rojava@rojava.net

 
   


Bandeva hêviyê

rojava.net 06.12.2005

 




Mehmûd Badilî



Xwedê bi çarpiya diçe
di çavê "Meryemê" de
û ez ...
mîna pêxemberekî xaçekirî
hîna serxweşê
wê maça bi tenê me,
dema em pêrgî hevbûn
di himêza sîha darê de.
Û
tav paldayî bû
li ser bandeva hêviyên me,
bêhna me peywan dikir
Sirûş hildipirikî sînga aso
girêz bi devê asîman diket
Ewr ji hev vedikşiyan
li navkutka xwe
dilukumîn.
Qîrîna zarokên penaber
li kolanên xwedê
li dora me,
didan çerefîtkan
Dengê gulfiroşekî dihat
pêre firfira nava dilê Ergîlan
veciniqî maç
veciniqî xewn
li ser lêvê fişariyê.
-Fermoke..
ev gul ji bo te ye
-Du gulên sor bide min
-Tu bi tenê ye!?
-Na..ez li hêviya çana hêviyê me
niha qîsara evîna me dê lêbide
-Xwedê biwere be
-Xwedê me nabîne
û
dema ku me dibîne
xwe vedişêre
di kincê moranê de.
Erê gulfiroşo
yara min
qeşenge
lewra cîhan bi tevayî,
tev xwedê ..!
serxweşê
hilma wê ne
û ez
wendayê
navê wê me.
 


 


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin