Ne hêja ye,
ku du mirov gengeşeyê li ser sûdewergirtina
komcivîn û çalakiyên ku bi wêje û gotina
kurdî ya resen ve girêdayî bike û têkeve nav
gumanan. Di van komcivînan de, bi kêmanî,
gelek nivîskar û kesayetên kurd yên ku bi vê
çarçevê ve girêdayî, hem hev dibînin û hem
jî hev nas dikin. Bi girêdan û nêzîkbûna wan
ji hev re, pêvajoya nivîsandina, helwesta
nivîsandina bi zimanê dayikê dikeve rojevê û
derdikeve pêş. Lê navlêkirinên ku ne di
cihên xwe de, ku ji aliyê gelek sazî û
dezgehan ve bikar tên, mirov divê wan jî
bibîne û bibêje, ka di cihê xwe de hatine
yan na? Yek ji wan navlêkirinan "Festîvala
Helbesta Kurdî" ye. Heta ku ev nav di cihê
xwe yê dirust de bikar bê, divabû çi bibûya
û ci nebûya? Ev pirsa ku min wek kurdekî ji
xwe kir, hişt ez bersivê, heger bi derngî be
jî bidim xwe.
Dema ku navê helbestê tê gotin, yekser bala
mirov diçe ser erkên binghîn yên stûnên
helbestî û mijarên bi wê ve girêdayî, yên ku
xwe wek zemîn li ser şevên sazkirî yên li
ser dikeyan tên raxistin û daliqandin. Dema
em werin û ji mirovekî Europî re çêla
mehrecanek helbestî bikin, yekser wê ew
mirov di hiş û sawîrên xwe de, dîmenekî di
hişê xwe de xêz bike û li hember wê
navlêkirinê amadeyên xwe bike. Wê ew kes:
şanoyeke fireh, dikeke bi perde, lempeyên
romantîk, reqsevanên taybet, dîmenên bedew û
gelek alavên ku bi naveroka helbestan bi xwe
girêdayî ve nîgar bike wek: xewn, evîn, çêj
û bedewî, cejnên netewî, vejînên dîrokî...
bi beşdariya gelek endesyan û dîkornasên
payebilind, di ber çavên xwe re derbas
bike... û ku ne wek wî/ê derket jî, yan
tevlihevîk di warê organîzekirina wan
amadekariyan de were kirin, wê nerazîbûna
xwe jî bi dilsozî bîne ziman, li gotina wî/ê
jî baş tê guhdarkirin.
Lê li cem mirovekî Kurd dema ku navê
helbestê tê ziman, bê guman gelek tişt ji
vanên ku niha min gotin nayên bîra wî/ê. Li
şûna wan gelek tiştên din tên bîra mirov,
wek: qezenckirinên komikan û dengvedana wan,
rojeva siyasî ya ku îro li nav kurdan heye,
kî pê radibe, cihê ku lê cêdibe, mehrecan
dikare heta kîjan radeyê bibe zimanê vê
bûyerê..... û gelek taybetiyên din yên li
derveyî mijara helbestê ne, di hişên Kurdan
re derbas dibin. Ev dîmen bi rastî jî, ji bo
me rastîyek e. Ev sedem jî dihêle tim karên
me nîvco bimînin û bi ser nekevin. Ka
bedewiya gotina helbestî, ka raxistina
zemînekî ku bi mijara helbestan ve girêdayî,
ka guhdarên serkeftî, ka hilbijartina
helbestvanên rasteqînî ???? Gelek pirsên me
tim bê bersiv dimînin.
Ev herdu dîmenên ku di hizra mirovan de
derbas dibe, ji sedî sed ne ji ber xwe
hatine. Yek jê, ji rewşa ku niha li ber
çavan e û ya din, ku ev nîgarî bi dehên
salan cihê xwe di hest û giyanê mirov de
çêkiriye û roj bi roj xwedî dibe.
Ji bo ku em jî li Europayê dijîn, gerek e,
em ji wan fêrî hin tiştan bibin. Tiştên
bikêrhatî ne ji ber xwe hatine, belê ji
encama ked û westana û pilankirina bi salan
e. Em dixwazin tiştên baş bikin û kêlîkê jî,
ji dema xwe jêre veneqetînin, ma dibe? Yan
mirov xwe neke berpirsyarê tiştan yan jî
tiştên xweşik û bi rêkûpêk bikin. Divabû
karên ku em li van welatan bikin, hema bi
çend gavan be jî, li pêşiya karên ku li
welêt di bin rewşeke gelekî dijwar de tê
kirin bûbûya. Di bin wan mercên qedexekirî
de, ji bo mehrecana helbesta kurdî.
Di salên nodî de, bi sedan dihatin ser hev û
bi awayekî bilindtir û bedewtir dihat
organîzekirin û hevalên me yên ku niha li
vir in jî, li Kelha Nebî Hûrî heta bighêje
Dêrika Hemko amade dibûn û ew dîmen bi çavên
xwe didîtin. Bawer im heta roja îro jî, hîna
kasêtên vidiyoyê li cem hinekan ji me hene.
Naxwe çima em dibêjin em hatine welatên azad
û demoqrat, ji bo ku karên me jî bi pêş de
here, lê mixabin ez berovajî dibînim.
Di warê ragihandinê de jî, ku em salên niha
bînin ber wan salên destpêka nodî de, bi
dehan radiyo û televiziyonên me çêbûne. Ji
wan hem setelayt in, hem jî herêmî ne. Di
navbera cihê mehrecan û navendên
televiziyonên kurdan de, qonaxa katjimêrekê
tune bû, lê nehatin. Tenê ji bo bîrxistinê,
di kêlîkên dawî de kursitan tv hat amade bû.
Nûçeya ragihandinê ya pêkanîna vê helkeftê,
di malperên kurdî de nehat belavkirin, ji
bilî ya rojava.net û avestakurd.net de, ew
jî ji ber ku xwedanê wan malperan li wir
amade bûbûn. Kêmasî ya kê be bila bibe, lê
mebest ji van gotinan, ku karekî baş û bi
rêkûpêk jêre nehat kirin, ne di warê teknîk,
ragihandin, vexwendina helbestvanan, saziyên
siyasî û rewşenbîrî, xwedanê malperan... di
her hal de, mirov dikare bibêjin ev
berpirsyariya hemû nivîskar û rewşenbîran e,
lê ez dibêjim ne rast e, tenê berpirsyariya
saziyên ku pê radibin.
Em 18 sal mehrecana helbestê tên dagrtin. Ku
em sala pêşîn û niha bînin hember hev, bawer
im wê salên pêşî ji niha bêhtir nêzîkî
wateya mehrecanê bibe. Her çû mixabin
komcivînên ji bo vê helkeftê ji hev belawela
bûn. Gelek caran, em destê xwe nadin ser
devera ku dêşe, ew jî ji ber ku hinek ji me
helbestvanan yan endamê partiyan e yan jî
hevalên wan in û naxwazin wî gunehê ku
partiyên wan ku rewşa mehrecana helbesta
kurdî jî kirin wek rewşa xwe, ya ku niha
heye, zîvarzîvarî kirin. Her partiyekê dost
û hevalên xwe birin û ew xistin bin basikên
xwe û bê rol kirin. Mixabin wan helbestvanan
jî mîna çêlikên wan, deng ji xwe nanîn....
bi vî awayî koma me ji hev tarûmaro kirin.
Her çû mehrecana helbesta me lawaz û hejar
ma û niha jî em di vê rewşê re derketin.
Tiştekî din dixwazim ronî bikim ku ev 18 sal
in, hîna jî em ji asta helbesta kurdmanciya
rojava derneketine, me ne divabû ku her
biçûya bibûya mehrecana helbesta kurdistanî
û bandora xwe li ser zaravayên din jî
kiribaya, lê mixabin tenê di wê çarçeva
binxetê de ma û di wê xêzika xwe ya teng de
asê bû û her çû wek min pêşî jî got, ew xêz
li wê tengtir bûye. Ji ber vê sedemê, em
nikarin nav lê bikin û bibêjin "Festîvala
Helbesta kurdî" mirov dikare bibêje "komcivîna
helbesta kurdmancî ya rojavayê kurdistan" wê
watedartir be.
Bawer dikim niha li welêt jî, bi awayekî ji
awayan li ser gora Cegerxwîn çêdibe, ew jî
bi helkefta roja koçkirina wî ye. Bi wî hawî
jî, mirov dikare navekî wisa lê bike ku "Mehrecana
Cegerxwîn Ya Helbestê" ev nav bêhtir li
bejina wê rojê tê. çêtir e ku em navine
mezin li karên xwe bikin û em nikaribin
demekê jêre dirust bikin û di bin barê wî
karî de rabin.
01. 11. 2007 .