Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

07 August 2007 16:16

 


Xelat Ehmed

 

 

Berûpaş

Xelat Ehmed

Nûredîn Zaza li ser destanên kurdî di sala 1973 de dibêje:
weznên beytan ne pir li hev in, lê di gel vê yekê şehrezayeke folklurî ye. Heçî qafiyên çîrokên gelemperî bi xwe ne, ne zengîn û xurt û klasîkî ne,( guh nade rêzên erebî û farisî). Bi piranî, malik bi xwe ne mewzûn in. Beytên pir dirêj û beytên pir kurt hene. Di hemî stranên şer û çîrokên mewzûn ên kurd de isûl ev e. ev tişt li gora bihna dengbêj tête saz kirin. Li gora rêzê şi`rê yên kevin ev awayê ha bê qimet têt jimartin. Lê li gora edebiyata îro, li gora şi`rên serbest
(الشعر الحر ) bi erebî, ( le vers libre) bi ferensî, dibin eserên pir hêja. Eger şaìr û edîbên me isûlên erebî û farisî berdin û di folklora xwe de li çêre ya xwe bigerin û îlhama xwe jê bistînin, ne bi tenê ewê tiştên bijarte bînên meydanê, lê ji cihanê re serweta xwe ya milî ya mezin bidin zanîn û wan heyran bihêlin.

Cegerxwîn li ser stiran û helbesta serbest di sala 1982 de dibêje:
bê kêşan lê tenê bi dawiye. Herwekû hin peyvên wê dirêj, hin jî pir kin. Ji lewra gelek caran dengbêj van kurtebeytan neçare hê hê yan lo lo û lê lê bi ser ve ji cem xwe datîne. Lê divê mirov jibîr nekî ko di van stranan de hin gotin û daxwazîyên bilind û peyvên cuwan û giranbuha têne dîtin û gotin ko ristevan jî nikarin di nav ristên xwe de wilo bêjin.
Ji lewra hin xortên nûhatî dixwazin riste jî weke stranê serbest bikin û guh nedin kêş û dawîyê. Di awira min de ev jî ji ber çend tiştane:
1- ev e bi xwe ne ristevan in, nikarin ristên bi kêşan û dawî çêbikin.
2- Yek ev e ko baş bi zimanê kurdî nizanin.
3- Û yek ev e ko kurdî baş nexwendine.
4- Û yek ev e ko gelek dilbojokê ristevanî ye, lê nikare ristê baş çêke.

Ziman efrîdeyeke jîndar e, mezin dibe û şax dide, belkî jî lawaz bibe û bimire heger heyameke alîkar ji şînbûn û gihandinê re peyda nebe.
peyvin dimirin, peyvin xudêdidin, hinek din wateyên nuh ji xwe re peyda dikin.
Helbestvan dikare bibe merceke guhertinên bingehîn di ferhenga peyvên ko tên bikaranîn di çand û wêjeya hemdemiya xwe de.
Peyvek bi xwe nuh yan kevin nîne, peyvek baş û yek xirab nîne, şêweyê pêkanîna peyvê giranbuhabûna wê dide û baskên helbestê û perên ziman fireh dide jîndarî û azadiyê.

peyv wek her tiştî tên afirandin, wext ser wan re derbas dibe, di dubarekirinê de hişk dibin û wateyên xwe tevan winda dikin û di yek wateyê de zuha dimînin, ji çêja xwe dikevin. Bi vî şêweyî hestên helbestvan ji kar dikevin û azadiya wê /wî ji çeng dibe û sawîr, hizrevanî, ramiyarî di wateyên teng de vedimirin.

Sibeha we jiyan

* gotinên birêzan Nur Eldin Zaza û Cegerxwîn, bê guhertin min ji pirtukên wan girtine. Hesan mirov dikare guhertina ziman di aliyê giramatik û pêkanîna peyvan /nexasim yên erebî/ de bibîne.






 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1