HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 

Helîm Yûsif: destpêşxerî û hêvîxwazî

                                                                              rojava.net 06.06.2005Sebrî Silêvanî

 

 

 

 

 

 

 

 

 






Dîsan ez dê li ser binemayên nivîskariyê birawestim lê vê care dixwazim dûbatê, ne tinê li ser hebûn yan nebûna binemayan bikim, belê li ser awayê pêkhanîn û bikarhanîna wan binemayan.
Ji bo nivîskarek sakar û seretayî hindek binema pêwîst in da ku bikare karê xwe yê wêjeyî encam bide mîna: behre, xwandin, lêkolîn, aşnabûn û pêdeçûn.
Belê ji bo nivîskarê pîşesaz herwek romannivîsan bêhtir binema pêwîst in çunkî afirandina ( çêkirin û avakirin) berhemek wêjeyî mezin wek romanê proje ye û alav û amrazên xurt û taybet pêdivî dike mîna: fantaziya, teknîk, aşnabûn û berî hemûyan ziman, zimanek saz û rehwan ku bikare wergêranê ( wergêrana wate û têgehan) bike eger pêwîst be belê ya herî giring ew e ku bikare derbirrînê bike.
Gerek e ku nivîskar û xwandevanê kurd bigehin baweriyê ku romana kurdî heye û heta radeyekê hebûna xwe selmandiye, gerek e ku wek rastiyekê ketwarana bi asanî werbigirin belê di heman demî de mafê wan heye ku pirsyar bikin ka romana kurdî di kîjan qonax û astê de ye?
Ev dikare bibe pirsa rojgarê û herwesa bibe cihê têbînî û rexneyan herçende zimanê rexnegiriyê hêj nesaz e di civakê wêjeya kurdî de û sedemên cuda cuda hene belê mijara min ne ev e.
Roman kar û hunerek pirr rehend e. Hertim bizavê li nav û derveyê cih û zemanan de dike. Bi lêgerîn û hewldan berdewam dibe û di berdewamiyê de dikare bigehe astê bîndariyê. Roman ji her biyavek din ji biyavên wêjeyê bêhtir pêwîst e bi taybet ji bo neteweyek çewsandî wek neteweya Kurd çunkî roman bi xwe bilind û vekirî ye, azad e, dûrî rastiyên reha û daxistî. Ango, dê bikare neteweyê li gel xwe bilind bike, rêbazan li ber biveke û pêrgî pirs û pirsyarên nepenî bihîne.
Hindek nivîskar û sosyolojiyên civakê Auropî mîna C. Logaş û Goldmanî dibêjin: formê romanê bi binyadê civakê ve girêdayî ye.
Eger em vê boçûnê li ser civakê kurdî bi awayek kirdariyane analîz bikin dê xuya bibe ku civakê Kurd ( takekesê Kurd wek bingeh), hêj nesaz û herifî ye.
Ew takekes gereke bihê avakirin û avakirin berî efrandinê ye. Herwesa zatê takekesî bi xwe jî hêj nesax e lewra mafê her kesê heye ku pirsyar bike: takekesê nesax dê çawa bikare derbirrînê ji civakê xwe bike?
Derbirrîn dê ne hêsan be çunkî civak bi xwe wan takekesan diçewsîne, kêm dibîne, belê di heman kat de takekes gunnehkar e çunkî ew jî civakê xwe kêm dibîne û bi hoyê nebûn, yan lawaziya derbirrînê, bandorên nerênî digehin prosesa efrandin û bîndariyê û weha werara takekes û civakan pêkve girêday dimîne herweha werara romanê jî.
Gelek mijarên sereke di pirraniya romanên kurdî de hene belê, ji bilî mijara girêdana forman bi civakan ve, ez dê tenê li ser dû mijaran birawestim ji ber ku hêj lawaz in û pêwîstî bi pêdeçûn û lêkolîn û xwandinan hene mîna:

1- Ziman:( teknîk, alav, huner)
2- Derbirrîn:( derbirrîna pêkhateyên civakê kurdî, hişmendiya ku heye û ya ku   gereke hebe)

Derbarey zimanî heta niha nikariye saziya xwe di karên wêjeya kurdî ya nûjen de wek bûnewerek sereke û berdar biçespîne ji ber gelek sedeman belê sersedem nebûna zimanek lihevhatî ye ku nivîskarê kurd bikare bi kar bihîne û herwesa xwandevanê kurd bikare werbigire.
Lê, ev nahê wê wateyê ku nivîskar, bi taybet romannivîs wê yekê bo xwe bike mehane û di akam de karek seqet û nesaz pêşkêşî xwandevanê kurd bike çunkî ziman binemayê sereke ye û berî ku nivîskar dest pê bike gerek e ew binema – ne tinê hebe- belê saz û mukum û avaker be ew jî eger nivîskar bizane û bawer bike ku zimanî yasa û zagonên xwe hene û despelînê dike bê ku desthelatiya nivîskaran li ser xwe bipejrîne.

Ji têbînî û kurt e analîzên berî niha, wek sirge, ez dikarim bibêjim ku têgeh û pêkhateyê berfireh bo zimanî di romana Sobartoyê de, heta radeyekê lawaz e belê di eynî demî de wek derbirrîn û endêşe heta hevradeyê bihêz e.
Ji aliyekê, zimanê romana Sobarto û gelek romanên din jî wek awêneyê nesaziya şêweyê avakirina civakê çand û wêjeya kurdî didin xuyakirin belê ji aliyek din saziya hewldan û destpêşxerî ( insiyatîv) û astê hêvîxwaziya takekesane ya nivîskarên Kurd ( Helîm Yûsifî wek mînak) diselmînin.
Ango, serbarê lawazî û kêmasiyên zimanê Sobartoyê ji aliyê rêziman û teknîkê, Helîm Yûsif kariye di Sobartoyê de wê mijarê bizoxîne û wek pirsek sereke – bêhemd - bihavêje ser berrkê herçende pirsek kevnar e belê ji ber ku demê tengaviyan e lewra giringiya dûbarekirina pirs û pirsyaran pêwîst e, dûbarekirin ji buhayê wan kêm nake.
Derbarey xala din, derbirrîna civakê kurdî ( Hişmendiya ku heye û ya ku gereke hebe), Helîm Yûsif hewl daye ku derbibirre bê ku biwergêre û ev jî bi serê xwe hewldanek kês e û heta radeyekê serketî ye, belê heta kîjan radeyê kariye bandorê li ser pirsê bi xwe bike?
Bersiv dê zehmet be çunkî hişmendiya ku heye herkes nas dike belê hişmendiya ku gereke hebe kîjan e?
Awayên pêkhatina wê hişmendiyê?
Sîmayên wê?
Zemîneyê ku li ser ava bibe?
Li gorî kîjan felsefe û perwerdeyê?
Li gorî kîjan binemayên dîrokî, sincî û keltûrî?
Ew hişmendiya ku gereke hebe, aya hatiye û dihê giftûgokirin?
Kîjan in karînên pejrandin û retkirin?
Lê, tu bibêjî ku romannivîsê kurd serqalê vê pirsê ye? Yan tinê penayê bo romanê, wek nav, wek berhemek pêwîst bo neteweya kurd, dibe?
Eger bersiv erênî be, nexwe çima heta niha bergehên wê hişmendiyê ne xuya ne? Ji xwe eger bersiv nerênî be, ma mirov dikare bibêje ku romana kurdî gehaye astek bilind ku yêdî xwandevanan pêrgî pirs û mijarên çarenivîsî bike û pirsa hişmendiyê yek e ji wan?
Bi nêrîna min Helêm Yûsif di romana Sobartoyê de hindekê – di navbera hişmendiya ku heye û ya ku gereke hebe de – hewl daye ku bi ser hil bibe, car nêzîk dibe û car jî dûr dibe û ev jî li ser amraz û binemayên nivîskariyê yên xweyî dimîne, ango di wê mewdayê de lêgerîn pêdivî ye û ew jî mîna gelek romannivîsên din hewl dide belê hêj negehaye ji ber ku ew mewda dûr û dirêj e. Dibe ku zehmet be ku kesek ji nifşê me bikare bigehe dawiya wê mewdayê belê hêsan e ku bikare hindek gavan bihavêje.

www.silevani.com

 

 


 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE