|
Kurdistana Şêxan“: hindek pirs û hindek Kurd?!
Hoşeng Broka
(5/5)
„Kurdistana Şêxanê“:
Pirsa dadgehê
Ligel ku îfadeyên destpêk(berî ku bûyer
biqewimin), yên asayişê, herdu xortên Êzîdî,
bêrî derxstibûn, û paşê ew serbest dabûn
berdanê(piraniya çavkaniyan ev nûçe piştrast
kirin: Ajansa DIHA yê/17.02.07, Azadiya Welat/17,19.02.07,
Ozgur Politika/17,, Mîrê Êzîdiyan, ) , û li gel
ku ev bûyerên terorane, wek serencama
nûçe-fiteneyeke/nûçe-dereweke, hazir, û çêkirî,
di aliyekî ji aliyên ragihandan „Kurdistana
fêrmî“ de(PUKmedia, 15,16.02.07), hatin
ragihandinê, lê em wisa werbigirin ku ev nûçeya
derwîn û fitneperestane, „rast“ bû.
Li vir, çend pirsên giring li ser asta zarawên
qelew wek „azadî, komelgeha medenî, mafên
mirovan, mafên baweriyan, mafên kêm-dîn û
kêm-netewan, yasa, wekhevî…htd.“, ku bûne klêşe
û duruşmên hertim hazir, li ser zimanê Kurdên
desthelata „Kurdistana Xwedêgiravî azad“ û
herweha „rewşenbîrên“ wan, yên ji çepiklêdanên
dirêj re, hertim li kar û siwarkirî, mirov
dikare çend pirsan arasteyî wê „azadiyê“, wê „Kurdistana
Xwedêgiraviyê“, û wan Kurdên li ser „sifra
Kurdistana hazir“, bike:
-
Gelo ew çi „azadî“ ye, ku „jinek“ ji „hewleriha“
xwe, û ji neçariya „azadiya“ xwe, ji mala mêrê
xwe, ya „neazad“, bazbide, û xwe bavêje bextê du
xortên polîs û asayişa wan, û paşê heman asayişa
wê Kurdistana „azad“, wê „keça bê çare û mefer“
radestî kêrên „feqeyên tariyê“ bike, daku li ber
guh û çavên „hikûmeta Şêxanê“, were qurbankirinê?
-
Aya kanî Kurdistana „mafên jinan“, „mafên
mirovan“, û „mafên zarokan“, ku jinek li ber
çavên zarokên wê, were jiholêrakirinê(Berpirsê
liqê 20ê Ferîq Farûq, di semînareke xwe de, di
Koçka Êzîdxana Kurdistanê- Laliş de/19.02.07, ev
nûçeya kuştinê, piştrast kir)
-
Gelo ev çi Kurdistana „sivîl“ e, ku li ber guh û
çavên „berpirs, asaiyş û pêşmergeyên“ wê,
miletek/oleke sihê( ku hejmara wan xelkên wê
tenê di Îraqê de, digihe dora 650 000 mirovî),
di „gunehkarî“, „bersûcî“, yan jî „sûcdariya“ du
xortên wê de, were gunhbarkirin û terorkirinê?
-
Aya ev çi Kurdistana „yasa û qanûnê“ ye, ku di
çareserkirina bûyerên wisa de, yasa û qanûna ku
„yeka wê nabe didu“, û a herî serdest û bilid(di
ser Xwedê û di bin Xwedê re; di ser Kurdistanê û
di bin Kurdistanê re), „yasa û qanûna“ binê
konan, binê kêran û şûran, binê Allahûekberan, û
binê şaşikan e?
-
Gelo ma ev ne aliyekî herî kambax, tirsnak,
xeternak, û terorane ye ji aliyên wê „Kurdistana
hov“ e (Karel May), mîna ku hindek nivîskar û
gerhokan bi nav kiriye?
-
Erê ev çi „azadî û mazadiya“ li wê Kurdistanê ye,
ku devê dezgehên ragihandina wê(li ser asta
bûyerên Şêxan û gelek bûyerên din yên „hestyarane/hessas“),
bi kilît, qefle û merbetên partiyane, eşîretane,
xalûxwarzêyane û berjewendiyên takekesane,
hatine girêdan û gemkirinê?
-
Gelo ev çi Kurdistana ragihandina dezgehên „azad“,
tirtire û zirmezin e, ku çareseriya bûyerên wisa
mezin, li ser asta „gengeşeyên ragihandinê“, di
odeyên „Paltalkê“ re, derbas dike? Gelo ev
bûyerên mezin, yên ku pirr „Şêxanên“ wê li
seranserî Kurdistanê hene, çima dê gengeşekirina
hemî sînaryo û aliyên wê, ne li ser dezgehên
ragihandina Kurdistanî be, bi taybetî Tv-êyên
asmanî(ku ji wan li Kurdistanê 3 Tv ê hene) daku
Kurd bikaribin bi milyonan beşdarî analîzekirin
û çareserkirina wan bibin, lê wê di rêya koçkeke
palatalkê de be, ku tenê 200-250, kesên diyar û
nediyar, dikarin beşdar bibin?
-
Li şûna ku ev Tv-êyên li hewa, pirraniya wextê
Kurdên xwe bi „zîqzîqa stiranên li hewa, ku guh
ji wan re neman e“, û „bazdana keçikên boz û
befrînî li pey Kurdên „laşê modêrn“, û nûçeyên „bangeşiyane“
û li hewa, derbas dikin, aya çima van bûyerên
mezin, ku dê di paşerojê de, „Şêxanên“ mezintir,
û Kurdistanên tevlîhevtir, ji Kurdan re/tevaya
Kurdan û Ne-Kurdan û tevaya Kurdisana wan re,
bîne, nadin zelakirin û gengeşekirinê?
Ev pirsyar û gelek pirsyarên din, ji Kurdistana
„azad“, û hikûmeta wê, ya „fêftî-fêftî“, tên
kirinê, çimkî Êzîdî Kurd in, herwekî çawa ku
Şêxana wan jî, Kurdistan e.
Ev pirs arasteyî aliyê „Hikûmeta Herêma
Kurdistanê” ne, çimkî „hikûmeta Şêxan“, ku
quncikek ji wê ye, di van bûyeran de, gunehbar
e.
Gunehbarî, xemleysî û terefdariya vê
hikûmetê(Şêxan) jî, di van bûyeran de, ji
daxwiyaniyên fêrmî, yên hindek berpirsyar û
niwênerên bilind, yên Kurd, li Bexdayê û herêma
Şêxanê, bi eşkereyî, tê diyarkirinê.
Rêzdar Îdo Babeşêx(şêwirmendê serokê Îraqa
fedral mam Celal Telebanî, bo karûbarên Êzîdiyan),
di rûniştineke fêrmî û berfereh de, bi
serokatiya rêzdar Sîdad Barzanî(niwênerê serokê
Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî), weha dibêje: „ez
tevaya berpirsyariya bûyeran, dikim sûcê hêzên
asayiş û partiyan li herêmê, çimkî berî rûdana
bûyeran bi seetekê, min berpirsê liqê agahdarî
kêşeyê û problemên wê yên berîmakn, kir, lê
diyare ku ew ne bi qasî birpirsyariyê bûn“(PNA/
Xidir Dumilî , 18.02.07).
Herweha di heman civînê de, berpirsê „Bingeha
Laliş/ şaxê Şêxanê“ û endamê liqê 20ê yê PDKê,
rêzdar Kerîm Silêman, vê „neberpirsyariyê“ dupat
dike û dibêje: „Rast e, berpirsên bajêr û bi
taybetî berpirsên asayişê, bi karê xwe ranebûn û
ne bi qasî berpirsyariyê bûn“
Jixwe tawanbariya Xisro Goran(berpirsê yekê yê
PDK, li Mûsilê û cîgirê parêzerê wê), di
biçûkxistin, piştguhkirin û herweha
rêlibernegirtina bûyeran de, ji axaftinên wî yên
li ser Tv-yan û hin nivîsên, ku internet û
internet çûn belavkirinê, diyar û eşkere ye.
(tenê bo nimûne binêre:
http://doxata.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1330
)
Herweha serdana wî ya di 06.03.07an de(paş
bûyeran bi 17 rojan), bo Baedrê û
lêborînxwestina wî, ya „îndîrekt“, ji mîrê
Êzîdiyan, eşkere, diyar dike, ku rola wî di
marjînalkirin û xemleyskirina terora bûyerên
Şêxan de, çendîn mezin bû.
(binêre:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=14049)
Goran di wê serdanê de, „gunehê“ xwe di bûyerên
Şêxanê de, weha sivik dike: „daxwiyaniya min ya
TV-êyî, ne li asta helwesta min, ya beramberî
Êzîdiyan bû. Ew daxwiyanî, tenê ji bo
vimirandina agirê bûyeran û rêlibergirtina
gurrkirinê bû“!!!???
Li gorî danûstandina Goran, ya neberpirsyarane,
bi bûyeran re, jixwe ev „lêborîna îndîrekt“ mîna
„xwarina helwawê bi aqilê Êzîdiyan“ bû.
Hîn di seetên pêşî de(berî ku terora bûyeran
fereh bibe), ji Xisro Goran û parêzgeha wî, hate
xwestin, ku derbasî Şêxanê bibin, daku rê li ber
„terora mumkin“ bigirin, lê ne wî û ne jî
hikûmeta wî(ya Mûsilê), ne tenê tiştek nekirin,
lêbelê nehiştin ku hin aliyên din jî destên xwe
dirêjî Şêxanê, bikin[1].
Heta bi vê kêlîkê jî, li ser asta hesabdîtina bi
„Hikûmeta Şêxanê“ û girgirekên wê re, „Hikûmeta
navendî li Hewlêrê“ hîn tiştekî fêrmî û zelal,
diyar nekiriye. Tenê hate ragihandin, ku
qayimqamê Şêxanê Xêrî Nehmo(ku ew jî Êzîdî ye),
di 15.02.07an de(li gora hevpeyivîna rojnamevan
Xidir Dumilî, bi wî re), ji wezîfedariyê hatiye
avêtinê. Wekî din, hemî berpirsên hizbî yên
bilind(di serê wan de Xisro Goran), hîn wekî
berê(û mezintir), mîna ku tiştek neqewimî be, li
ser karûbarên xwe ne.
Lê pirsa li vir, ku hîn jî daleqandî dimîne, ev
e, gelo berê vê „hikûmeta Şêxan“, ya ne
berpirsyar û şêxên biryarên wê, dê li jêr yasa û
qanûna „Kurdistana yasayê“, ya li ser kexezan
nivîsandî, li dadgeheke petî û zelal be, yan
berê wê û Kurdên wê, dê li jêr „yasa û qanûna“
binê konan, binê „tekyaxanan“ û binê duruşmên
qelew, yên partiyên ji totalîtariya qelew, li
dadgeheke „bi dizî“, „bincilk“, û „xalûxwarzêyane“
be???
„Kurdistana Şêxanê“:
Pirsa azadiyê
Ji Şêxan û vir de, pîvanên danûstandina bi
Kurdî(ji kêmanî ji hêla kurdên Êzîdî ve), li
Kurdistanê serûbinî hev bûn.
Kurdistan(kî bixwaze yan jî nexwaze, bibîne yan
jî nexwaze bibîne), bi Kurdî, ji hêla Êzîdiyên
wê ve, bû ciyê pirseke sext, zehmet, êşdar, û
mezin.
„Kurdperwerên“ Kurdistana li hewa, yên ku pirsa
Şêxan, heya ji wan hat, dan biçûkkirin û
piştguhkirinê, bila herin li dawîtirîn encamên
terora Şêxanê bikolin, daku bizanibin û bo
xelkên ku derew li wan hatin kirin jî, bidin
zanîn, ku Şêxana wan digot, ne Şêxana ku bi
rastî, qewimî bû.
Tenê bo nimûne, di dawîtirîn raporta, Tv-ya
Al-Arabia de, hate ragihandin, ku ji Şêxan û vir
de, heta aneha dora 50
000 Êzîdî, li bîroyên penaberiyê, yên girêdayî
UN li Sûryê, hatine qeydkirinê, daku bi daxwaza
xwe, ji Îraqê koç bikin.
(http://www.alarabiya.net/Articles/2007/04/05/33221.htm
)
Nivîsandin, ragihandin û çalakiyên, di derbareyê
„Kurdistana Şêxanê“ de, yên ku li seranserî wan,
„Hikûmeta Şêxanê“ û sîstema Kurdistanê ya sosyal,
hatin rexnekirin û protestokirinê, ji hêla
hindek aliyên, ku Kurdistanê ji her kesî pêştir
ya xwe dibînin, çi eşkere û çi bi dizî, bi tundî,
hatin tarîkirin û redkirinê, û ew nivîs û çalakî,
wek „propagandaya li dijî Kurdistanê“, li qelem
dan.
Ew xwedî û destpêşkerên wan rêyaksyonên paş „Kurdistana
Şêxanê“(ji nivîsandinê heta bi xwepêşandanê), ji
hêla „parêzerên Kurdistana gendel“ ve, ne tenê
hatin redkirin, belê ew li ser hindek astên
bilind û fêrmî, hatin „sorkirin“, boykotkirin û
tehdîdkirin jî.
Bê guman, di wan rêyaksyonan de, hindek astên
nizm û neberpirsyarane, dikarin werin
destnîşakirin, û hebûn jî, lê tiştê ku ciyê
seyrmanê ye, ew e, ku hemî rêyaksyon, heman
heman, ji hêla „avokatên Kurdîtiya gendel“ ve,
mîna hev hatin gunehbarkirin û binçavkirinê.
Ev „avokatên Kurdperweriya kurtêlxwer“, ne tenê
ji Başûrê Kurdistanê, belê ji seranserî aliyên
wê, yên mirîdane bûn.
Ewan „avokatên Kurdistana hestyarane/hessas“,
mîna hercarê, terora Şêxan jî, wek serencama
destên derve, projeyên derve, pilanên derve,
dijminên derve, Islama derve, Allah-û-ekberçiyên
derve, û terora derve, birin behanekirin û
sefsetekirinê.
Jixwe helwesta rewşenbîraya bi Kurdî(li derveyî
çend nimûneyên ji vir û ji dera han), di
derbareyê terora Şêxanê de, bi qasî ku ew aliyê
pirseke mezin û sosreteke mezin bû, hewqasî jî,
ew aliyê fedîkariyeke mezin û daxbariyeke mezin
bû.
Li wexta ku „Kurdên rewşenbîr“, xwe xam dikirin,
û bê his û bê pêjin, xwe li bêdengiya mikum
daditanîn, yan jî, mellaqî bo „felsefeya
Kurdperweriyê“ û Kurdperwrên wê dikirin,
rewşenbîrên Ne-Kurd, ji paş oqyanosan, hêrs
dibûn û pisra Alla-û-ekberkirina azadiya bîr,
bawerî û olên „Şêxana Kurdistanê“, wek
terorkirin û Allah-û-ekberkirina azadiya xwe,
li qelem didan.
Seroka
saziya „Leadership Council for Human Rights“, ya
mafên Mirovan xanim Kathryn Cameron Porter, ku
yek ji semînardarên kongreya „kêmayetiyan“
bû(Zürich, 24-26.03.07), di koşeyekê ji koşeyên
kongreyê de, paş ku bi „Allah-û-ekberkirina
Şêxanê“ hate ragihandinê, li pêş birrek
semînardarên amade, hest û berpirsyariyên xwe,
wek berpirseke mirovdost û mafdost, bi dengekî
zîz, weha bo me anîn ziman: „Şêxan pirsa
terorkirina azadiyê ye, ev bûyerên wê, ji bo
min, ciyê metirsiyeke mezin in. Ez pirr bi wan
êşiyam… Kurdistanê ez pirr xemgîn kirim. Eger ez
vegeriyam Washingtonê, ez dê li ser vê pirsê baş
bikolim, û hewl bidim, ku bi rêzdar Mesûd
Barzanî û herweha Celal
Kathryn
Cameron Porter
Telebanî re, bikevim têkiliyê… ez soz didim“.
Ji bo min, wek Kurdekî nivîsandinê, Kurdistan
berî her tiştî pirsa azadî û hemwelatiyê ye. Ez
Kurdistanekê, ji bo ku li wir, tenê ala „Komara
Mehabadê“ were bilindkirinê, „Hey Reqîb“ were
xwendin û bangeşîkirinê, pêşmerge werin
perwerdekirinê, wêneyên serokan werin
bilindkirinê, û herweha hikûmet û wezaretên wê,
fêftî-fêftî, werin parvekirinê, naxawzim.
Ez ji Kurdistaneke weha, bê hemwelatiyeke
Kurdistanî, ji Ne-Kurdan re, wek Kurdên wê, û ji
Ne-Misilmanan re wek Misilmanên wê, bêrî me.
Ez baş dizanim, herwekî çawa ku berî kêmî sal û
nîvekê(bo nimûne), „rewşenbîrên qanûna“
Kurdistanê, çavên xwe ji „30 sal cezayê zindanê“,
ji bo çend xeberên „ne li rê“, û „ne li cihê xwe“,
ku wê demê, li xwedanê wan Dr. Kemal Seyid Qadir,
hatibûn birrînê, girtin, ew dê bi heman „rewşenbîriyê“
û heman qanûna heman Kurdistanê, çav û guhên xwe,
ji „cezayê“ Şêxanê jî, ku terora
Allah-û-ekberkirinê bû, bigirin(û girtin jî).
Lê ji hêla xwe de, herwekî çawa, duh, ku di
cezakirina Dr. Qadir de(ku hîn jî, wek kes, ez
wî nas nakim), min wek Kurdekî nivîsandinê,
cezakirina xwe xwend û nirxand, û di terorkirina
azadiya wî de, min terorkirina azadiya xwe
pejirand û dît[2],
îro jî bi heman ximavê diçim nivîsandina heman
azadiyê, û terorkirina „Şêxanê“ û Êzîdiyên wê,
wek terorkirina Kurdistanê, dixînim, û herweha
allah-û-ekberkirina azadiya „Şêxana resen“ û
Kurdên wê yên „resen“, wek Allah-û-ekberkirina,
tevaya Kurdistanê û tevaya pêkahtiyên wê, li
qelem didim.
Ew „30 sal zindan“, ev „Şêxan“ e.
Ew azadiya terorkirî, ev bîr û baweriyên
terorkirî, ev Xwedayê terorkirî, û ev Êzîdiyên
terorkirî ne.
Ew yasaya li bin lingên partiyan, ev yasaya li
bin gefên „Allah-û-ekberçiyan“ e.
Ew Kurdistana „30 sal zinadan“ ev „Kurdistana
Şêxan“ e.
Û ew Kurdistana, ku partî û mîrên wan, jê
mezintir, ev Kurdistan e, ku „Alla-û-ekber“ jê
mezintir e.
hoshengbroka@hotmail.com
[1]
hin çavkaniyên bi dizî, didin diyarkirin,
ku hîn di seetên pêşî de, rê li ber „Melbenda“
YNKê, ji hêla „liqê“ PDKê ve, hate
girtinê, û rê nedane hêzên wê, daku wek
aliyekî çareseriyê, derbasî Şêxanê bibin.
|