Seyid
Feysel Muxtevî
Roja pênûsê li
me û hemî gelan pîroz be.pênûsa ku dergehê zilm û tarîtiyê girêda û
bera nûrê da nav gelên bin dest û belengaz.kila edlayîyê li çavê
sitemkara kişand û kulûlkê azadîyê li deşta sare zilmê de çand,
zistana sar û tezîye bêdengîyê,li bilbilê gulistanê kire biharekî
xweş û rengîn.
Qelem tu ji kîderê hatî bi fermana kê ra hatî?
Bi tekmîla ziman hatî? Bu kêm kirna xama hatî?
Bi her destûr û fermanek ku tu hatî bi xêir hatî
Bi ser
çav û dilê nesla beşer hatî ti xêir hatî
Bi rêkek
dûr di gel Rojê li bu berqa
dila hatî
Serendîbê xelat bûy tu di gel bûk û zuva hatî
Bi mêwanxaneya işqê tu peyk û ermexan hatî
Bi
çeng û naxon û kuçkan tu peykana
beyan
hatî
Piçûkê Adem û Hevva bu dermanê evîna xwe
Bu runahiyê bi kilçî û kilê sobhane te hevce
Tu dayim hemreh
û hemzadê texyîr û tehevvol
bûy
Tu geh ber bûy û geh dişnek
li fûlad û li asin bûy
Heta ku tu miraz
û metleba dil da bi kevrê req
Biselmînî
û jînavî di dîrokê bikî berheq
Li nav kevrê nivîsî da li naw xiştê
sufalîda
Li pexla bajêr û gunda li naw xar
û muxaranda
Nigehbanek vefadar
û xedûmek
bê temenna
bû
Nivîsîn ah û derdê gel li naw serma û bahozan
Bi pêşrefta olûm û seneta hazir qelem ker
bû
Li beyna sirvet
û feqrê bi çavê zolmetê der bû
Qelem girtin
şikandin kirne hebsê da ku Roj reş bit
Bibîte yek şevek tarî ku qanûn naw de vinda bit
Qelem rabe bi herbê
ra bixona xwe miyesser ke
Dewama jîn û ayîna li pêxasan moheyya ke
Xeva
şîrîn li ser zalim mokedder ke mokedder ke
Li qesran bîneder bîne bi tolek xweş vî aza ke
Ku binvîse ji mezlûma Seyid berga teberrayê
Bike mizgîn gulîstanê qelem derket li zindanê
Seyid Feysel Moctevî
Senendec 2005-07-02
Helbest : Mesnevî
Vezn : Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin Mefaîlin
Behr : Hezec Mosemen Salim
_________________________________________________________________