesûd Xelef ew jî
bi nîvgumanî destnîşan bikim. Li vir ez
nizanim ew xwe li kûderê dibîne, piştî Osman
Sebrî yan berê wî? Ez di wê baweriyê de me,
ku Kon ne mirovekî wisa şareza ye ku ev
nivîskar û helbestvanên me yên hene derbas
kirine, digel ku ne mirovekî ku bi lêkolîn û
felsefeya avakirina helbestê û tîmên
bingehîn yên toreyê têgihiştî ye, lewra
destavêtina wî ji bo van mijarên wisa giran
, birînkirina erkên wêjeyî bi serê xwe ye.
http://www.eduhok.net/nubun/85/9.pdf
Di baweriya min de nivîsandina van helwestên
bê naverok yek ji du tiştan derdixe pêş me;
yek netêgihiştina erkên wêjeyî û pêvajoya
serdemî ye, dido çavnebariya ku hijmarek ji
helbestvanên îro kedê didin li derûdora xwe
dibînin û ez dikarim bi dehan jî, navên ku
bi rastî îro rêzê ji qelemên xwe re digrin
rêz bikim, hem di warê helbesta nûjen de û
hem di warê şêweyên dîtir ji nivîsandina bi
zimanê kurdî.
Gelek nerîn û nivîs di vê dema dawîn de
derketine pêş me, yek ji wan axaftina
helbestvanê erebnivîs yê ku di televiziyona
Roj tv de, ku ew jî wek Kon helbestvanên
kurd bê rol û lawaz dinirxîne. Li alîyekî
din jî lêkolîner Brahîm Mahmûd ku bi dehan
helbestên helbestvanên kurdên rojava rexne
dike û hebûna wan piştrast dike. Min li ser
van herdu nemûneyan jî nivîsandiye û divabû
ku gelek gengeşî li ser nerînên wisan ji
aliyên nivîskaran derketibûna pêş.
Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku di warê
helbesta hevçerx û nûjen de, gelek qelemên
ku ji wan helbestvanên ku Kon wan destnîşan
kiriye bilindtir dinivîsin, ev tenê li
Başûrê Rojava, ji bilî ku bi zaravayên din
jî wek nemûne mirov dikare destnîşan bike.
Ev yek jî di pêşveçûna qonaxên demê de,
tiştekî gelekî normal e. Ne ku ez dixwazim
ji keda kilasîkên me kêm bikim. Lê vajî wê,
Wek em li kilasîkên xwe xwedî derkevin, ne
kêmî wê divê em li ked û hêza nifşên xwe yê
nû jî mikur bên. Lê ev nerînên ku dibêjin
piştî Osman û Cegerxwîn û yên berî wan
nivîskar û helbestvan nemane, ez wê nerînê
napejirînim.
Di wê dema dijwar û bi sînor ku helbestvanên
me li ser tiliyan dihatin hijmartin, di dema
wan de jî hebûn ku wan bêrol bikin û wisa
wan lawaz didîtin lê piştî ku dem di ser wan
re derbas bû pîroz bûn. Bê guman ev nifşên
ku niha Kon wan wek helbestvanên nûjen
nabîne wê di dema pêşiya me de bibin
mirovine pîroz û samanên civaka piştî xwe.
Bi taybet jî di vê dema globalizmê de ku
gelek derî û delîveyên mezin ji me re
alîkarin. Çima wê bi erkên xwe yên dîrokî
ranebin?
Lê gotina ku em bibêjin herkesên ku niha
navên wan di meydana nivîsê de peyda dibin
wê serkeftî bin. Ew jî ne rast e, di
baweriya min de, ev tiştekî xwezayî ye û li
cem piraniya gelan peyda dibin.
4. 10. 2007 .
arsevoskan@hotmail.com