|
Kampaniya
100.000 imze li Rojava deng
vedide
keskesor.info (rojava.net) 6. 3. 2006.
Danheva 100 hezar imze bo
pejirandina fermî ya zimanê kurdî li Sûriyê dengveda.
Bo heman mebestê gelek girûpên xortên kurd li
Efrînê, Helebê, Serêkaniyê, Hesiçayê, Qamişlo, Dêrik,
Tirpespiyê, Amûdê û Şamê, herweha li gund û bajarên
kurdan imzeyan bi coşeke mezin berhev dikin.
Van girûpan danheva imzeyan ji xwe re kiriye
kar û hewl didin ku jimareke baş ji imzeyan bidin hev.
Danheva imzeyan li rojavayê Kurdistanê
deng vedide, girûpekê ji wan
girûpan ji keskesor.info re ragihand ku ew hewil didin
imzeyan ji kesên ereb û endamên civata sivîl jî berhev
bikin.
|