Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:03

 

 

Newroz agirê jiyanê ye!
Arşevê Oskan



Mêvaneke silavdar e,
li ser lêva dîrokeke vejandî tê ristin.
Dilopeke hêsir e, li ber koka dareke nûpişkivî dadiwerive.
Mûmeke pêketî ye, li şevên tarî sîwan vedigre.
Keskesoreke pozbilind e, li asîmanê hêviyên kurdewariyê tê vegirtin.
Dîlbereke xwînşêrîn e, li rûbarê demsaleke nûhatî de digernije.
Bi xwe re çavên binefşan kil dike û lêvên xecxecokan sor dike.
Stêreke geş e, li asîmanê dîrokeke birîndar diçirise.
Evîndareke sozdar e, di dema xwe de li diriyê bîranînên me dide.
Kêlîkekê jî ji soza xwe namîne, kêlîkekê jî xwe jibîr nake.
Straneke li ser zimanê Eyaz û Şêxo şax vedide û bejna xwe bi rojê re li ba dike.
Me û çiya û lîlavan, bi dîlanekê re li hev dicivîne. Me bi pêta agirê xwe germ dike.
Bi lêvên xwe kenînekê li rûyê xemên zarotiye diçîne.
Her tiştên me bi te re aj didin,
evîndar li sozên xwe hişyar dibin, awazên nû li ser têlan saz dibin,
hest û awazên me mîna kanîkên buharê diherikin,
bi xwe re rengên nû ji keskesoran dihûnin.
Rojên me xwe di nav rengan de pîroz dibînin.

Newroz...
Tu navekî şêrîn î ..Salpêde li ser zimanê me şax vedide û bêhna sorgulan ji te difûre.
Min û bilbilan bi xwe re serxoş û mest dikin.
Tu bîranîneke xweş e, di hişê xwedayan de narize.
Her ku em nêrgizan dibînin, mîna pêlekê di çavên te de winda dibin.
Her ku em ji kanîkên çiya keseran dinoşin, mîna hêsirekê di evîna te de kûrtir dibin.
Her ku em li bilûra bayê zozanên te guhdar dikin, dilê me mîna çûkan dikeve xefkên evînê.
Her ku çav li bejna agirê te dikevim, ji nû ve evîn, jiyan û azadî xwe li dilê min dipêçin.
Şopa te di xwezaya welatê min de, çîrokeke bê dawî ye.
Çîroka mirin û jiyanê, bi te tê nasîn û nifş bi nifş tu ciwantir dibî.
Tu xemla rojê ye, soza Zîn û Memê ye.
Bi te re jiyan destpê dike û bi te re bi dawî debe.


21.03.2007. Elmanya.













                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1