|
Jîr DILOVAN (jirdilovan@web.de)
Li te digerim
Di çirîskên stêra sibihê de
Bi reþbelekiya dema elindê re…
Pirsa te dikim
Ji peliyên ewrên tuzerî
Ewrên li bexçeyê Yezdan rahêxistî...
Te nabînim
Kûrbirîna rojhilatê dilê xwe dikolim
Kûrbirîna bi derbên xedar
Li te dipirsim ji jan û jûnan
Ji jan û jûnên jîn nûhên
Ji belbelîskên çavan
Ji çingîna guhên xitimî û ji tepîna dilê kuban
Lê te nabînim
Ar ketiye bin çiçika çepê
Hêriftiye dîwarê dil
Nêrgizek çilmisî li ser bîbika çave min
Cotek qumrî firiya ji kêleka min a rastê
Û dilê min bi wan re
Qet te nabînim
Rojê rêç kirin tîrêjên dijwar
Tenî daweþand yê raserî min
Êdî ne te tenê
Xwe jî nabînim
|