| |
|
|
Daxuyanî
|
|
rojava.net 06.06.2005 |
|
|
|
|
Li himber tundirûstiya desthilatdarên rêjîma Sûriyê kir, ya ku dijî
xwepêşandina gelê kurd a bêdeng û aştîxwaz de a ku bi armanca
peydakirina komîteke netewî ji bo vepirsînê di kûştina nemir şêx
Me'şûk de bike û rastiyê bîne hole. Ji xwe tundiya rêjîmê girêdayî
bû, bi projeya talankirin û diziya kargehên kurdan, ji xwe dizî di
bin çavên endamên parastinê de perdewam dibû.
Em dişepêla pêşeroj a kurdî, tundirûstiyê şermezar dikin û çi dizî
jî çê bûbe desthilatdarên rêjîmê berpirsiyarin di ber de û ev reng
ji dijîtiyê afrandineke nûjine ji mejiyê şovînistaye a ku bi wê
dixwazin li himber doz û daxwazên gelê me bisekinin .
Di wî warî de jî em şermezar dikin, komkirina hin kesayetiyên ereb û
seryan yên bi dezgehên rêjîmê hatin girêdan û berdevkin ji wê re, em
dibêjin ku em û gelê ereb û aşûriyan binkokin ji gelê Sûrî û parçeke
ji dîroka wê ne, dîroka me hevpar bû û divêt em bi hevre pêşerojeke
hevjîn ava nikin, tê de yasa û maf peyda bibe û gelê kurd mafên xwe
yê netewî bi dest xîne.
Dîsa jî dibêjin ku nakokiya me bi rêjîmê re ye û tu peywendiyên gelê
ereb bi wê tune ye û nerîna me ji wan kesê ku alîkariya dezgehên
parastinê dikin, tiştekî ji rastiya jiyana hevpar a ku di nav
miletên sûrî de na guhere û di vî mijarî de şermezariyek pir mezin
ji çi kesê ku dixwaze nakokiyên di nav gelên sûrî de bike.
Û ji layekî din ve em haydariyê dixwazin ji pilanên rêjîmê a ku
dixwaze yekîtiya helwesta kurdî bi herifîne, çimkî ya herî pêwîst
divê qonaxê de ew e, ji xwe divêt amadebûneke rast û durûst ji
qonaxa tê re bibe, bi haziriyeke netewî û bi mejiyeke netewî û her
dûrbûn ji mejiyê partîtî gereke ji bo tu keys ji rêjîmê re nemîne ku
bikaribe helwesta kurdî netewî biherifîne an jî berê nakokiyê
biguhere.
Şermezarî ji parêzvanên dizan û ewanên di nav gelan de
Silav bo çi kesê guleke aştiyê biçîne .
Qamişlo 6/6/2005
Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê
|
|
|
|
المقالات
المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع |
|
|
|
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE |
|
|
|
|
|