Werger: Welîd Murad
Kalemêrek bi berçavkek dora wê hesinî û bi kincên gelekî bi toz li
ser keviya riyê rûniştî bû. Di ser pira pan re, erebe, kemyon, mêr,
jin, û zarokan rûbar dibirîn û derbasî aliyê din dibûn. Erebeyên ko
qantiran ew dikşadin, di wî kaşê newalê de li pişt pirê û li jor
ditewtihîn. Leşkeran alîkarî dikir û destên xwe di nav parsiwên
çerxên erebeyan re radikir in, dako bi hemû hêza xwe rakin jor û
erebeyan bi pêş de kaş bikin. Kemiyonên barkirî ji bo xwe ji wir
derxîn in, bi çetinî û giranî kar dikir in. Cotkaran bi gavên mezin
û bi hêz xwe berdidan nav wê toza ko dida kabokê. Lê kalemêr li wir
rûniştî bû, bêyî xwe bilebitîne. Ew gelekî westiyayî bû, dako hîna
dîsa bi rê ve biçe.
Ew ji erkê min bû, ko pirê ji seriyekî ta seriyê din bibrim. Da ko
zêrevaniyê li seriyê pirê ê aliyê din jî bikim, heya bi wan cihê ko
dijmin karîbû tê re derbas bibe û da bi wê naskirinê çareyekê
bibînim. Min ev kar qedand û dîsa di ser pirê re bi şûn de
vegeriyam. Niha li wirê gelek erebe nema bûn, û kesên peyade jî hîn
hindiktir bûn, lê kalemêr her li wir bû.
“tu ji kûderê yî?” min jê pirsî.
“ji San Carlos”, wî got û bişirî.
Ew cih û warê wî bû, û ji wê kêfa wî anî, bîranînên wî vegerandin, û
hişt bibişirê.
“ min zêrevanî û şivantî li ajelan dikir”, wî da xuyanîkirin.
“wilo”, min got û bêyî ez di tevî bighêjim.
“erê”, wî got, “ tu dizanî, ez mabûm, da ko şivantiyê li ajelan
bikim. Ez yê dawiyê bûm, ko dev ji bajarê San Carlos berda.”
Wî ne mîna şivanên pez û ne jî gavanên çêleka xuyanî dikir û min
bala xwe xweşik da wan tiştên wî ên reş bi toz û riwê wî ê esmer û
bi toz û berçavaka wî dor hesinî û min got:
“ ew çi ajal bûn?”
“ajalên ji her nifşî bûn”, da xuyanîkirin û serê xwe hejand.
“diviyabû ez wan li pey xwe bihêlim.”
Min çavdêriya pirê û Ebro-Delta ê dixuyê ji welatekî efrîka ye û
balkêş bû dikir, bê wê hîna ev çiqasî dî bidûmîne, berî em dijmin
bibînin, û di wê demê tevî de min guhdariya wî dengê pêşî û nizim
dikir, ko hertim li ser bûyera nezelal gazî min dikir, dibêjê min
pêwendiyên xwe bi vî mêrikî re deyne, û hîn kalemêr jî her li wir
rûniştî bû.
“ ew çi renge ajal bûn?“ min jê pirsî.
“ew bi tevayî sê ajal bûn”, da xuyanîkirin. “ ew du bizin û kitikek
bûn û dû re hîn çar cotên kevokan.”
“û diviyabû tu wan li pey xwe bihêlî?” min pirsî.
“erê, ji ber Topê. Qumendar ferman da min da ez bi pêş de herim, ji
ber Topê.”
“ û gelo malbata te tune ye?” min pirsî û pê re çavdêriya dawiya
pirê li aliyê din kir, hinga li wir cotek erebe ko ew ên dawî bûn
xwe bi keviya newalê ve berdidan xwarê.
“Na”, wî got, “hew ajal bûn, ên ko min dan xuyanîkirin. Bêguman
tiştek bi kitikê nayê, kitikek bi serê xwe bikêrî xwe tê. Lê ez
nikarim bînim ber çavên xwe bê wê çi bi serê ê din were.”
“bi hişê xwe yî siyasî tu li aliyê kê yî?” min pirsî.
“ez ne siyasetmedar im”, wî got. “temenê min heftê û şeş sal in. Ez
niha diwanzdeh kîlometreyan bi rê ve çûme, û ez guman dikim, êdî
niha ez nema dikarim bihtir herim.”
“ev der ne cihekî başe ji boyî mabûnê”, min got. “hegr tu karibî, li
wêderê li jor, cihê celde lê dibî duriyan û bi aliyê Tortosa de diçe
li wir kemiyon hene.“
“ez dixwazim hinekî bimînim”, wî got; “û dû re ez dê herim. Ma ew
kemiyon bi kû derê ve diçin?”
“bi aliyê Barcelonayê ve”, min jê re got.”
“ez kesî li wê hêlê nas nakim”, wî got, “lê gelekî spas ji te re.
Careke din zor zor spas.”
Wî awirek westiyayî û bê wate di min veda, dû re got, li vir divê
dîsa xemên xwe bi kesekî re par ve bike:
“tiştek bi kitikê nayê, ez vê dizanim; mirov ji boyî kitikekê divê
ti hizr û mitaleyan neke. Lê yên din; tu çi hizrê baş li ser yên din
dibînî?”
“off, dibe ew ê gelekî baş bin di nav tevayiya vê serkeftinê de.”
“tu ji vê bawer dikî?”
“çima na?“ min got û min pê re çavdêriya kaşê li ber qeraxa çem kir,
cihê ko niha erebe li wir nemane.
“ lê ma teyî di bin Topê de çi bikirane, li wî cihê ko ez ji ber
Topê bi pêş de şandim?”
“ma hinga te gerzelên kevokê xwe vekirî hiştin?”, min pirsî.
“erê”
“di pey re wê bifirin.”
“erê, ya rast wê bifirin. Lê yên din? Çêtire mirov li ser yên din
hizr û mitaleyan neke”, wî got.
“heger te xwe vehesandibe, ê min va ezê herim”, min wisa lezgînî
kir. “rabe ser xwe, û niha hewil bide ko bi yekcarî here.”
“spas”, wî got û rabû ser xwe, lê bi vî alî de û bi wî alî de
tewtihî û di pey re xwe li ser piştê di nav tozê de dirêj kir.
“min şivantiya ajalan dikir”, wî bi wê awaza sist û kelevajî got û
nehwirand, lê ne ji min re. “belê hew min şivantiya ajalan kiribû.”
Yekî nedikarî tiştekî pê re bike. Ew roj ya cejna pîroz bû, û faşîst
li himberî Ebro bi paş de vedigeriyan. Ew rojek tarî bû, bi ewrên
bilind nixumandî bû, ji ber wê jî belafirên wan li asmên xuya
nedikir in. Eve û rastiyeke, ko kitik ji bo xwe bikêr tên, hertişt
li gorî kêfa kalemêr dibû.
Jiyan_pêvajo_berhem
Nav:
Navê wî: Ernest Miller Hemingway ye
Navê bavê wî:Clarence E. Hemingway, bijîşk û nêçîrvan bû.
Dayîkka wî:Grace E. Hemingway, stranbêj bû.
Zayîn:
Ji dayîk û bavê xwe re, ji nav şeşan ew zaroka duyemîn bû. li Oak
Park, ko bajarekî biçûke li nêzîkî Chicago li Emerîkayê, di
bîstûyekê Tîrmehê de sala 1899ê ji dayîk bû ye.
Salên dibistanê:
1913_1917
di navber van salan de, çûye dibistana bilind li Oak Park. Di wî
çaxî de, E. Hemingway bi bavê xwe re Masîgirî û nêçîrvanî dikir. Û
herweha werziş dikir, pirtûk dixwendin, gotarên destpêkê di
rojnameya dibistanê de dinivîsîn.( bêguman ev tev dikir di ber gelek
karên niştimanperwerî li ser projeyên pêşdebirina wêje û edebiyatê.)
wisa berdewam kir heya diploma xwe di meha pûşperê de sala 1917ê de
wergirt.
Destpêka xebatê:
1917_1918
di van salan de, dibê gotarnivîs û peyamnêr (nûçegihênê herêmî) ji
(Kansas City Star) re. Lê di nîsana sala 1918ê de, dema cenga cîhanî
yekemîn despê dike, berê wî dikeve Ewrûpayê de û di ser Parîsê re
diçe Eniya şer ya Îtaliya yê.
Ew mîna leşkerekî azad erkê leşkeriyê dike,(pileyek serbazî
rûmetdarî û sitêrikekê werdigrê), dibê ajokerê turumpêla Ambulansê
ya xaça sor, ko bi taybetî di warê tenduristiyê de, girêdayî artêşa
îtaliyayê bû.
Di heştê tîrmehê de sala 1918ê û berî cejna zayîna wî bi du
heftiyan, di Eniya şer ya(Piave) de birîndar dibe. Birînên wî jî pir
mezin û dijwar bûn. Loma di meha çileyê paşîn de ji sala 1919ê dîsa
Ernest Hemingway vedgerê Emerîkayê. Û li karê rojnemevaniyê
dizîvirê.
Di sala 1920ê de dibê nûçegihên û gotarnivîs ji (Toronto Star
Weekly) û (Toronto Daily Star) herduyan re.
1921_1924
di van salan de, Ernest Hemingway û jina xwe Haley Richardson ko ew
ji (St. Louis) bû, li Parîsê rûdinin. Û ew di wan salan de dibê
peyamnêrê derve ji bo (Toronto Star Weekly).
Ernest Hemingway ji ezmûneyên jiyanê û dijwariya wê hîn bûbû, loma
her wî berxwedan kiriye û bi têgihiştin tevlî xebata mirovantiyê
bûye û tiştên nirxdar pêşkêş kirine.
Ernest Hemingway dibêjê:
“kîjan dibistan ya herî başe ji kesekî re, ko dixwaze bibe nivîskar?
Bêguman ew zaroktiyek çewisandiyî ye.”
“heger te sê tişt di jiyana xwe de kiribin, tu dikarî bi berdewamî
biramî_ Masîgirî, nêçîrvanî û dawî bixwîne_ û heger tu di hemû
jiyana xwe de, di bin bandora bivê-nevê de rawestiyayî be da tu
binivîsînê, bîne bîra xwe ko xwe hîn bikî.”
“divê mirov normal nivîsandina hevoka zelal û bi wate bizanibe. Ji
ber ko ew ya bandora xwe li her kesî dike.”
Çaxê mirov bala xwe didê jiyana E. Heminway, tê xuyanîkirin ko
jiyanek pir tîre û dewlemende, tije bizav û ezmûne ne. Li gelek
ciyan geriyaye nemaze li ewrûpa, di cenga cîhanî de bûye serbaz,
masîgirî, nêçîrvanî, û mijûliyek zû bi karê rojnemavaniyê heye. Van
tevan bandorek mezin li hişê wî yê torevanî kiriye, û hiştiye di
nivîsandinên xwe de, bibê mîna alavekî wênekêşanê, wisa jî hevoka
zelal hertim nivîsiye. Ev di berhemên wî yên destpêkê de xuyaye.
Berhemên wî yên destpêkê di salên 1923ê û 1924ê de li parîsê hatine
weşandin:
(Three stories and ten poems), sê çîrok û deh pexşan
(in our time), di dema me de
di vê dema niha de, ev herdu pirtûk derbasî nav pirtûkek din
bûne,(49 stories). pirtûkên navbûrî û hinek nivîsandinên E.
Hemingway ê di rojname û kovaran de hatine weşandin, bi hev re
hatine civandin.
E. Heminway hejmarek pir mezin ji berheman afirandine, ji beşên tore
î cur bi cur. Gotara rojnemevanî, çîrok, kurteçîrk, pexşan, û Roman
nivîsandine:
1. three stories and ten poems-Parîs-1923, (sê çîrok û deh pexşan)
2. in our time-Parîs-1924, ew hijdeh beşên kin in û bêyî sernav in.
3. in our tim-New york(Bony&Liveright)-1925, di nav bergê vê pirtûkê
de pengek kurteçîrok hene. Ji wan: Indian Camp, the Doctor and the
Doctor`s wife, the end of something, ....hbd.
4. in our time2. New York- 1930, çapa nû
5. the Torrents of spring-New York 1926
6. today is Fridy-Englewood, New Jersy-1926
7. the sun also Rises-New York- 1926
8. men without women-new York-1927, naveroka vê pirtûkê bi gelek
kurteçîroka xemilandî ye. Ji wan: the undefead, in another contry,
hills like whit Elephants,....hbd.
9. a Farewell to arms-New York-1929, ew Roman e.
10. introduction to kiki of Montparnasse.-New York-1929
11. Deth in afternoon-New York-1932
12. god rest you merry gentlemen-New York-1933
13. winner take nothing-New York-1933, (kurteçîrok)
14. green Hills of Africa-New York-1935
15. to hav and hav not-New York-1937
16. the spanish Erth-cleveland-1938
17. the fifth colum and the first forty-nine stories-New York-1938,
(kurteçîrok)
18. for whom the bell tolls-New York-1940
19. men at war, the best war stories of all time-New York-1942
20. voyage to victory, an eyewitness report of the battle for a
normandy beachhead-New York-1944
21. across the river and into the trees-New York-1950
22. the old man and the sea-New York-1952-(Kalemêr û derya), li ser
vê romanê xelata Nobil wergirt.
û gelek pirtûkên din ji berhemên wî hatine amadekirin, nemaze ji ên
di kovar û rojnameyan de weşandibûn. Wek vê hejmarê û bihtir li ser
jiyana Hemingway û berhemên wî hatine nivîsandin.
Bêguman Hemingway rolek girîng lîstiye di pêşdebirina astê wêjeya
cîhanî û navnetewî de. Berhemên wî hatine wergerandin bo bihtirîn
zimanên zindî li cîhanê.
Wî di sala 1954ê de xelata Nobel ya toreyî wergirtiye.
“mirov her wê bimre lê nabê bêhêvî bebe”
bi nivîsandina romana xwe (kalemêr û derya) di sala 1952ê de giha
cihekî pir bilind di afirandina hunerê de.
Bi sedan pexşan û kurteçîrok di kovar û rojnameyan de hatin weşandin
û pirtûk ji wan amade bûn. Gelek nivîskarên cîhanî piştî cenga 1945ê
daneser şopa Hemingway di nivîsandina kurteçîrokê de, nemaze li
Elmaniya.
Wek nimûne ji çîrokên wî re, (The old man at the bridge), kalemêrê
li ser Pirê, di sala 1938ê de weşandibû, ez werdigerînim zimanê
kurdî: