|
Roja yekşemê,
4.11.2007, Senterî Arşîv û Tojîneweyî
Rojnamegerî Kurdistan û Komîta Kurdên Hannover
bi hev re çavpêketinek bi helbestvanê kurd
Dilşad Ebdula sernûserê Kovara Ayînde û Hemîd
Bedirxan re lidar xistin.
Hêja Dilşad
Ebdula çend helbestên xwe ji bo beşdaran xwendin
û herweha li ser ezmûneya Dezgeha Çap û Bexşê
Serdem û Kovara Ayînde agahdariyên balkêş dan.
Ji hêla xwe
ve hêja Hemîd Bedirxan jî, agahdariyên berfireh
li ser Dezgeha Bedirxan û Rojnameya Bedirxan
pêşkêş kirin.
Di vê
rûniştina helbestî û rojnamegerî de, gengeşeyeke
vekirî, li ser rojnamegerî û nivîskariya kurdî
li Başûrê Kurdistanê, di navbera beşdar û herdu
birêzan de çêbû.
Kurtejiyana
Dilşad Ebdula:
-
Payîza 1956 an li şarê Hewlêr hatiye jiyanê
-
Berhemên çapkirî:
1-
Ciwanîyekan, helbest 1992 Hewlêr
2-
Piyaseyî Pepûlekan, helbest 1995, Hewlêr
3-
Befir Nûsîn, helbest, 1998 Dezgeha Serdem
4-
Gomî pûng, helbest, 1998 Dezgeha Serdem
5-
Şewî Duwem, helbest, 1999 Dezgeha Serdem
6-
Bizirbûnî Awêk, helbest, 2000 Dezgeha Serdem
7-
Hewlêk bo kuştinî kat, helbest, 2001 Dezgeha
Serdem
8-
Mangî niwemor, helbest, 2002 Dezgeha Serdem
9-
Hec,
helbest, 2004 Dezgeha Aras
10-
Bazarî bon firoşan, helbest, 2005 Dezgeha Serdem
11-
Befreloyî, helbest, 2006 Dezgeha Aras
12-
Îroskê, helbest, 2006 Dezgeha Serdem û çapa
duyem heman salê Dezgeha Aras
13-
Şewekanî Amîtaberdirêjayî babil, helbest, 2007
Dezgeha Serdem
-
Beşê yekem ji berhema xwe „Befirnûs û ewanîtir“
, Dezgeha Aras
-
Sala 1998 an li gel Şêrgo Bêkes, Hisên Arif,
Muhemed Mukrî û Rewûf Bêgerd Dezgeha Çap û Bexşê
Serdem damezirandiye.
-
Niha sernûserê Kovara Ayînde ye ku ji hêla
Dezgeha Serdem ve tê weşandin |