Hoşeng
Osê
Qawaneke ji nav pencên zivistanê
û li nav dojeha berfeke har...
di guhê latekî de kire pistepist:
Buhar dereng ma !?
Ew ê kengî bê, û min rizgar bike.?!
Lat, lerizî
derizî
herifî.
Sosinek li qeraxa hêviyeke kevnar
rûnişt
û bi xwe re axift:
Ew ê bê...?
ew ê neyê...!
Bê...?
neyê...!
neyê.
Sura bayeke westiyayî silav da wê
pelên wê yên weşandî belawela kirin.
Benefşek, raza dilê xwe rijand Ferat.
ji wî pirs kir:
ev sê hezar sal in, ez li benda wî
me...?!
çiyak çû...?
çiyak hat...!
Ezmanek çû...?
ezmanek hat...!
Neteweyek çû...?
neteweyek hat...!
Welatek çû û nehat...!!?
û ew, hîna nehatiye, ku here.
Ez li benda kê me…?!
Ferat şewitî
miçiqî.
Nisrîneke koçerî, dûrî xwe ket…
Bi pey leylanê ket.
Bi agir re govend girt.
Dema xwest vegere xwe…
xwe nedît.
Mêbûn
reng
bihn
û navê xwe wenda kirin