Helbestên:Luqman Dêrikî
Wergerandina:Xelat Ehmed
Di ber malê re derbas nebe
Û herger tu derbas bûyî
Ne zîvire
Çimkî tu nizanî
Ku di malê de
Kesek bêriya te dike.
Li derî nede
Û heger çavê te bi min ket
Min himbêz neke
Çimkî tu nizanî
Ku di wî laşî de
Kesek bêriya te dike.
Min bikuje
Û bi devê xwe fîta bide
mîna ku te ne kiriye
Li min nepirse
Û wêneyê min di çavên xwe de biçirîne
Di kolanan de, an jî di meyxanan de
li min negere
Û bi gotinên xelkê neke
Bi tena xwe min nas bike
Û bi tenê min bikuje
Da canê min di kelaxê min de
di bêrîkirna te de bimîne.
Tev de di bin êwr de
Ma emê bi hev re bin ?
Di payîzê de
Li ser pelên zer
Di bin piyên me de dinalin
Ma wê ba porên me li hev bigerîne
Ma tuyê biqefilî
Û ezê qapûtê xwe bigrim te
Payîz hat
Pelên zer di bin piyên min de dinalin
Û peline din jî dinalin û pirsa te ji min dikin
Ma emê tev de bin
Di bin ewrê reş de
Barana zivistanê dibare
Kolan, û xelkên rêwingî şil dike
Û ez bê te
Di bin barana zivistanê de şil nabim
Heger ez bihelkehelkê hatim
Destên xwe veneke ji hembêzkirna min re
Û heger te ez himbêz kirim
Nehêle serê min bikeve ser sînga te
Xweşiya ji hezkirina te ya derengmayî bide min
Xweşiya tiliyan ku di nav diranan de dêşin
Ez xwe bi şanoya xwe paye nakim
Lê bi kenê te
Ne bi helbestên xwe
Lê bi hêstirên te
Pey te re
Rok pêt bû
Lê sibeh ne rûgeş bû
Ez bêriya şaşiyan dikim
Da tu bi min de bixeyidî
Ez ji bo te Bêrîkirin im
Û zûrzûra xemgîn
Ez gurê kal im
Di mala xwe ya ji hestiyan vale de
li vir jiya
di vî parçeyî de, ku bi laşê wî tê binavkirin
Çima we kelax nesotand
Çi sûdeya vê gorê heye
Heger hêstirên te yên gerim
Bi ser de nebarin
Ez geriyam, min tu nedîtî
Di wan rêyan de bi xwe re tu derbas bûyî
Û şopa gavên min di bin piyên te de diêşiya.