|
Bûyera ku di
14-15-16-17-18.02.2007 an de li
Paytexta Êzîdxanê bajarê Şêxan û
hermên din yên Êzîdiyan rû da,
bi hemî wateyan karekî
Teroristyane bû.
Bajarê Şêxan ku jimara
nişteciyên wê bêtir ji 50,000 ye,
bêtirên wan ji bawermendên Ola
Êzîdîyane, careke din mîna caran
dibe ermanca êrîşên hovane.
Aliyek ji aliyên vê pirsê ew e
ku dema mirov dîroka Êzdayetî
weku Ol û weku komelgeh dixwîne
û dişopîne, mirov dibîne ku ev
Ol bûye armanca pênûsên gelek
nijadperst û bê insafan, ku ji
bo guhertin, berûvajîkirin û
reşkirina wê hewildanên herî
mezin hatine kirin, her weha ji
bo têkbirina vê Olê û
bawermendên wê bi dehên
hewildanan, çi bi riya fermanan
û komkujiyan û çi biriya
tewanbarkirina wan bi
xwedênenasiyê ve hatine kirin.
Berya Hezarê salan dema ku hîna
miletên din yên dinyayê ji xwe
re li tiştekî digeriyan ku pê
biperisin, wê çaxê Êzdayetî wek
Oleka xwedênas xwedî şaristanî
di Mîzyobotamya de dihate
naskirin.
Êzîdî ku ew bi xwe endamên herî
aktîv û serekebûn di damezrandin
û pêşvebirina şaristaniya
Mîzobotamiya de, êdî ji ber van
Kuştin, tewanbarkirin bi
xwedênenasî, talankirin û
fermanan, neçar mane ku xwe di
asêgehan de biparêzin û dûrî
şaristanî û bajarvaniyê bibin.
Her weha di wêjeya Êzîdiyan a
devikî de diyare ku ew xwedî
çandek lêborîn, merovane, û
hevûdin pejrandinê ne.
Mebesta min ji vê kurte
pêşgotinê ew e, ku Êzîdîyan ji
bo parastina vê çand û kultûra
kurdî a resen pir û pir qurbanî
dane, û ji bo berdewamî û
belavkirina hizir û çanda
terrorê di rojhilata navîn de
her timî bûne çiyayekî herî
bilind û asê.
Lê berya ku em têkevin nirxandin
û analîzekirina vê bûyerê, ku ew
di koka xwe de, bûyerek civakî
bû, û gerek civakî bimaye, û
civakî bihate çareser kirin,
gereke em destên xwe deynin ser
ojdanê xwe, û hindek rastiyan
bînin ziman, dibe ku ew rastî li
gor berjewendiyên vî alî yan wî
alî neguncin, lê di baweriya min
de, eger mirov xwe wek aliyekê
xêrê, çareserî û hêminiyê bibîne,
gereke ew rastî bên gotin û
eşkerekirin.
Rast e piştî qewmandina bûyerê,
pir rêxistinan, pir kesayetiyan
pir aliyan hewil dan ku bûyerê
ji qalikê wê yê civakî derxînin,
û bikin bûyerek siyasî, Olî û
fitneyeke pir û pir mezin.
Û êrîşa li ser Mîr Tehsîn Beg ,Mîrê
Êzîdiyan li cîhanê, ku çend
rojan dibin wê gef û terrorê de
ma, û şewtandina Mezargeha û
ciyên pîroz yên din vê yekê
tekez dikin.
- Lê ew rêxistin kî bûn?
- Kesên ku bûyer wisa mezin
kirin û ber bi fitneyeka mzin de
ajotin kî bûn?
- Çi têkilî di navbera herdu
xortên Êzîdî û pîreka Misilman
de hebû?
- Çima piştî ku pîrek sipartin
mele Yûnis, careke din jê
sitandin?
- Ew kesên ku pîrek ji mele
Yûnis sitandin kî bûn?
- Pîrek birin kur?
- Çima pîrek hat kuştin?
- Biryara kuştina pîrekê ji kur
û çawa hat?
- Gelo malbata pîrekê di şerê
destpêkê de tê de beşdar bûn?
- Berpirsiyarî û têkiliya
damûdezgehên herêmê di bûyerê de
çibû?
- Gelo teqêna bûyerê bi vî rengê
han, ji ber mesela namûsê bû?
- Çima bûyer di demeka kurt de
mezin bû?
- Fakterên ku hiştin ev bûyer
mezin bibê çibûn?
- Helwest fermî ya hikûmeta
herêmê ji bûyerê û çawaniya
çareseriyê bi çi rengî bû?
- Çima êrîşî ciyên Êzîdiyan yên
pîroz hate kirin?
- Çima Mîr Tehsîn Beg Mîrê
Êzîdiyan li cîhanê bû yek
armancên vî şerî?
Û gelek pirsên din, ku hemî di
koka xwe de berpirsiyariya
damûdezgehên hikûmeta herêmê ne
ku dikarin di riya lêkolîn û
lêpirsînê de bên çareserkirin û
eşkerekirin.
Lê mixabin û sed mixabin, ku ev
bûyer ji aliyê cîhana Êzîdî ve
bi giştî hate bikaranîn û gur
kirin û bi rengekî ji rengan me
beşdarî di gurkirin û nehêminiyê
de kir, û kesên ku bûyer
şopandin dikarin vê yekê di
alavên ragihandinê de bipelînin,
û bê guman ziyanên vî karî
piralî û berçav in, û ev kiryar
tu carî ne di berjewendiya me de
ne ne wek Ol û ne jî wek Kurd.
Informationên pir şaş ku gelek
caran bi mebest dihatin weşandin,
gelek ji wan nivîsên ku bîna
partîtî û nijadperistiyê jê
dihat, helwesta Êzîdiyan ya
neyekgirtî bû sedem êdî ku ev
bûyer weku babetek rojnemavnî
bibe nêçîra gelek pênûsên bi
gemar jî.
Her weha di hemî rewşan de rola
ragihandinê divê roleke gelek
positiv û merovane be. Lê
mixabin ku di vê bûyerê de,
ragihandina kurdî bi giştî û ya
Kurdên Êzîdî bi tayîbet
nikarîbûn roleke baş, durist û
pêdivî bileyizin.
Û helwest û piştgir ji aliyê
cîhana Misilmanetiyê ve bi giştî
ne di wê radeya pêdivî de bû.
Di bûyer û rewşên bi vî rengî
de, helwesta germ û bê bingeh, û
tewanbarkirin û binavkirina
rêxistin û aliyan tiştekî di
baweriya min de pir û pir Şaş e,
û dikare roleke gelek negativ
bileyîze.
Bi wateyeke din ji me ve diyar
dibe ku bûyera ku li Şêxan û
herêmên din yên Êzîdiyan qewimî,
bûyerek ji nişkave bû.
Lê diyare ku piştî qewmandina
bûyerê, bi şêweyekî gelek
têgihiştî û bilez destin nediyar
derbasî bûyerê bûn, û xwestin ku
bûyerê ji qalikê wê yê civakî
derxînin, û fitneyeka mezin
lidarxînin, lê dîse wekî her car
Mîr Tehsîn Beg bi sebir û
zanebûna xwe û bi alîkariya
damûdezgehên herêmê û hindek
zana û welatparêzên kurdên
Misilman rewş dorpêç kirin.
Ev pirsên ku me li jor
destnîşankirine, û gelek pirsên
din, ku di baweriya min de di
bingeha xwe de bêtirên wan,
pirsên hiqûqî ne, ku di bûyerên
wisa de û di welatên ku
demokratî û dadwerî li wan heye,
bi riya dadgeh û yasayan tên
çareser kirin.
Lê di cîhana me ya îro de, ku
roj bi roj Terror û girûp û
rêxistinên Terroristyane û
tekfîrî lê zêde û bi hêztir
dibin, êdî jiyana ademîzadan di
seranserê cîhanê de dixe nava
metirsiyaneke mezin de, şer dibe
şerê hebûn û tunebûnê, şerek di
navbera herdu aliyên xêrê û şer
de, bê guman di vê cîhana me de,
gelek welat û herêm hene ku ji
van rêxistinên Terrorisyane re
bûne hêlîn, ji wan welatan
Efxanistan û Iraq du mînakên
herî mezin û ber bi çav in; Lê
bê guman cudayîke pir mezin di
navbera Iraq û Efxanistanê de
heye, Iraq welateke ku ji pir
netew, ol û rêgehan pêk tê, îcar
di vir de pirs û tirs mezin
dibin.
li welatekî mîna Iraqê bi vî
reng û temtêlê, pirs ji qalikê
xwe yê hiqûqî û yasayî derdikeve
û dibe pirseke siyasî, çarenûsî
û hebûn û tune bûnê, ji bo
agahdariyên berferehtir serdana
vî lînkê jêrîn bikin,
http://asdah.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3252
ev bûyer weku çand, çanda
Terrorê di bingeha xwe de, ne
çandeke biyane li ser Kurdistanê,
ji ber eger em bala xwe bidin
dîroka Êzdayetiyê weku
pêkhatiyek ji pêkhatiyên
Mîzopotamiya, em dê binerin ku
hetanî salên 1910 an jî (
fermana Êzîdîyan li çiyayê
Bagokê ) Êzîdî tûjî kiryarên
Terroristyane hatine, û
pirsgirêka herî mezin di
baweriya min de ew e ku hetanî
vê kêlîkê Êzdayetî weku Oleka
xwedênas di cîhanê de nehatiya
pejirandin; lê îro û piştî
guhertinên ku di rewşa başûrê
Kurdistanê de çê dibin, û hêdî
hêdî damûdezgehên dewleta Kurdî
tên avakirin û Kurdistan ber bi
azadî û serxwebûnê ve diçe, êdî
pirsa pejirandina Êzdayetiyê
weku Ol di Kurdistanê de ji
aliyê hemî damûdezegehan ve
pêdivî û erkekî dîrokî,
niştimanî û merovane ye, ku
dikeve ser milê hikûmeta hêrêma
Kurdistanê, û yekîtiya oldarên
misilman di Kurdistanê de.
Ji ber di bawriya min de wê ev
yek di paşerojê de bibe
fakterekî herî bingehîn ji bo
pêkrejiyana Êzîdiyan bi
pêkhatiyên din yên Kurdistanê re,
her weha ji bo biratî,
pêkrejiyan û baweriyê di navbera
Kurdên Misilman û Kurdên Êzîdî
de wê bibe pireka herî bi hêz.
Ji aliyekî din ve û piştî salên
1920 an, roj bi roj hizra netewî
di nav gelê Kurd de xurtir û bi
hêztir bû, û Êzîdiyan dikarîbû
êdî hêdî hêdî ji asêgehên xwe
derkevin û xwe berdin bajar û
gundên xwe, mil bi mil li gel
birayên xwe Kurdên Misilman
bijîn, û tevgera rizgarîxwaza
gelê Kurd roleke gelek hêja di
vê yekê de leyist, û rewşa
Êzîdiyan êdî ber bi hêminî û
azadiyê ve çû, lê ez bawer dikim
mebesta birêz Mesûd Berezanî ji
peyva çand « Ne ez, ne Mam Celal
û ne serokatiya PDK û YNK rê
didin ferhengek (çandek ) weha
biyanî ku di Kurdistanê de bi
cih bibe. » mebest jê çanda
Terrorê ye, Terrora nuh Terrora
Bin Ladinyane, û eger em li
rewşa Iraqê bi giştî temaşe
bikin, em ê binerin ku herêma
Kurdistan hêrêma herî hêmin e,
herêmeke ku bi rastî liv û
tevgera Girûpên Terrorê di hemî
hêlên jiyanê de tê de pir kêm e,
ji vê axaftina birêz Mesûd
Berzanî tê famkirin ku ew kesên
ku hebûna Kurdistaneke azad,
jiyanê li wan dike dojeh,
Rêxistina Al-Qaîde, û gelek
aliyên din yên ku naxwazin
hêminî têkeve Iraqê destên wan
di gurkirina vê bûyerê de hebû.
Di baweriya min de, ev çanda
biyan, an jî a nuh, di
Kurdistanê de tê wê wateyê ku
kêm zêde lê Rêxistina Al-Qaîde
di her şûn û warekî de ku
Misilman lê dijîn heval û dost
ji xwe re çêkirina, lê ez di wê
baweriyê de me jî, ku gelê Kurd
wê li wê asta bilind û xeternak
nekeve bin bandora hizra van
rêxistinên Terroryane, ji ber ku
Kurdên Misilman di vê yekê de
xwedî Ezmûneke dûr û dirêj in, û
hestên netewî, çanda hizra
demûkratî, aşîtî û azadiyê roj
bi roj êdî li ba miletê Kurd
xurtir dibe, û di şerê rizgariya
Iraqê de miletê Kurd da
diyarkirin ku ew dê bi hemî
derfet û karînên xwe vê çandê
biparêzin, ji aliyê din ve em ji
bîr nekin, ku rewşa kurdistanê
ji pir Netew û Olan pêk tê
çandeke wisa dixwaze, û bê guman
rêvebiriya Kurd êdî pêdivî û
pêwistiyên vê serdemê jî baş
famkirine.
|