
-1-
LORÎKA HEYVÊ, HEYVÊ
Heyv hate dezgehê
Di çerçefa xwe ya nêrgizî de,
Lê dinere, lawik lê dinere
Ew hey ziq lê dinere,
Û di bayê çelqbûyî de
Heyv herdu destên xwe dilivîne,
Singa xwe ya hişk ji gulê xuya dike
Du pêsîr in tolaz û zelal belû dibe.
**
- Dûr bireve, heyvo, heyvo, heyvo
Heger Qereçî hatin
Wê dilê te dîl bikin,
Gerdenî û gulîsk in spî jê çêbikin.
- Lawiko, bihêle ez dîlan bikim,
Heger Qereçî hatin
Wê te bibînin li ser sindanê,
Û herdo çavên te yên biçûk wê girtîbin.
**
- Dûr bireve, heyvo, heyvo, heyvo
Ez nuha
Dengê simê hespê wan dibihîzim.
- Lawiko, min bihêle
Û spî-bozê min şelû neke.
**
Siwarê hespan nêzîkbûn
Gurmîna daholê zîzbû li gelî,
Û li hundurê dezgehê
Herdo çavên lewik girtîbûn.
Di rê-berê zeviyê zeytûna re
Qereçî dihatin
Qemerbûn nola xewna,
Ser hildayî
Û çav berdayî.
**
Çendîn kund dixwîne !
Ahî.. çawa li ser darê dixwîne,
Û
Li perê ezmana heyv difire
Û zarokekî biçok bi dest e.
**
Li dezgehê
Dilûlin Qereçî û digrîn.
Û ba li tiştê bûyî dimeyzîne
Anuha dimeyzîne li tiştê bûyî.
1- Lorîk : Rengeke ji
gotebêjêye, Helbest, Stran, Hozan..
*-*-*-*
-2-
BIRÎSYOZA Û BA
Birîsyoza bi rê ve tê
Û li heyvek(1) ji çermê îskan dide,
Di navbera rêyek bej-avî de
Ji cam û ji darên Xarê,
Bêdengiyek ji awazan direve
Ku wê nabire biqandina stêran,
Dikeve hemberî çelqdana derya
û tewîndinê,
Bo şevên xwe yên mişt ji masiyan.
Û li ser kupên çiya
Pasîvan xilmaş dibin,
Bircên gewr dipasivînin,
Cihê Angtar(2) lê dijîn.
Lê qereçiyê avê
Bo mijûliya xwe bînin,
Tixûbin ji qeseloka
Û kadînê Şînıya
Ji tîjikê dara berûyên şîn çêdikin.
**
Birîsoza bi rê ve tê
Û li heyvek ji çermê îskan dide
Û bi nêrîna(dîtina) wê re
Bayê tucarî ranaze hilbû.
Ew "San Kiristofer"ê tazî
Bi zimanê ezmanî xemilandî
Li keçikê dibane
Ya li awazek veşirtî dide.
- Herê keçikê
Kirasê xwe hilke, da bibînim laşê te
Bi tiliyên xwe yên kevnar bipişkivînim
Gula nêviyê te yê renge-şîn.
**
Birîsyoza.. defê tavêje
Û bê hedan direve
Û bayê nêr li pê dibeze
Şûrê xwe yê germ kişandiye.
**
Derya dişerme
Û bi xuşîna pêlê xwe ve neguhdêre
Tirş dibe rengê darê zeytûna
Ta bilûrên siyan distirên
Bi rûpela zingilên berfa şeyatok re.
- Bireve Birîsyoza, bireve
Ta ku bayê şîn negihîje te !
Bireve Birîsyoza, bireve
Binêre, ji ku ve tê te
"Satîra"(3) xweyê stêrkên tazî
û zimanê şewqdayî ..?.
**
Birîsyoza.. ji tirsa ruhê şêrîn
Derbasî wê malê bû
Ku li pişt dara berû'ya şîn e,
Ew mala serkêşê Angtarê ye,
Ji sawa qîrîna dengê wê
Sê pasvan bilez hatin
E'bê wan li wan civandî
Û kumê wan li nav çavê wan payî.
**
Ew kesê Angtar
Peyalek ji şîrê germ
Û yek ji meyê dide qereçiyê,
Birîsyoza devê xwe nadiyê.
Bi xem dibêje û bi girînî
Buyera xwe ji van kesan re,
.. Li derve
Ba bi engirandin
Dev qafikê serê ban dike.
1- An li defê dide..Tepilk, Req
2-Angtar: navê kevin ji Engilîzî ya re.. dema Selahedînê Eyobî.
3- Satîra: Di meslociya de, Zilamekî daristanê ye, pir tolaze .
*-*-*-*
-3-
PEVÇÛN
Li nîviyê newalê
Şûrên "Elbesête"
Mîna masiyan dibiriqîne
Çiko bi xwîna dujmin ve
xemilandîye
**
Şewqa kaxezên lîskê yên sar
Di biriqandina keskahiyê de
Diqulipin
Bi hespin hêcbûyî
û riwin fêrisan belû bibe.
Û liser şaxê dara zeytûnê
Du pîre-jin digrîn,
Û gayê pevçûnê radipelike dîwar.
Çend firiştin reş tên
Firiştin bi bask girsî-dirêjin.
Desmal û berfa pijaftî amadedikin,
Ji şûrên "Elbesête"
Çendekê Xiwan Antonyo ji "Montiya"
Laşê wê yê mişt binefş
Mirarkî liser kendal digindire,
Û hunarek di riwê wê de çikilye
Liser xaçek ji agir siwar bûye
Di riya mirinê radipelike.
**
Rê-şop tê, bi zilamên leşker re
Di navbera zeviyên zeytûnan re,
Bi lorîka marê lal ve
Xwîna rijiyayî digirî,
- Hey zilamên leşkerî birêz:
Ev çîroka kevin bi xwe ye..
Çar kes ji Romê
Û pênc Qertacî hatine kuştin..
**
Êvar, ji darê hejîran
Û ji xuşîna germ ta girtiye,
Li nav lingên şervanên birîndar
Bê-hiş ketiye,
Û hin firiştên reş
Di bayê rojava de difirin
Firiştin kezî dirêj
Û dil ji zeyta zeytûnan.
*-*-*-*
-4-
LORÎKA XILMAŞBÛYÎ
Şîn, şîn (1)
Çendî hezdikim tu şîn bî.
Şîn ba, şîn şax.
Giştî li derya
Û hesp li çiya.
Dixewne li eywanê
Û sî li ser newqê raxistî.
Laş şîn, por şîn
Û çav ji zîvê sar bû.
Şîn, şîn
Çendî hezdikim tu şîn bî.
.. Di tava heyva qereçiyan de
Her tişt lê dinerin
Lê ew tiştekî nabîne.
**
Şîn, şîn
Çendî hezdikim tu şîn bî.
Stêrkin mezin ji qeşa spî
Bi masiyên tarî re tên
Bo rê vekin li ber şevpeqê,
Û dara hejîra
Bayê xwe dixurîne
Bi çilpê pelê xwe ve,
Û çiya
Mîna pisîka dizek
Tora xwe ya tirş vedide.
Lê , ew ki ye tê..?
Û bi ku ve dere.?
Keçik li eywanê dimîne
Laş şîn, por şîn
Dixewne bi deryayên tal ve.
- Hevalo,
Dil min heye dagijbikim
Hespê xwe bi xaniyê wê !
Zînê xwe bi neynika wê !
Kêra xwe bi şûh'a(2) wê !
Hevalo, ez birêndar hatime
Ji dergehên "Kabora"(3).
- Ger min karîba.. xorto
Minê bo te, ev dadij bikira.
Lê ez nema me ew kesê berê
Û ne xanî nuha xaniyê min e..
- Hevalo, min dil heye
Ez çeleng bimirim,
Liser livîna xwe
-Ger biva- Liser textê hesinî
Rapêçayî di çerçefin Hullendî de.
Ma qene, tu birînê min nabîne
Ji singê ta bi qirikê ve.
- Sê sed gulên qemer
Belabûne li qutikê te,
Xwîna te ya germ diherike
Ji gelek cihan ji piştoteka te,
Lê ez nema me ew kesê berê
Û ne xanî nuha xaniyê min e..
- De bihêle- bi kêmanî-
Hilkişim qatên bilind
- De bihêle hilkişim - bihêle
Eywanên keske-reng
Eywanên heyva biçok
Cihê av lê dişkin.
**
Hingê
Herdo heval hildikşin
Ta bi eywanên bilind,
Li dû wan xêzin ji xwînê
Mîna lekan dimîne,
Û li banê qafikan
Çirayên ji tenege dilerizin,
Hezar lorîkên ji qizêzê
Şevpeqê birîn dikin.
Şîn, şîn
Çendî hezdikim tu şîn bî,
Şîn ba, şîn şax .
Herdo heval hilkişiyan jor
Û bayê xurt
Tamek biyan liser lêvan dihişt
Tama tal bi ni'na' û reyhan ve,
- Hevalo, kanî ew ?
Li ku ye ew keçika delodîn.?
- Çend caran li bendî te ma !
Û çend caran wê li benda te bimîne
Liser wê eywana şîn,
Rû geş
Por reş.
Li ber bîra avê
Keça Qereçî liba dibû,
Laş şîn, por şîn
Û çav ji zîvê sar bû,
Heyva perçak ji qeşa
Biser riwê avê diket,
Çendî şev kedî bûyî xwe dikona
Nola gasînek biçûk,
Û zilamên leşkerî serxweş
Li deriya dixînin.
Şîn, şîn
Çendî hezdikim tu şîn bî.
Şîn ba, şîn şax.
Giştî li derya
Û hesp li çiya.
1- Kesk, keskahî.. rengê kesk.
2- Şûh' ; kember, ristek ji hevirmêşe, jin newqa xwe pê girêdidin.
3- Kabora: Gundeke li derdora Qurtuba ye.
*-*-*-*
-5-
XWE-PERISTA(1) QEREÇÎ
Bêdengiyek ji kils û rîhanê.
Û tolik li nav hûre-giya.
Xwe-peristê
Liser hîzarekî qenewîçan
gulin ji rengê qirşa çêdike.
Û heft firokên mewşûrî
Li asoyê tentena cûn difirin.
Çingîna zingilan ji dûr hiltê
Mîna hirçê liser piştê paldayî.
Çendî xweşik e qenewîçên wê
Jiber çeleng e hunera wê.
Ji sawîrên xwe dihûne
Gulin ji rengê qirşa çêdike.
Çi gulê berberoya
Çi çîçekên magnoliya
Bi morîkên şiyatok û rîbanan,
Çi zaferan
Û çi heyvin liser riwê hîzar,
Pênc narinc di şekir de dakirî
Li bixêrîka nêzîk dikijilî.
Mîna birîna Îsa ye
Ji Mîriyê(2) hatiye çinîn.
Ser çavê xwe-piristê xuya dike
Siya du şerbazên siwar
Bi hespê xwe bazdidin,
Bayekî dêwî lal hiltê
Kirasê wê hildike,
Gulavî pê re difûre
Hunavê wê yê şekirî şerm-dike,
Gava ewr û çiya dibîne
Li dûrbûna çola bê xwedî
Dilê wê dipirçive.
Ah! Çi beyarek şewibî ye
Bi bîst rokan dibiriqîne.
Çi sawîrê wê dibîne
Ku çemin liser lingan şipya ne,
Lê.. Hîn mijûl e
Bi gulê qenewîçê xwe ve
Tevî ku şewqa asoyî
Li nav sura bayan
Daseke şeşrengê(3) dilîze..
Di navbera qelşên perdên ji qirşa
Ku bi agirê dixsiyê dikele.
1- Xwe-perist: Keç an jina xwe
diyarî kar û xebata olî dike, bi teybet li kinşta (Fila)
Xiristiyana.(راهبة)
2- Miryê: Bajareke li başûrê Îspaniya ye, tê nasîn bi çandiniyê.
3- Şeşreng: Şetrenc, ew lîstika şah û rex û ferezîna. (شطرنج)
*-*-*-*