Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn
Ew çima bextê me hoye em bê dost û bê kesin.
Tu bi kêliyên çiyan re dihatî
Nobedara evîna Zîlan û Tara bûy
Laleya didestê Zemanî de bûy
Ger tu sibihekî zû şiyar bûy,
Berî ku pezkovî berê xwe bidin lotkeyên
Şekîf
Here û li berava kaniyên Xinêre guhdariya
çend stiranên Mihmed Şêxo bike….bi van
gotina xwest jêre namekî binvîse piştî ku
wêneya wê dît û di destên wê de guleke
çilmisî şiyar bû…
Min di xwest wê şevê, barên xwe hilgirim û
berê xe bidime şonwarên kenê te, lewma
bagerên vê kêliyê ez xeniqandim , wext hatbû
ku êdî bizîvirim li dilê te, lê min nizanî
te dilê xwe bi kîjan stêrê re şiyandiye ji
bo min, ne jî min dizanî ez kîjan stêrkê
hilbijêrim daku di binê wê de çend axaftinên
nû ji bo te bibêjim, lê tişt nabe, di şevekî
din de, ezê gulekî li nêzîk mala we deynim,
heger tu bi hatina berbangê re şiyar bûy,
ezê wî wextî li mêvandariya mirinê bim, ji
mirinê baştir min çî cih ne dît ku ez lê
azad bim, ji mirinê azadtir çi cih jî nînin
ku têde xewnên bê tirs bibînê, min dixwest
di vê seferê de wan bîranînan hemiyan
bişewitînim, min dixwest rengan û dengan
jibîr bikim, êdî di keftleftên xatirxwestinê
de difetisim, dilerzim… û sirûdên girî ji
dûmahîk peyva ser welatê lêvên tere dibêjim,
min dixwest ez tenê xewnekî bi te bibînim,
êdî em ji par, pêrar û pitirapêrar hezdikin
û li hêviyên kevizgirtî yên sala bihê
diterpilin…. Nîv hêviyê ji min re bêje ku
berî roj derkeve ne hatibe kuştin, daku ez
jî poşman bibim li dijî xwe û vê kêliyê.
7-4-2008
doxanxezne@hotmail.com