|
Li wir
Li wir,
berî henasên gemiyan,
bi çend çixareyan,
destên me çûn hev.
Li wir,
piştî kuxîna gemiyan,
bi çend mûman,
bi çend destên ji kêf û henekan
û bi çend şûşeyên vik û vala,
em diketin qefdek şev,
û dirêj diaxifîn,
dirêj radizan,
dirêj dibûn dost û yar,
û tiliyên me,
dirêj di destên hev de,
mîna xewneke dirêj,
hişîn dihatin.
Li vir
Li vir,
ku bajar,
li ser destên me,
xerîb,
dimirin;
li vir,
ku şev, stiran, qefdên gulan, mey û mûm,
xerîb,
li ber serê goristanan, radizin;
û li vir,
ku em,
xerîb,
bêriya mirina „wir“, dikin..
……
Şev
Şev,
ku dadiket livînên me,
yên biçûk,
mîna malên pinpinîkan,
çavên me li pey,
stêrkan,
ku babzekê ji şevê bar dikirin,
diketin.
Koç
Min,
wê şeva,
ku kûûûr, diçû koçkirinê,
kesera xwe
di gavên te de,
vedişart,
û heyva çardehşevî
a li ber stiran,
bestin
kamilbûn
û gihiştinê,
mîna janeke
esih,
ji paşila te
diweşiya.
|