|
Gelî jin û mêrên azad ên
li Elmanya, Ewrûpa û Kurdistanê,
em jinên ne girêdayî bi tu partiyan re, ji hemû
parçên Kurdistanê ne, em êşa kuştina jinan bi
navê şerefê pirsgêrikeka çetin û karekî ne
mirovan e dibînin. Rehên vê babetê yên dîrokî,
civakî, kultûrî û olî di civaka Kurdî de hene.
Tevî pir guhertinên berfireh di tevayiya cihanê
de û li hemî parçeyên Kurdistanê lê belê rewşa
jinên Kurdan nehatiye guhertin û pêşketin.
Tenê ji derve hewldanên siyasî her hebûn bo
astengkirina wan kiryaran, bo nimûne dema
kuştina Xatun Serücu sala 2005 an li Berlinê yan
piştî bûyera Duoa li Kurdistanê di 2007an de. Lê
belê ev hîç têrê nake û ev babet ta niha di
civaka Kurdî de qedexe ye.
Lewra dem hatiye ku em bêdengiya xwe rawestînin
û gerek e em:
• Kuştinên bi navê şerefê wekî cinayet bidin
nasînê
• Kujeran ne wekî lehengan lê belê wekî
tewanbaran bidin nasîne û divê ew li ser vê
bingehê bên cezakirinê
• Em jinan ne wekî namûsa mêran binasin, û
wateya namûsê zelal bikin
• Bi hev re rê û çareseriyên li dijî kuştina
jinan bibînin
• Berpirsiyariya her kesekî ye, ku rê li ber
kiryarên wisa bigre
• Mafê jinan û mafên mirovan ji jinan re bidin
xuyakirinê
• Li rêyên çareseriyê bigerin û têkilyan bi
malbatên têkildar re çêkin.
• Amade bin ku bi kesne din re bo vê babetê gift
û goyan bikin, raman û
pêşniyaran bikin û bihêz beşdar bibin
• Bi tevger, partî, komel, kom û kesayetiyên li
welêt û derveyî welêt re hevkariyê çêbikin û bi
hev re çareseriyan ji van astengan re bibînin.
Gelî jinên ji bo mafên jinan kar dikin, tevgerên
jinan, tevgerên mafên mirovan, jinên mafnas,
jinên rojnamevan, jinên karê civakî dikin, jinên
nivîskar, jinên bijîşk, jinên mamoste, jinên
hunermend û hemû jinên bixwazin beşdar bibin,
hûn hemî vexwendîne vê civînê:
Roja şemiyî 30.06.2007 katjimêr 11.00 li
Langenhagenê rex Hannoverê.
Navnîşan: Bürgersaal
Brinkholt 10
30851 Langenhagen
Jin û mêrên nikaribin beşdar bibin, dikarin bi
rêya vê E- mailê: jinenazad@yahoo.de raman û
pêşniyarên xwe ji me re rêkin.
Em ê nivîsên we di dema civîna xwe de bidin
berçvan.
|