|
(4)
Mirovên kêlîka mezin
Paş Şingala „Sêşema mezin“, ku destên „teror-dirêj“,
zêdetir ji 800 xwînên bêrî(li gel bi sedan
xwînên birîndar), mezin, radestî bextê mirinê,
kirin, têgeha „Kurdên resen= Êzîdî“ û „Şingal
Kurdistan e“, derbasî hestyartirîn û dijwartirîn
kêlîkên xwe, yên rastteqîne, bû.
Şingal, çiqasî bi Kurdî, dikare bibe „Îraq“, û
çiqasî, bi Erebî?
Şingalî, çiqasî bi Kurdî, dikarin bimînin çiya,
û çiqasî bi Erebî?
Êzîdî, çiqasî bi Kurdî, dikarin herin herdu
Îraqan(Îraqa Kurdan=Kurdistan, û Îraqa Ereban),
û çiqasî bi Erebî?
Êzîdî, van „Îraqên tevlîhev“, çiqasî dikarin
bimînin yên Kurdistanê, û çiqasî dikarin birevin
„Êzîdistanê“?
Ev pirs û pirr pirsên din, li ser asta paşeroj û
çarenûsa mafên Êzîdiyan, di herdu Îraqan de, çi
ji hêla Kurdan û Ne-Kurdan ve, çi jî ji hêla
Êzîdî û Ne-Êzîdiyan ve, bi helkeftina destpêka „holokosta
Şingalê“, bi awayekî aktîv, hatin lidarxistin û
gengeşekirinê.
Wek her carê, bi qasî ku helwest „reş“ û bi „nîvê
piyala vala“, bi Kurdî, çûn „bêhêvîtiyê“,
hewqasî jî, helwest hebûn, ku „sipî“ û bi „nîvê
piyala dagirtî“, hêvî û sozên „mezin“, li
siberojê û li xewnan dan.
Ne tenê „reş û nîv-vala“, ne jî tenê „sipî û
nîv-dagirtî“, belê di navbera wan de jî, geleke
helwestên xwelîrengî, „reşe-sipî“, „sipî-reş“ û
„reşebelek“ jî, çûn gengeşekirin, yan
propagandakirin, yan jî provokekirinê.
Lewre, her kesekî ku bi şêweyekî ji şêweyan
Şingal nêzîkî pêjn û bîra destên xwe, yan jî
destên xwe nêzîkî pêjn û bîra Şingalê dîtin,
helwestek, yan helbestek; hestek yan jî destek,
çi eşkere, çi jî bi dizî, nîşan, yan jî li qelem
da.
Bi vî awayî, yan bi awayekî din, wek her dema
xwîn û kêlîkên mezin, hindek Şingal û Şingal,
giriyan; hindek bariyan; hindek qîriyan; hindek
raperiyan; hindek meşiyan; hindek beziyan;
hindek rawestiyan; hindek tefiyan; hindek
hejiyan; û hindek jî, nuh bi „mirina nêzîk“,
hisiyan.
Hindekan dest dan; hindekan gav dan; hindekan
zend û hindekan jî simbêl badan; hindekan ling
radan; hindekan pirtûk li helwestê dan; hindekan
xwîn dan; hindekan kîn dan; hindekan şîn dan;
hindeka nimêja kesk û dîn dan; hindekan baran
dan; hindekan hêsir û hawar dan; hindekan awir
dan; hindekan ferman dan; hindekan biryar dan;
hindekan behane û berpalk dan; hindekan şabaş û
miz dan; hindekan agirê fitnê dadan; û hindekan
jî soz û qerarên „zirmezin“, ji paş bîroyên „xundkariya
mezin“, dan.
Weha, Şingala „xwîna hazir“, berbelav û tarûmar
bû; weha, alî û sînor li serê Şingalê û
şingaliyên wê, geriyan û hişyar bûn: Hindek çûn
„Liqistanê“, yan „Malbendistanê“(liq û malbend;
wek du navên siyasî ji „şax“ re, di edebiyatên
PDK-ê YNK-ê de, tên hildanê); hindek çûn
Kurdistanê; hindek çûn Îraqistanê; hindek çûn
Êzîdistanê; hindek çûn „Xerbistanê“(welatên
Rojavayî); û hindek jî çûn „Şabaşistan“ û „Gendelistanê“.
Lê ligel hevqase berbelavbûn, ku destên Şingalê
di qedera wê de, werbûn, hate diyarkirin(wek ku
dîrok tim dibêje), ku „sêşema mirinê“, wek „dîrokek
mezin“, bê kêlîkên ji pêjna mirovên mezin,
derbas nebû.
„Ayaz Yûnis Eyûb“, xortê Kurd, ku ji
nimêjê(nimêja herdu aliyan, nimêja
Şingalê+Duhokê) û wêdetir çû, yek ji navên herî
mezin, yên wê kêlîka mezin bû.
Ayazê 20-salî, di 18.08.07an de, li welatekî ji
welatên berfê(Siwêd), li ser „dilketin“ û
hezkirina Şingalê, li ser destên hin „şûfikên“
Ereban, bo kêrên „xezeba kor“ û kêlîkên mirina
hov, hate radestkirinê.
Wê rojê(02.09.07), Duhok çiqasî mezin dibû, Ayaz
can.
Tu, wê goristanê, çiqasî hesan, li bîra Duhokê,
dihatî.
Duhok, wê rojê, çende xweşik û hesan bû, wexta
ku dayîk û bavên te, li tenişta kulik, xirqe û
„darên zergwîzê“, yên „Lalişî“, bangî hesreta
dilê te, yê xort û hesan, dikirin.
Duhok, wê stirana ji êşa Şingalî, çende hêjayî
xortaniya navê te bû, wexta ku „Bavê Çawîş“,
„Bavê Gavan“, „Pêşîmam“, ligel rûsipiyên
Êzîdiyan, qefdên giyakê sêvan û silavan ji
destên „Lalişê“, diyarî koça dawî, ya destên te,
yên dawî, dikirin.
Duhok, wê darbestê, ku navê te, yê wê kêlîka
petî, ser dilê xwe ezber kiribû, çende şêrîn,
digiriya.
Duhok, aneha, çende bêriya gavên te dike.
Laliş, aneha, çende basa bihna destên te dike.
Ayaz, kêlîka herî bi Kurdî, mezin û rastteqîne
bû, ku ferehtirîn û xweşiktirîn kêlîkên
xortaniya dilê xwe, li aliyekî, ji aliyên herî
xweşik, yên van „welatên sipî“ û xweşik, radestî
„sêşema kuştina Şingalê“, kir.
Ayaz, kêlîka herî bi Kurdî, bilind bû, ku destên
xwe, mîna du darên hejîran, di destên çiyayê
Şingalê, kirin.
Ayaz, destê herî bi Kurdî, dirêj, di navbera
hejîrên Şingala fermanan û sibehên Duhoka
Dasiniyan de bû.
Ayaz, destê herî bi Kurdî, hişîn, yê ji
„Kurdistana Şingalê“ heta bi Şingala Kurudistanê
bû.
Ayaz, navê kêlîka xwîna, bi Kurdî, dirêj bû.
Ayaz, li seranserî „sêşemê“, ku Şingal bû û li
seranserî Şingalê ku „sêşem“ bû, navê dostê
kêlîka herî mezin, li welatê mezin bû.
Ayaz, te welat, mezin kir, gava Şingal ji destên
te, çû Duhokê.
Ayaz, te şehîd, bilind kir, wexta te xwîna bi
Kurdî, ji nimêja bi tenê, ferehtir kir.
Ayaz, te mirin xweşik kir, wexta te ji dûûûûr,
„welatê baranê“, bajar bi bajar, kolan bi kolan,
pencere bi pencere, dest di destan de, haşt û ji
hev nêzîk kir.
hoshengbroka@hotmail.com
|