Wergerandin heman pencereya
tekane ye ya dikare berhemdarî û
hunermendiya cihanî ji çandekê terxanî
çandeke din bike.
Belkî pirsa wergerandinê ya herî sereke ev
e: Heya kîjan radeyê wergerandin dikare
bawermend û bextiyane hestên nivîskar û
cîhana teybet ya dorpêçayî di wextê
afirandinê de bigihîne? Heya kîjan radeyê
xurist û jînenîgariya wan miletan radest
dike?
Zehmet e em bikaribin bi hûrbûn bersivê
bidin. Carna bihtirî wergerandinekê ji heman
berhemê re tê der, di navbera wan de
cidabûnên eşkere di guhastina derdorên karê
behremend yên bi zimanê bingehîn de hene. Em
wesa digihin encama ku hizirvaniya wergervan
û jêhatina zimanê wî roleke mezin dileyîze û
pê re roleke guherok li nivîsa bingehîn
dikin.
Nerînek heye dibêje yê wergervan, ne gerek e
di herdu zimanan de serketî be, rewşenbîr be
û wêjevan be, da bibe wergervan. Ev karmendî
gelekî ji wesa zehmettir e, ji ber di ziman
bi xwe de ye, di giyan û jînenîgarî û
guhertinên wî de ye, ka heya kîjan radeyê
dikare jiyanê bilêv bike yan xwe serdest
bike.
Nerînek din dibêje wergerandineke serketî ne
tenê bi zanistiya bi herdu zimanan ve
girêdayî ye, lê bi hin mercên din ve jî, wek
bidestxistina alavên wêjevaniyê û
rexnegiriyê û zaniyariya giştî, li gel
agahiya ji jiyan û hizirvanî û rêz û
baweriyên miletên herdu zimanan.
Wergervan bi rastî kesekî belengaz e, ne wek
xwendevan rehet e û ne jî wek berhemdar bi
nav û deng e. Ew pira li navbera herduyan de
ye. Ne ji rehetiya xwendevan bi beĥir e û ne
ji rûmeta berhemdar.
Helbet kêmasî û guherîneke mezin digihe
berhema tê wergerandin dema ji zimanekî tê
guhestin bo zimanekî din. Pa em dê çi
bibêjin di wergerandina ji zimanekî navber
re ?
Bi xwe wergervan ji zimanekî navber
wernagerînin ji bilî bi mehaneya nezanebûna
bi zimanê berhemê yê bingehîn, yan
nepeydabûna berhemê bi xwe di zimanê
bingehîn de, dibe jî ku zimanê berhemê
zimanekî kêmbelav be, an jî têkeliya navbera
herdû çandan de lawaz be. Ji ber wesa bê
çare dimînin ji zimanekî navber wergerînin.
Car heye ku wergerandina ji zimanekî navber
gelkî jêhatîtir be ji wergera ji zimanê
bingehîn, ev tişt girêdayî berhemdariya
wergervan û zanistiya wî ye, bi berdewamiya
xebata wî di vî warî de.
Wergerandina ji zimanekî navber di baştirîn
rewşa xwe de, barkirina naveroka wê berhemê
ye, rûtbûyî ji mercên xwe yên hunerî û
xweşikbûna hunadina ziman. Bihtir şêweyê
wergervan hildigre. Dibe weku hunermendekî/ê
ku nîgarekê ji periyekî re şîxt dike, ew bi
xwe wê periyê nabîne lê jê re hatiye
pesinandin. Yanî wergerandina çewt yan
jihevketî ne di wergerandina ji zimanê
navber de ye bi qasî ku girêdayî kêmzanebûn
û bi çanda wî zîmanî ye.
Lê nexwe heya kîjan radeyê wergerandina min
ji helbestên jinên Efgan re,ji erebî bo
kurdî, wê çewt yan rast be ? Nexasim di
peydanebûna tu têkiliyan di navbera herdû
ziman û çandan de. Gelek caran ez pêrgî
helbest yan nivîsine ku ji zimanekî din
hatine wergerand bo erebî dibim, û gelek
dixwzim wê berhemendiya ciwan wegerînim
zimanê xwe yê kurdî û li dewlemendiya wî
zêde bikim, lê her li teşqeleya zimanê
navber dimînim rawestiyayî.
Ez helbestên Efganiyan wergerînim yan
bimînim di wê bendemanê de ku wê kesek were
ji zimanê Efganî seranser wergerîne kurdî?
Heman hat bîra min, kengî wê Gabriyêl Markêz
Garsiya û Pawlo Kwêlo û Lorka û Yanîs Rîtsus
û Izabêl Alêndî ji ispanî werê wergerandin
bo kurdî?
Êdgar Alan Po û Kolin Wêlson û Şikspîr û
Wîliyem Fokner û Vêrjîniya Wêlf ji îngilîzî?
Rilkê û Gottê û Nîtşê û Hêrman Hêsê û Gunter
Gras ji elmanî?
Loran Gaspar û Rambo û malarmê û Marik Lîvî
ji ferensî?
Û , û , û , û ???????
Kurd ji mirinê qayimtir in
Her kes ji me di cihê xwe de pêşmerge ye
Sibeha we aştî