|
Daku destên Ocalan, yên
dûr, di destên ji "jehra bi tirkî" de, dûrtir
neçin
Hoşeng Broka
Di 1ê Adarê de, bijîşkê Ferensî, yê bi navûdeng
„Pascal Kintz“, ku berê li ser sê tayên porê
Napolyon jî, lêkolînên xwe kiribûn, bo ajansa
ANFê ragihand, ku ji tehlîlkirina porê rêberê
Kurd A. Ocalan(ku ji 15ê Sibata 1999an ve, bi
tena serê xwe, li girtîgeha taybet, ya girava
Imraliyê ye), diyar dibe, ku ew „hatiye
jehirdanê“.
Li gora rêkkeftina navneteweyî a taybet bi mafên
girtiyan, yên siyasî û sivîl(16.12.1966), ku di
23.03.1976an de, hatiye pratîzekirinê, û Tirkiya
bixwe jî, yek ji dewletên, ku ew peyman, di 23.
09.2003an de, qebûl kirine, li gora vê peymanê,
nabe(û ne bi çu awayî) ku girtî rastî êşkince û
danûstandina ne-mirovane û tundrew, werin.
Encamên ku bijîşkê Ferensî yê navborî, gihiştiye
wan, didin selimandinê, ku serok A. Ocalan, di
zindana „bi Tirkî“ de, bi destên ji jehra „bi
Tirkî“ re, rû bi rû ye.
Kewate, Tirkiya wek saziya dewletê, ne tenê
mafên rêzdar A. Ocalan, wek girtiyekî siyasî,
belê ew mafê wî yê jiyanê jî(ku jiyan pîroztirîn
maf e, li gora hemî prînsîp û rêkkeftinên mafên
mirovan), piştguh û binpê dike.
Li ser asta saziyên navneteweyî, kêşeya „jehirdana
Ocalan“, wek girtiyekî siyasî, ku jiyana wî di
bin gefên mîrên jehra „bi Tirkî“ de ye, di rojên
destpêkê de, derbasî rojeva karûbarên wan bû, û
bi bayê bezê, dest bi kampanyayên imzeyan kirin,
û herweha rê jî dan ber xelkên dilbêşên kêşeya „azadiya
Ocalan“, ku çawa protestokirina xwe, di rêya
saziyên navneteweyî re, bigihînin serên saziya
dewletê, li Tirkiyê.
Lê gelo ev gefxwendinên jehra „bi Tirkî“, ku li
seranserî 8 salên ji girtina „bi Tirkî“, ku ji „Imraliyê
heta bi Imraliyê“, li jiyana serok A. Ocalan,
tên lidarxistinê, çawa bi Kurdî, Kurd û Kurd,
dikarin herin pirsyarkirinê?
Carekê di dema desthilatdariya Georg Bombîdo
de(ku ji 1969-1974an, serokatiya Ferensayê
kiriye), fîlosofê Ferensayê yê bûnewer Jean-Paul
Sartre(1905-1980), di serencama dozvekirina li
dijî rojnameya „tekoşîna gel“ a „mawiyên tundrew“
de(ku ligel nehemfikriya wî bi xeta wê ya
tundrew re, bû sernivîserê wê, daku qedaxekirinê
li jêr navê xwe, ji ser rojnameyê, rabike) ,
hate girtinê.
Paş darizandina Sartre, hukum bi 6 mehan zindan,
lê hate birrînê. Lê di wê darizandinê de, ne
dadwer, ne wezîrê dadê, ne jî serokwezîr ceger
nekirin, ku li ser biryara darizandinê(6 meh
zindan), imze bikin.
Di dawiyê de, ku imzekirina hukmê zindankirina
fîlosofê bûneweriya Ferensayê, ne imzeyeke biçûk
û hesan e, biryar diçe ber destên serokê
Ferensayê, yê wê demê Georg Bombîdo, daku li ser
imze bike. Lê li şûna imzekirina biryara
zindankirina Sartre, ew weha dibêje: „Ez li ser
biryara hukmekî, ku pê çanda Ferensayê were
zindankirinê, imze nakim“. Kewate zindankirina
Sartre, bo wî serokê Ferensî, wek „zindankirina
çanda Ferensî“, hate famkirinê. Lewre biryara
serbestberdana Sartre, da.
Aya beramberî girtina Ocalan wek rêberekî bi
Kurdî, ku li seranserî 8 salên ji zindana „bi
Tirkî“, gef li jiyana wî tên xwarinê, berê
imzeyên bi Kurdî, dengên bi Kurdî, meşên bi
Kurdî û helwestên bi Kurdî, li aliyê kîjan
ferhengê ye?
Di darizandina Sartre de(ku li vir nimûne ye),
bi qasî ku ji biryara di navbera imzekirin û
neimzekirina li ser hukmê zindankirinê de, tê
famkirinê, du ferheng dikarin hebin: ferhenga
zindakirinê/zindankirina Sartre û ferhenga
serbestberdanê. Lê ji ber ku serokê Ferensayê
zindankirina Sartre wek „zindakirina çanda
ferensayê“ qebûl kir, lewre wî biriyara
serbesberdana Sartre da, daku Ferensa wek çand û
ferheng bi ser bikeve.
Zindan (çi di bin Xwedê re, çi jî di ser wî re
be) her wekî ku navê wê lê ye, zindan e: çar
dîwar, çend potîn, çend qamçî, mistek jehir û
cihekî neazad û demeke neazad e.
Sartre ne hevalfikrê „Mawiyên Ferensayê“ bû, lê
xwe ji bo doza fikrê wan da girtinê.
Sartre li gora qanûna Ferensayê gereke bihate
girtinê, lê ji bo ku Ferensa û çanda wê bi ser
bikeve, biryara serbestberdana wî ji ser û binê
Ferensayê hate dayînê.
Gelo ser û binê Kurdistanê çawa û bi kîjan
ferheng û mentiqî, zindankirina Ocalan(ku ew
heta bi vê kêlîkê, serokê yek ji mezintirîn
tevgerên bi Kurdî ye), dixwînin?
Bê guman, hemî Kurd li ser asta vê pirsê,
nakevin yek katêgoriyê. Lewre gereke mirov „Kurdên
Ocalan“ li aliyekî bihêlê, çimkî ew ji roja roj
de, bi xurtî banga „azadiyê bo Ocalan û aşîtiyê
bo Kurdistanê“, dikin.
Pirs pirsa Kurdên aliyên din e.
Wezîrê kultûrê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê
de(HKK) Felekedîn kakayî, di hevpeyvîneke xwe
de, bi ajansa Firatê(ANFê) re(05.03.07), basa
doza Ocalan, wek „doza girtiyekî siyasî, ku di
ber doza siyasta Kurdî de, hatiye girtinê“, bi
nav dike.
Ligel ku Kakayî „ihtîmala nehemfikriya
îdyolojiyane bi Ocalan re“, datîne jî, lê ew
dîsa wek alîgirekî xurt, piştgiriya doza azadiya
wî dike, û wî wek „rêberekî siyaseta Kurdî, ku
nabe ji hêla Kurdan ve, bi tenê were hiştinê“,
li qelem dide.
Xaleke din a herî giring, ku Kakayî wek wezîrekî
bi Kurdî, Kurdistanî û berpirsyar, balê dikişîne
ser ew e, ku ew wan meş û xwepêşandanên xelkên
ku ji bo azadiya rêberê Kurd A. Ocalan, tên
lidarxistinê, wek, „meş û xwepêşandanên ji bo
azadî û aşîtiya wan xelkan“ jî, bi nav dike.
Kewate daxwaza azdakirina vî rêberê Kurd, ji
hêla kî dibe bila bibe, ew di heman demê de,
daxwazek ji bo azadî û aşîtiya wan e jî.
Ev helwesta „Kurdê wezîr“(ku ji wezîrekî Kurd
pirrtir e), ya Kurd û Kurd û Kurdistan û
Kurdistan, ne cara yekê ye, ku tê ragihandinê.
Kurdê wezîr Felekedîn Kakayî, berê jî, di çend
helkeftin û hevpeyivînan de, doza kurdê rêber A.
Ocalan, wek „doza hemî Kurd û Kurdistaniyên, ku
gereke lê Xwedî derkevin“, li qelem daye.(bo
nimûne binêre:
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1513
)
Min helwesta vî Kurdê wezîr, wek nimûne wergirt,
çimkî ew aliyek ji aliyên desthilatdariya Başûrê
Kurdistanê ye.
Kewate, ew li ser asta vê helwestê, nimûneya
herî cegerdar, a opozîsyona ramyarî ye, di
ramyariya desthilata Kurdistanê de.
Bi qasî ku ev Kurdê wezîr di desthilatê de, wek
„Kurdê başûr“ tevdigere, ew hewl dide, ku li
derveyî heman desthilatê jî, wek Kurdê „hemî
Kurdan“, „hemî aliyan“ û „hemî Kurdistanan“,
xwedîhelwest bimîne.
Ha li vir, mirov dikare êdî bi Kurdî jî, basa „Bombîdoyên
bi Kurdî“, bike.
Li vir, mirov dikare di helwesta vî Kurdê wezîr
de bigihe, ku çima ew doza azdakirina Ocalan/Kurdê
rêber, wek doza hemî Kurdan û Kurdistanên wan,
dibîne.
Herwekî çawa „Bombîdoyê Ferensî“ zindakirina
Sartre, wek zindankirina çanda Ferensî li qelem
da, lewre ew hêjayî azadiyê dît, wisa jî „Bombîdoyê
Kurdî“/Kurdê wezîr F. Kakayî, doza azadkirina
Kurdê rêber A. Ocalan dike, çimkî ew di
zindankirina wî de, zindankirina siyaseta Kurdî,
mafên Kurdî û mafên Kurdistana wan, dibîne.
Lewre, daku destên Kurdan û destên Kurdistanên
wan, di destên hev de, pirrtir bibin,
û daku destên serok Ocalan, yên dûr, di destên
ji "jehra bi tirkî", „zindana bi Tirkî“, „zilma
bi Tirkî“, „siyaseta bi Tirkî“, „newekheviya bi
Tirkî“, û „jiholêrakirina bi Tirkî“, dûrtir
neçin,
dûrtir li tenêtiyê neyên dayin;
û dûrtir di bêdengiyê de, neyên xwarê,
azadiya bi Kurdî,
Kurdên bi Kurdî,
rewşenbîrên bi Kurdî
û „Bombîdoyên bi Kurdî“, pêwîst û gerek in.
|