|
• Ku rexne neyên pejirandin, dê wêjeya me di çi
rewşê de be?
• Nivîsandina rexneyan, piştrast dike ku wêjeya
kurdî li ser lingan e!
• Çima em ji rexneyan ditirsin?
• Gelo rexnevan di nav kurdan de hene?
• Nivîsa B. Mahmûd ji kêre hatiye nivîsandin?
• Em çiqwasî di rexneyan de dighên û ji pesnan
hez dikin?
Ev pirs û gelek pirsên din, di serê me de
digerin, ji vê sedemê, em werin û dest bi
xwendina nivîsa rexneyî ya lêkolîner Brahîm
Mahmûd bikin, ya ku li ser hijmarek helbestên
kurdî nivîsiye. Bi xwendina min re, ew hizra ku
tenê ev nivîs ji kurdên ku zanin bi erebî
bixwînin re hatiye nivîsandin. Ev bi serê xwe
dibe cihê xemgîniyekê ji bo wan xwendevan û
nivîskarên kurd ên ku bi zimanê erebî nizanin û
nikarin ji van rexneyan sûd werbigrin. Ligel ku
ew ne ji ereban re jî hatiye nivîsandin, ji ber
ku ew perçeyên helbestî, piranî bi zimanê kurdî,
tîpên latînî hatine belavkirin. Dibe ku mirovek
bihizre ku çima brêz Mahmûd bi kurdî nerîn û
rexneyên xwe nenivîsandine, lê bi hêsanî ez
dikarim bibêjim: ez bawer nakim ku bi kurdî
karîba wan hizrên xwe bi awayekî berfireh û bi
wan termên felsefî li qelem daba, ne ku kurdiya
wî lawaz e, lê belê ji ber aloziyên peydakirina
termên felsefî ye. Ji ber vê yekî min xwest ez
balê bikşînim ser van nivîsên ku dûrî çanda
pesin û navtêdanê ye û birînên me wisa bi
awayekî akadîmî destnîşan dike. Lêkolînerê me,
ne tenê li ser kurdan, lê belê li ser hizr û
wêjeya erebî jî rexneyan dinivîse û dibe cihê
balkişandina xwendevanên wan jî û pirtûkên wî li
gelek welatên ereban hatine qedexekirin, hem ji
ber nerînên wî hem jî ji ber rexneyên wêrekî ku
li sînoran nasekine.
Bi rastî jî, heger rexne li wêjeyekê nebe, ew
wêje her lawaz û kêm dimîne. Bi van rexneyan hem
em dikarin nivîsên xwe nas bikin û ji wan kêmasî
û nexweşiyan rizgar bibin. Di baweriya min de,
ev tenê rêya ku berê me dide dahatûyeke bi
ronahî û wêjeyeke dewlemed û şaristaniyek
hemdemî. Lê mixabin, dema gelek ji me navê
rexneyê dibihîzin, dilerizin û yekser êrîşkirinê
li hember xwe dibînin. Bê guman, ev ne ji ber
xwe tê, helbet sedemên wê yekê jî hene. Sedema
yekem ku em fêrî çanda pesnan û têde perwerde
bûne, ya diwem, em ji xwe ne bawer in û ditirsin,
ku di ber pêla rexneyekê re tune bibin.
Nivîskariya me ji me destpêkiriye û nirxandin û
pîvana me jî li me vegeriya ye. Bi gotinek din,
em nivîskarê zimanekî qedexe ne û di tirsînê de
mezin bûne. Niha tu devê kê vedike, dibêje ez bi
nivîsê dest davêjim metodên netewî yên pîroz û
wê diparêzim. Di bin van durişman de, me sînor
li ber rexnevanên wek berêz B. Mahmûd jî girtine
û em rexneyên wan napejirînin.
Pejirandina rexneyan bi xwe têgehiştina hizreke
bilind û sîngeke fireh e, ji ber ku ev rexne
çanda wê civakê di rêya wî nivîskarî re ava dike
û dibe mîna gundekî ku dektor lê hebe û zarokên
wî gundî ji ber nexweşiyên giran êdî namrin.
Kesên ku ji xwe nebawer be, mîna dîwarê hejok e,
ku ba jî lê dide tê ku bikeve. Îca di baweriya
min de, wek mirovekî kurd û di nav dabaş û
govenda kurdan de, raza nepejirandina rexneyan,
kêmbaweriya me bi xwe ye, ji ber vê sedemê, ev
dîmen di nav me kurdan de têra xwe rû daye.
Sedema ku min ji bo wê ev çend xêz li qelem dan,
xwendina nivîsa rexneyî ya lêkolîner Brahîm
Mahmûd bû. Brahîm Mahûmd li ser helbestên ku di
malperên înternêtê de hatine weşandin, nivîsek
têr û dirêj li ser sembol û wêneyên helbestî û
mercên avakirina helbestê, bi zimanê erebî di
malpera (efrin.net) de nivîsandiye. Pirsên
hundirîn yên helbestvanan û yên derve bi awayekî
akadîmî şirove dike. Li ser alîyên berz û bi
huner jî radiweste, ne ku tenê hatiye wek hinek
ji me dibêjim ku hatiye vê wêjeyê talan bike, lê
belê aliyên lawaz, hûnandin, mûzîk, bedewî,
huner, têgihştina bêjeyan, girêdana hevokan,
gotinên cûtî, şirovekirina helbestî û guhdana
hizra xwendevan jî destnîşan kiriye. Nivîskarên
ku wek nemûne aniye ev in: Nezîr Palo, Jana
Seyda, Tengezar Marînî, Xemgîn Remo, Ezîz
Xemcivîn, Mesûd Xelef, Arşev Oskan, Fedwa
Keylanî, Fethula Huseynî, Husên Hebeş, Bihrî
Bênij, Elî Kolo, Simko, Evîn Şikakî, Şehnaz Şêxê
û Kurdyar Dirê´î. Di baweriya min de, binavkirin
û destnîşankirina nivîsên van helbestvanan,
lêmukurhatinek li bedewî û bilindbûna helbesta
kudî ye û bi taybet ya kurdên rojava ye. Ango ne
wek hin kesên têkçûyî ji xwe re dibêjin;
helbestvaniya kurdî pûç û lawaz e. Wek hûn jî
zanin, helbesta ku mercên helbestê neparêze nayê
rexnekirin û di wê zeviya ku em mebest dikin cih
nagre. Ji ber vê egerê û piştî vê şiroveyê,
hêjaye gotinê ku em van nivîsên rexneyî
bipejirînin û daxwaza ku kurd jî wek her miletên
dunyayê wêjeyeke baqij û bikêrhatî ji zaroyên
xwe re bihêlin hebe. Baqijî û bedewîya wan
berheman, helbet piştî rexnekirin û pîvanên
hunerî, dikarin xwe di pirtûkxaneya kurdî de,
biparêzin û li nav wêjeya cîhanê, nûneriya ziman
û wêjeya gelî kurd bikin û bibin neynika ku
cîhan me têre bibîne û nas bikin.
4. 9. 2007.
|