Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

06 November 2007 12:00

 


 

 

 

Le berzayî şûrî Çîn da

Dilşad Ebdulle

Salî 221 p.z imprator Kîn Şî Hiwang
Ilhamî le mangewe bo hat:
Asman çend pan û por bê
Trîfeyî minî têda ciwantir e
Her ew şew, sîhrî balindeyek çû we
Leşî impratorewe
Berd çûwe xew niyewe:
Her çî şitî ser surhêne
Le min da cîgey bû tewe
Wekî ewey peykerî xwawendekanî girîk û
Ehramekanî Mîsir be teniya berdî kele kirawe bin
Cûda le xewnî terîwuyîwestayî kareme û
Peykertaşî çeng burkan û
Koyîle û esîrî şeydayî azadî.
Salî 221 p.z imprator Kîn Şî Hiwang
Le ser berdêkî gewre da
Perû balî balindeyekî kirdewe
Berew rûyî mang helîda,
bo kiwê defrê, ewê dekem be şûrî Çîn!

Le hîkayetî kon da, paşa û sultan
Her çiyan wîstibê helal biwe bo yan
Keçî, wekî perdaxî zehir binoşin
Wa jiyaniyan cê hiştiwe
Ruîştûn le laman.
Le bin şûrî berzî Çîn da
Tac û mêzerî awrîşim û kewşî zîûyan
Bazin û engustîleyî neqêm gewre
Qiseyî peşim û serbûrdeyî bêtamiyan
Lew şwîn da ketibûn
Ke be seryan da deroîştim.

Hewrî xeyalêk hate xwar
Dayî le perçemî temaşam:
Erê ew hemû dîware
Be ser qote û miley şax da têperiyewe,
Ya şan û miley dildaran?
Be ser berd û qor da kewtew, ya be ser xemî nazdaran?

Le bin şûrî berzî Çîn da
Amojgarî wenewşeyî Konfoşiyos û
Hî sûrî Mao!
Goyî memkî biraw, dest î penceyî qirta û
Raz û sikaleyî mozewe û Tampil
Goraniye xemgînekanî rox rûbarî zerd
Her yeke û şitêkiyan le ser dest danabû
Biyanbe le gel xot
Seferî ew dûr e
Zor şitî lew coreyî pêwîst e

Be piştî pekîn da serkewtim ta serê
Mang beraderkî kon û ciyê mitmaneye
Be xorayî ne bû tewe qîbleyî aşiqan
Min imprator Kîn Şî Hiwang
Deçme xewnî gewreyî Çînewe
Xom wen dekem le nawiyan da
Dîde hêşta tewa kiz nebûwe
Xuliya hêşta tewaw kip nebûye
Çirîkeyî melêk pêm delê:
Eger hemû şitekanî wilatî min
Biçûkî binasrînew
Şûr im be gewre û bilindî!
Le pencereyî firokewe,
mang rût bibwewe rût rût
xoyî nûsandibû be qedî şûrewe
hewrêkî tenkî meyle û narincî
herdûkiyanî dapûşî bû
xeric bû biçne perdewe
Ey Kîn Şî Hiwang!
Şuîn pêtim le ser rûyî mang lê diyar e,
detiwîst berew kiwê serkewî?
Le berzayî şûrî Çîn da
Her çî paşa û sultan e
Le çend m² da ciyan bûtewe
Ew hemû rûbereyî ke mawe
Hî ewa niye bê naw in
Kes nazanê mirdûn yan mawin?
 


Naverastî Hizêranî 2005- Pekîn

Veguhestin bo tîpên latînî: Tengezarê Marînî







 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1