HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Zemînekî Din

 rojava.net 07.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

JANA SEYDA

 

Li ber deriyên xewnekê

 ji kûraniya têkçûnê

têkçûyî li ber destên te yên ji baranê

radiwestim

 

li çehreyên xwe digerim

di kolanên bûkaniya te ya birîndar de

çavên xwe daliqandî

li ezmanê tê yê xwelîreng dibînim

 

serxweş in hêsrên te

serxweş in tiliyên te yên ji beybûnê

serxweş in rêyên te yên ji sarîn û sosinan

 

rûyê min diherike goristanan

tazî

weke zarokekeî tenha

li ber sermaya qedereke pîç

 

ne ji zûde..

 

şanzdeh sal in

li deriyên çavên te yên bêsînor didim

 

şanzdeh sal in

xwelî li ser perîşaniya me dibare

destên xwe yên ji bendewariyê noqbûyî

bi alî perestgeha te bilind dikim

û ayeta nalîna te dixwînim

 

darên te yeko yeko dixwînim

çiyayên te  ser bi ser dixwînim

û dengê te heta têrbûnê vedixwum

 

gulek di mêrgê de çilmisîbû

yan guleyek dilovan?

Bazek di dil de difiriya

yan razek bê binî?

 

Şanzdeh sal in

Pêjnên te li ser axa dilê min

Zengilekî li derveyî rojên cejnan de lêdide

 

Pênc hezar xewn

Pênc hezar darbest

 

Û pênc hezar pêtên vemirî

 

Dayê bîna sêvan tê

De lorî kurê min

Dê firişte te hilgirin

Û ba te di çavên Xwedê de

Biçîne

 

Şanzdeh sal in

Weke xatirxwestinê xemgînî

 

Di lêvên te yên xeniqî de

Bêrîkirin şiyar dibe

 

Di nav mijangên te yên bi deman tozgirtî

Neynik şiyar dibin

Perî şiyar dibin

Û şehlewendiya mirinê

Şiyar dibe

 

Pênc hezar xewn

 deh hezar çav

Û goristanên vêketî

 

Şanzdeh sal in

li ber axîna te

Wek rastiyeke derengmayî vedimrim

 

Li ber mewîjên lêvên qîzên te

Û du pêyên te yên ji girî

Û wêranan

Wek gumanekê hildiweşim

 

Şanzdeh sal in

Kevokên rûreş di ezmanê şewata te de

Li ser birînan difirin

 

“Em ê di bin alên nenas de

Di buharan de bimrin”

  

Buharên bî

Di asoyên porê te de

Şîna gelawêjan

Li xwe dikin

 

Şanzdeh sal in

Li ser zeviyê maça te

Simbilek nûbişkivî me

Di adaran de

Balgeha xwe ji rondikan

Dadiweşînim

Ji xewnên aware

 

Û navê te

Li ser çûkên baranê

Dinivîsînim

 

Dayê bîna sêvan tê

De razê keça min

Dê zavayê te

Li ser gulhinaran were

Li ser nêrgiz û nesrînan

Di adaran de

Dê li ser baskên seferê

Were..

 

De razê lawê min

Dê bûka te

Pêxwas

Ji birîna sipîdê derê

Bê ku li deriya bide

Di nîvrojên hênik de

Memikên xwe ên ji dûkelê

ji tariya kirasan biqetîne

Û bi ser kenê te yê sipî de

Daweşîne

 

Şanzdeh sal in

Li tengerêyên te

Li kenar û çolên te

Li gulfiroşekî digerim

 

Gulekê ji rêwiyên te re

Ji penaber û cellad û dagîrkerên te re

Ji zimanê te yê

Weke xaka dilê min zuha re

Û keziyeke reviyayî ji ser dêmên êşa te re

 

Gulekê ji gorên te re

Ên weke ahîna te

Û bejna hêsra te

 

Şanzdeh sal in

Li ser bedena te

Ji bilî goristanan nabînim

Jinên bi reşiyê xemilandî

Kalemêrên temenê xwe

Li çayxaneyan derman dikin

Bi  bişrînekê

Bi  pêtek girî

Li kilîse û mizgeftên te 

Û kuştarên bêsînor

 di awirvedana te de

  

Şanzdeh sal in

Gulek di mêrgê de çilmisî bû

an guleyek dilovan?

Bazek di dil de difiriya

An razek bêbinî?

 

26/10/003

helebçe

 

 

 

  

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE