|
CIWAN DÊRIKÎ
Bi zehmetî
Bi perîşanî
Bi hêzek şikestî
lê bi bawerîk xurt û mezin
min tarî da ser hev
û şev çêkir
û hêdî-hêdî min xwe di tariyê de
razand
Di qûnaxên dirêj re derbasbûm
Di dol û geliyan de
Di şkeft û çiyan de
Min bi dêwan re şer kir
û bi kotekî ji xwe re
Xewnek di şevtariyê de hûnand
Siwarbûm
Peyabûm
Bi roj û şevan min ajot
Ketim
Rabûm
Birîndarbûm
Mirim
Lê dîsa xwîna min şînda
Dîsa zam ' ' ' '
Min bihar çêkir '
Gelek hêvî û xwezî
Bi dar vekirin
û kirin ristik di gerdena
govendgêra
siwarê Pêşîbûm
Qehremaniya min dengveda
lê gava ez ji xew hilçinîm
min dî pehîz e '
ristika min qetayî ye '
xwezî belawela ne '
birîn şil e
?
Ez li paş im
** ** **
7 -7 – 2005 Dêrik
|