H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


DEWLETA EL-MIXABERAT DEST PÊ KIRIYE GORA XWE DIKOLE
 

 rojava.net 07.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



FÛAD SÎPAN (AKPINAR)



Almanya, 06.06.2005

Ji ber guhertinên li Rojhilata Navîn tirs û xof ketiye dilê dewleta Sûriyê, loma rêjima faşîst ji tirsa hebûna pêşeroja xwe nizane çi bike.

Dewleta Sûrî, ya ku bi siyaseta El-Mixabaratê têye îdare kirin, ji vir demek berê bi qetilkirina Serokwezîrê Libnanê yê berê Refîq el-Herîrî li Beyrutê û van rojan jî bi korsanî revandin û qetilkirina Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî roj bi roj gora xwe dikole.

Dewleta faşît êdî ti sînoran nasnake, ji çalakiyên Kurdan yên demokratîk re jî rêzê nake, bi guleyan û talankirina mal û milkên Kurdan bi destê Erebên kevneperest bersiv dide.

Rêjimên faşîst ên di dîrokê de hatine û çûne, hemû di wê baweriyê de ne, ku ewê her dem bi dîktatorî li ser text bimînin. Lê cîhan êdî ji dewletên faşît re teng bûye.

Dewleta El-Mixaberat bi qetilkirina Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî xwest, mesaja tehdîdê bide Kurdan, ku ew dest ji daxwazên xwe berdin. Lê bi baweriya min dewleta Sûrî palte li lingê xwe xist. Ti kes êdî nikare pêşiya vê pêvajoya nû bigire; hilweşandina rejimê dest pêkiriye û êdî rojan dijimêre.

Rejima El-Mixaberatê dê ji holê rabe, lê gelo siyaseta partî û rêxistinên Kurd li Başûr-Rojava ji bo desthilatiyê amade ye?

Bi bîr û baweriya min, divêt partî û rêxistinên Başûr-Rojavayê Kurdistanê ji van bûyerên dawîn dersan derxînin.

1- Pêwendiyên xwe sedî sed bi rêjîma Sûriyê ya faşîst re qut bikin.
2- Bi gotinên partî û rêxistinên perçên Kurdistanê yên din tevnegerin.
3- Bi yekîtiyeke xurt siyaset û stratejiyeke nû ji bo Başûr-Rojava amade bikin.

Bi rastî nayê fêhmkirin, ku Kurdên Başûr-Rojava bi çi mantiqî bi dewleta El-Mixebarat re dan û standinan çê dikin. Dewleta Sûriyê jî wek dewleta Tirk û Faris dijminê Kurdan e. Pêwendiyên bê bingeh û vala ji bilî zerarê ji tevgera Kurd re nîne. Loma divêt siyaseta Kurdên Sûriyê bi taybetê di pirsa pêwendiya rejimê de zelal bibe.

Hin partiyên Kurd li Başûr-Rojava bi salan e dîrekt, an jî îndîrekt bi siyasta PDK, YNK û PKKê ve girêdayî ne. Ev jî astengiyeke pir mezin e, ku partiyên Başûr-Rojava siyaseteke serbixwe derînin holê. Bê guman, ev nayê wê wateyê, ku partî û rêxistinên Kurdan şîretan nedin hevdu û alîkariya hevdu nekin. Nexêr, divêt her partî û rêxistin li gorî rewşa perçê ku ew têde ne serbixwe bin, ku bikaribin li gor rewşa xwe siyasetê bikin. Wekî din ne fêyde ye ji bo tevgera wî perçî, ku partiyên perçên din xwe wek serekên partiyên perçeyekî din bihesibînin.

Ya sitar! Niha ev çi mantiq e, ku di çalakiyên ji bo qetilkirina Şêx Mihemed Meeşuq el-Xeznewî de li Qamişlo û derên din silogan ji bo Abdullah Öcalan tên avêtin. Ev mantiq mantiqekî pûç nîne çi ye?

Eger partî û rêxistinên Başûr-Rojava dixwezin di vê pêvajoya nû de li Rojhilata Navîn ser bikevin, divêt berî her tiştî yekîtiyeke xurt ji nav xwe derînin û stratejiyeke nû ji bo xwe amade bikin, da ku Amerîka û Ewropa pê baweriya xwe bînin. Tenê bi çalakiyan, niyet, daxwaz û gotinan nabe, ku mirov bêje: De Amerîka û Ewropa werin alîkariya me bikin, rejimê hilbiweşînîn. Pirsa herî girîng ew e, ku partiyên Kurd di pê hilweşandina rêjîma Sûriyê ya faşît re ji desthilatiyê re amade ne, an na?. Ji bo desthilatiyê çi haziriyên wan hene?

Eger partiyên Kurd bizanibin û bikaribin van bûyeran baş analîz bikin, rêjîma Sûriyê li ber mirinê ye. Lê heta Amerîka bawer neke, ku Kurd li Sûriyê bi quwet in, ti tişt nayê guhertin.

Ez di wê baweriyê de me, ku hêza Kurdên Başûr-Rojava ne hêzeke biçûk e, lê li ser hev nînin. Ger mirov qiyasekê di warê rewşenbîriyê de li ser Bakur û Başûr-Rojava bike, rewşenbîrên Başûr-Rojava ji rewşenbîrên Bakur pir pêşdetir in. Divêt ew berî her tiştî ji xwe bawer bin.

Û Başûr-Rojava dikare bi mixalefeta Libnanê re jî îtifaqan çê bike û ji mixalefeta ku dê di demên pêş de li Liblanê bibe desthilatdar îstîfade bike.

 

 


 

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE