|
Kulîlkên Mirinê
Ehmedê Huseynî
Bo Şakiroyê Xudo
Me bi hev re li dilopa qurmizî ya li ser rûyê
berfa Moskovayê dinêrî,
Me bi hev re li serçavka spî ya êvara ji pûnga
nostaljyayê ya Stokholmê dinêrî û me şevçirayên
bajaran bi agirê dilên xwe vêdixistin..
Te ji min re digot: Kuro Ehmedo tu ne bi tenê
helbestvan î, tu di reqsê de jî helbestan
dinîvîsînî!
Piyala dawîn di nav destê te de wek peykerekî ji
xewnê dikeniya û min jî dînên Amûdê û goristanên
dilê xwe ji te re digotin..
Tu bi Eskerê Boyik û bi serdema rêvingî û
çurusîna hinarkên paytextan mijûl dibûyî, tu ji
Ermenistanê berbi kêrên bîranînan ve sernişîv
dibûyî û li nik peravên hesretê wek melevanekî
deng şkestî radiwestiyayî!
Min jî dastana xwe ya mirî û ferhenga rexên xwe
yên ji tozê li ber destên te radixistin..
Tu dergehên êşê bi ser metirsiya sînoran û
helkehelka rêberan û bêzariya şopevanan ve
vedikî û nifirên xwe yên seravê di bîbikên
qederê de dadiçikînî û ji min berbi baskên berfê
ve wek hawara bavê min, direvî.
Tu behsa kulîlkên mirinê dikî û tu şînekî tarî
bi ser rûpelên tenhatiya min ve dirijînî..
Min ji te re bi zimanê gulgenimên zemanê xwe
digot: De peyvan ji sîberan dawerifîne û
kulîlkên mirinê ji destê xwe berbi pencereyên
şevê ve bavêje, min di reqsê de bi bîr bîne û
xwe jî di piyala dawîn a jehra mirinê de!
Kulîlkên mirinê pencereyan vedikin.
Kulîlkên mirinê mîrnişîniyan talan dikin.
Kulîlkên mirinê şînekî tarî vedixwin.
Kulîlkên mirinê jena dilan dagîr dikin.
Kulîlkên mirinê dilopa qurmizî ya li ser rûyê
berfa Moskovayê û
Kulîlkên mirinê, serçavka spî ya ji nostaljyayê
ya stokholmê
Bi reşgirêdanê dibarînin, nexşeya axînan di
navbera piyala min û
Lezegavên sermestiya te de bi bagera kêlan
dihejînin û
Kulîlkên mirinê ji bilî helbestan, reqs û semayê,
bi ximava jiyanê,
di pesnê jiyanê de, dinivîsînin.
05. 02. 2007
|