|
Di
despźka sedsala bīstan de imperetoriya Osmanī
gīşte dawiya xwe ya dīrokī, ū rū bi rū li heber
hilweşandinź bū. Zanyar ū dīroknas li ser vź
hilweşź kūr ū berfireh sekinīn, gellek sedemźn
dervayī ū yźn hundirīn vekolandin.
Bi nźrīna min sedemźn sereke ji bingeha avabūna
vź imperetoriyź derketin; ēi ji aliyź aborī ū
civakī de, ū ēi jī ji aliyź siyasī ū ramyarī de.
Gava nejdevanźn Osmanī hatin vź herźmź, ew di
bin ala īslamī de hatin, ū imperatoriya xwe ya
reş ū pehin bi nasnama īslamī damezirandin. Wź
ēaxź gelźn herźmź gīşkī īslambūn, ū dijī hatina
Osmaniyan ū desthilatiya wan bi tūndī nesekinīn.
Źnku li hember Osmaniyan derketin hźzźn
desthilatdar yźn herźmī būn. Ev hźzana dewletźn
bi ēūkb ūn, mīrnişīn būn, bi navź xelifeyź
Bexdayź hukimdikirin. Vana dijī Osmaniyan
derketin ji bo berjewendiyźn desthilatdariyźn
xwe. Ū ji berku berjewendiyźn wan dijī hevbūn,
wana nikaribūn hezźn xwe bi yek kirana ū ev
nejdevanana paşda li welatźn wan vegerandana.
Hźza ku ji aliyź īdiyolojī hember Osmaniyan
derket dewleta Sefewī ya Şīī bū.
Gelźn īslamī yźn sinnī deshilatiya Osmanī weke
xelīfeta Merwanī, Ebasaī hesibandin. Ji aliyekī
din ve dewleta Osmanī Īslamiyeke kosmopolīt
dajot. Di bin sīwana wź de gellek milet hebūn, ū
ti ramanźn toranī di paş vź dewletź de wź ēaxź
tinebūn.
Ta dawiya sedsala nozdan, gelź Tirk nasnama xwe
di Īslamź de didīt. Dīroknas Lewis dibźje:"ti
milet ji milliyźn ku ketin Īslamź weke Tirkan
netewa xwe di vī olī de asemlasiyon
Hemū zanyar ū siyasetmedarźn Tirk bi kultūra
imperetorī perwerdebūn, ū gelźn di bin konź wan
de jī, bi vź kultūrź perwerdekirin. Wana wź demź
hace ramanźn itnikī, regezī, netewī tinebūn.2
Gelo bingeha vź kultūre ēibū?
Di teoriya avakirina imperetoriyź de, Osmaniya
ēi bi darź zorź, ū ēi bź ceng kirin bin destźn
xwe, milkźn xwe dihesibandin; cografiye, ū
miletźn di van cografiyan de dijīn. Birokrasiya
eskerī, paşa ū feodalistźn Osmanī weha difikirīn,
ū zagonźn xwe li ser vī bingehī dadihanīn: "Mūlkź
Osmaniyan nayź firotin, nayź parvekirin, belź li
hember xizmeta wek mafź teserufkirin tźte dayīn".3
Di nav miletźn ketibūn bin desthilatiya dewleta
Osmanī, miletźn xiristanīn berī gīşkan bi
ramanźn rizgariyź mijūl būn, ji bilku tevgera
ronakbīrī ū hişyariya netewītī ya gelźn Ewropayź
bandora xwe yekser li wan dikir; ēi di halź
raman ū siyasī de, ū ēi di halź civakī de. Loma
berī hemū gelźn bindestźn vź imperatoriyź, gelźn
xiristiyan berberī ū hovītiya vź dewletź didītin.
Rewşenbīrźn van gelan ēi li ser Tirkan
siyasetmadarźn Ewropī ū rewşenbīrźn wan digotin
dixwendin. Wek nemūne serok wezirź Birźtaniya li
ber dawiya cenga cihanź ya yekemīn di axavtinek
xwe de dibźje: "Tirkan welatź mźzobotamiya
-landika şaristaniya mirovahiyź- teqle
beyabaneke zuha kirin, gereg Tirkźn sitekar
nehźlin careke din van deran bişewitīnin
hilweşīnin.".4
Ev nźrīna hanź, hinek nivīskarźn Tirk jī hīro
aşkere dibźjin: "Em nūnerź miletekī ne, ku di
bin barī guneh ū pźkanīna kujtar ū qetilamźn
dijī gelźn din de ne".5
Bi rastī vź imperetoriyź karīseteke mezin bi ser
gelźn herźmź de hanī, ū ta niha ji bandore vź
karīsetź hīn bi temamī rizgar ne būne. Ji bilku
ev imperetoriya bź kultūr bū, imperetoriya
nejdevanan bū. Herweha pźşeroja pźşketinź li
hember van gelan bi sed salan girt, ū kultūr ū
kelepora wan wźrankir.
Tirkźn desthilatdar ji sedsala nozdan ū vir de
dixwestin hemū gelźn imperatoriyź di teoriya
imperetoritiyź de asimlesiyon bikin, ū li dawiyź
wana zanibūn ku iperetorī ya wane. Di mejiyź
birokrasiya tirkan ya leşkerī ū ya sivīl teoreya
desthilatdarperestī ēźbūbū " şert ū mercźn
bingehīn ū serke ji bo hemū gelźn imperatoriyź
bi hev re bijīn, qebūlkirina netewźn ne Tirk
serdest ū desthilatiya Tirkane ".6
Lźbelź dewleta Osmanī di sedsala dawiya xwe de
nikaribū xwe nūdem bikira. Ji aliyekī de Ewropa
di hemū warī de pir pźş ketibū, ū nema ev
imepretoriya tiyokrat (theokrat)dikare li ber
firehbūna kapītalīzmź, ū careke din
navendīkirina aboriya cihanź asteng bisekine.
Rakirina wź ji holź bū mercek ji mecźn pźkanīna
zagonźn kapītalīzmź, źn aborī berī yźn siyasī.
Weke ku lźkolīner aşkere dibźjin, ramanźn
rizgarī, ū netewī di vź imperetoriyź de ji du
jźderan derketin. Ji aliyź ramanźn siyasī de
kapītalīzmź ev gelźn di bindesī imperetoriya
Osmanī de ji bo berjewendiyźn xwe hişyarkirin,
ji aliyź din ve hewildana Tirkan ji bo gelźn din
asimlasiyon bikin, dijberiya van gelan dijī
Tirkan xortkir.
Ez dixwazim li vir bibźjim ku ramanźn netwī li
cem Tirkan ū gelźn di bindestī wan de būn bi
hevre derketin. Lź ramanźn netweī li cem Tirkan
kerektera şofīnīstī girtin di nemūna M.Kemal de,
a li cem netewźn bindest būn kerektera azadiyź ū
rizgariyź. Yanī gelź Tirk dereng gihīşte van
ramanźn xwe yźn netewī. Wana tevgera hişyarbūna
netewī ya li Ewropayź pźkhati bū deren
fźmkirin.6
Gava gelź Tirk rū bi rū li hember tevgera
rizgariya netewī ya gelźn bindest sekinīn, wź
ēaxź ji xwe pirskirin, gelo em Tirk kīnin?.
Tanźr Akcan dibźje ku nasnama netewī ya Tirkan
dereng derket ser şanogeha dīrokź.7
Rojhilatnasź meciristanī Vambery di sala 1898 de
weha dibźje: ".. min li Istenbolź kesekī ceddī
nedīt, ku bi doza netewitiya Tirkan yan bi
zimanź tirkī dipenije".8 Ramyarź tirknetewī yź
li cem Tirkan bi navūdeng Diyakok Elb bala xwe
hat ser dīroka tirkiyź, piştī ku sala 1896an
pirtūka Liyon Kahon yź cūdī, ku li ser Tirkan
nivīsī bū xwend. Diyakok Elb aşkere dibźje: "gava
ez gīştim Istenbolź, pirtūka yekemīn aku min
xwend, pirtūka Liyon Kahon bū, min dīt weke ku
ev pirtūka ji bo Tirkan bi hestźn netewperestī
germbike hatiye nivīsandin ". 9
Ez dixwazim bibźjim ku ramanźn siyasī ū
neteweperestī yźn M. Kemal dijī netewźn di
bindestī dewleta Osmanī de būn ji du jźderan
hatin. Ji kelepora siyasī ya Osmaniyan dijī
gelźn ketibūn bin destī wan, ū ji daxwaza wī
ēawa vź desthiladariya Tirkan nūdem bike,
bidomīne, ū rź li hember rizgariya van gelan
bigre.
Ji bo em vź armanca wī fźmbikin gereg em ji xwe
pirskin: gelo kelepora Osmanī di vī warī de ēi
bū..? :
1.Tirk avakarźn şaristaniya cihanī nin.10
2.Tirk netewa hukimdare ji bo serweriyź li gelźn
din bike.11
3.Di nav komcivīnźn Osmanī de, wź Tirk cihź
pźşeng bigrin, ji bilī
piraniya wan, jīrītī ū taybetmendiya itnikiya
wan e din.12
4.daxwazźn gelźn di hundirī imperetoriyź de ji
bo dźmokrasiyź, ev daxwazana dijī hebūna Tirkan
e.13 (ū ta niha siyasetmedarźn Tirk weha
difikirin).
Kemalīzm ji van jźderan hat, ū bi rastī M. Kemal
tiştekī nū nehanī(win li cilźn wź yźn ewropī me
nźrin), ew li ser van bingehan meşiya ū ramanźn
xwe yźn siyasī lihevhūnandin.
Gereg Kurd nekevin gumanan, kemalīzm daxwazźn
Kurdan e demokrasī dijī xwe dibīne, dijī
berdewamiya deshiatdariya xwe. Kemalīst berī
Kurdan dizanin ku dewleta wan li ser binpźkirina
gelźn din avabū ye, ū ew xwe tenź warisź
paşmanźn (mīrasź) osmaniyan dihesibīnin, ne kes
şerīkź wane, tew ku kī daxwazeke xwe ji vī
paşmanī bixwaze, gereg ji holź rabe, bi ēi
babetī dibe bira bibe, nemūne qirkirina
Ermeniyan di sala 1915an de, koēkirin ū
asimlasiyon Kurdan bi awayekī sistamatīk.
Kemalīstan mīna Osmaniyan li tevgerźn rizgarī
yźn netewźn bindest dinihźrīn wek tevgereke
xiniz (xiyanet). Philip Robinson dibźje: (gelź
Tirk ta niha li hişyariya Ereban dinihźre wek
xiniziyeke mezin ).14 Ū weha li bangewaziya
Kurdan, ji bo mafźn xwe yźn gerdūnī hīro
dinihźrin, ū şervanźn PKK bi xinzī tewanbardikin,
ū dengź aştiyź, diyalogź nabihīsin.
_______________
1.Bernard Lewis: Modern Turkiyenin Dogusu.
Ankara 1988 s.327.
Wergera erebī. Rūpel- 21.
2.Philip Robinson: Turkey the middle east.
Wergera erebī. Rūpel- 26.
3. M. Emīn Aslan. Siyaseta netewī ū
helsengandina tevgera netewī ya Kurdan.
Istenbol 2002. Rūpela -162.
4.Taner Acam: Tūrk ulusal kimligi ve Ermeni
surunu. Stanbol.1993.
Wergera erebī. Rūpel- 31.
5.jźdera berź. Rūpel- 11.
6.jźderź berź. Rūpel- 44.
7.jźdera berź. Rūpel-21.
8.jźdera berź. Rūpel-19.
9.jźderź berź. Rūpel- 19.20
10.jźdera berź.rūpel- 33.
11.jźdera berź. Rūpel- 36.
12.jźdera berź. Rūpel- 35.
13.jźderź berź. Rūpel-39.
14.Phlip Robinson. Jźdereke berź. Rūpel- 23
|