Ez naxwazim,
pelên dîrokê vegerînim, lê bivênevê hestên
merov êş û janê di kûraniya dil de bi cî
dikin..
Parçekirina welatekî bi pîvana bêtir ji 450î
hezar k.m di navbera çar dewletan de, ko îro
roj li ser xak û miletê me desthilatdar in,
her bi her rewşa milet dijwartir dikin,
çimkî zordarî bi hemû cûreyên xwe bêtir dibe..
Di encamên şer, pevçûn û nakokiyên van
dewletan yên xwe bi xwe de, ya dawî di
beranberiya miletê kurd de li hev dikin û
yek hêz û yek dest in..Ji bo pir dirêj nekim,
ev gengeşî û hêza zirt û fortên dewleta
Turkiye ya faşîst li ser miletê kurd bi
behaneya tiroristiya Pkk û dijberiya wê ji
dewleta dîmuqratîk re(helbet di nerîna
Tirkan de), hemû armancên propaganda Tirkan,
ko nerînên cîhanê ji ser kêşeya kurdî
bizîvirînin û miletê kurd di qorziya
tiroristiyê de tengav û dîl bikin..
Belê bi tundî berê xwe dane xeleka herî qels,
da karibin çirûska hêviya miletê kurd bi
giştî û bi taybetî di Kurdistana Îraqê de
vemirînin..
Di vir de çi ji partiyên Kurdistanê, çi ji
miletê kurd, ji diplomasiya kurdan, hem ji
nivîskar û rewşenbîrên têgihiştî tête
xwestin?
Aya vî miletî ber bi çi ve bajon, gelo ev
milet çi barî dikare hilgire?
Di nerîna min de û dibe ev nerîn li gor dilê
gelekan lawaz bê, gerek zimanê hêz û çek,
zor û zorinde, nebe zimanê serekî yê
têgihana cîhanê ji kêşeya miletê kurd re,
miletê kurd bêguman xwedî maf e, lê bi çi
hêza leşkerî be, di nav van dijminên dûr û
nêzîk de, dê ev ziman ne serkeftî be..
Em bi dadmendiya kêşeya miletê xwe, bi vîna
wî, bi gihiştina wî ji tirazûyên hêzên
navnetewî re bawer in. Tevî ko em bi giştî
dizanin ev dewlet ne bi aştî, ne bi şer me
diderivînin, lê gerek em miletê xwe ji
cengên gef û xwînrêjiyê biparêsin..
Bela her tişt di dema xwe de, sezayî serdemê
be..bila em zanibin bê dijminên me çiqas
pere li ser propaganda dijî tevgera netewiya
kurdî xerc dikin, heya ko parek mezin ji
miletê me dijî tevgerê radibe, û miletê kurd
wisan tarûmar dikin, bê guman li bakurê
Kurdistanê nimûna berçav û balkêş e, bi
piraniya milet di dengdana dawî de, dengên
xwe dane partiya Ardogan, ev jî gotina me
tekez dike..
Di derbarê xwepêşindana ko li Qamişlo di
roja 2/11/2007an de pêkhat. Kî bin û ji çi
partiyê bin ew Kurd in, karekî aştiyane û
cûreyek ji cûreyê tekoşînê ye.. Mixabin
hêzên ewlekariyê weke herdem bi tundî ew red
kirin û bûn sedema kujtin û birîndarkirina
gelek xortên kurd. Hêviya min ji partiyên
kurdî li rojavayê kurdistanê heye, ko berê
miletê belengaz û silvîl nedin kujtinê..
Dewletek mîna Amerîka ji bo berjewendiyên
xwe li gel Turkiyê bê şerm dijminatiya
Kurdan dike.. Dema berjewendî di mijarê de
serdest in, dê ev miletê reben çi bike?
Ya herî giring bila heya dilopa dawî ji
xwîna me jî, em yek dil û yek deng bin,
tucar yefşê nedin dijminan ko yekîtiya me
têk bibin..
3/11/2007
Ezizxemcivin@hotmail.com