|
Wê şevê.. û çavên te
Arşev Oskan
Stêran ji bo me
Li dora sîwana heyvê, govend digirtin
Bayê ku li pencera min dida
Awazên jidayikbûnê dinuhirandin
Dixwestin bibêjin
Em nêzîkî barandina berfa sersalê dibin
Belê dikeniyan
Distrandin
Dilorandin..
Stêrên wê şevê
Li bendî civana me ranedizan
Ji asîman xunaveke hûn dibarandin
Li ser lêvên sorgulan radiwestandin
Û bi şînahiya çavên te re mat dibûn.
Wê şevê..
Çavên te dibûn deryake aram
Dilê min
Awirên min
Giyanê min
Nikarîbû bi hêsanî tê de avjeniyê bike
Çavên te … ax çavên te
Kûr in, dûr in, bê delav in
Evîna asîmanekî sayî
Deryake xulmaş li xwe dipêçin
Wan fêrî rengên xwezayê dikin.
Min jî dixwest
Gemiyekê ji soz û hêviyên birîndar
Li ser siwar bikim û bajom
Bê westan sînga xwe bidim bahozan
Da ku wê gotina ku te tim digot:
„Berxwedan Jiyan e“ pêkbînim.
Çavên te dixwestin bibêjin
Em û sersal bi yek sirûdê afirîne
Bi yek berfê disotin, dibrijin
Di bin yek kevirî de şîn tên
Lı yek asîmanî dighêjin hev.
Wê şevê..
Tirêjên ji çavên te çendî watedar bûn
Di´axivîn, soz didan, çîrok diwestandin
Cengeke giran bi dilê min re li dar dixist
Sînorên di navbera min û te de
Êdî ji xwe şerm dikirin û diherifîn
Û tiliyên fediyok li hevdû digeriyan.
Wê şevê..
Giyanê me,
destê me, ji hevdu nedibûn
Li bexçeyê sorgulan
Tovên sozan diçandin
Evîna Siyabend û Xecê, Mem û Zîn
Salar û Mîdya, Cîm û Gulperî.. diwestandin
Hetanî bi silava berbangê re
Di nav xewnan de em diherikîn
Ber bi agirê evîneke sor ve, di xew re diçûn.
12. Nov. 2006 Hamburg
|