|
Beşek ji nijadeperstên
olî di wê baweriyê dene,
ku mirov nikare dest
bavêje olê,yan guherîn û
rêforman di olê de pêk
bîne!!...Bawerî ew e ku
yasa olî ji ba yezdanê
pak û dilovan ve hatiye
ristin , û em (insan)
nikarin tu guhertinan
têde biafirînin.
Êzidî jî wekî
nijadepersetên olên din
beş-beş in, yê ku
guhertinan qet qebûl
nake, yê ku qebûl dike,
yê ku serê xwe pê na
êşîne û çawa lêtê li xwe
dike….,….
Gelo îro roj guhertin
rêform di ola Êzidiyan
pêwîstin yan na…? Ol,
astengiyê li pêşiya
pêşketin , şaristanî û
mirovantiyê çê dike yan
na…?Çi cihêwazî di
navbera yasa oldarî û
ilmanîyê de heye …? Ji
bo Êzidiyan çi guhertin
û rêform pêwîstin…..???
Gelek û gelek pirs û
metirsîn di serê me de
li hev dikevin dema ku
dabaşa olî tête ziman….
Êzidiyatî jî wekî hemu
olên kevnar kêm, zêda
bandora xwe li ser
afrandina şaristaniyê
kiriye. Ew bi
nejadeperstên xwe ve
gelek caran bi ser
ketiye û car-caran winda
kiriye jî. Bi sedê
salane ku di nava şer ,
ceng û fermanan de jiyan
bûye. Lê bi rastî ji bo
parastinê di şikeftên
çiya de xwe veşartiye….Lewma
jî di baweriya min de
gelek kêmasî û pêwistiyê
guherînê ketine ser hev
û pêwîste ew rûpel ji
ser hev bêne rakirin.
Gelo pêwîstiye Êzidiyan
bi guherîn û rêformên
olî heye ?
Berjewendiya Êzidiyatiyê
di wan guhertinan de
heye… Ew guherîn û
rêform ci ne ?? Heger
Êzidiyatî guherînan neke,
nikare nejadeperstên xwe
ji windabûnê biparêse?...Erê
tu têkistên Êzidiyatî
peyde dibin ku li dijî
guherîn û rêforman
ne?...
Çiqasî ev babet nazik e
jî lê jibo berdewamiya
Êzidiyatiyê em dibînin
ku pêwîstiyek jibo
rastiyê û berdewama
jiyanê pêwîst e!!...
taybetî dema serkeftina
şoreşa belşevî li
yekîtiye Soviyeta berê,
belê serkeftina şoreşa
teknîkî li Europayê, roj
bi roj ilm bi pêşde xwe
dikişîn e û ilmê oldarî
ji wê demê de nema
dikare li himberî
pêşketina ilmî rawest e.
Hêjayî gotinê ye ku
mirov bêje serkêşên ola
Xiristaniyê ev mesele
baş pê gihîştin û dest
avêtin guherîn û
rêformên pêwîst….
Wek me got Êzidî ji
encamên qirkirin û
fermanan gelekî li paş
cîhana pêşketî man e. Ev
yek sedemekî herî berz e
, ev sedem bûye sedemê
ku Êzidî bi xwe baş bi
Êzidiyatiya xwe nagihîje!...
-Xala duwemîn; ji dema
guherîn û rêformên ku
Şîxadî di ola
êzidiyatiyê de pêk anîn,
ji wê demê de tu
guherînên din nehatine
kirin.
-Xala sêyemîn: bi salane
ku birêvberên êzidiyan,
êzidiyatiyê di nav
nezanîyê de birêve dibin,
ev yek jî bûye sedemêm
ku yasa olî, civakî û
eşîrtî li nave Êzidiyan
de têklî hevûdin bûye,
heye roja îro jî yasa
eşîrtî di nav Êzidiyan
de serdest e…
Her weha xalên ku bûne
sedemên paşvemayîna
Êzidiyan pir in.
Guhertin û rêformên jibo
Êzidiyan yên pêwîst û
pêwîstin îro berî sib e,
pêk wer in em dikiarin
bi çend hevokan birjînin
ser kaxezê…..
-Ciwanê Êzidiyan roja
îro di dibistan û qade
zanistiyê de nikarin
bersiva gelek pirsan ji
aliyê Êzidiyatiyê ve
bidin xelkên biyanî.
Lewma jî pêwîst e gelek
derfetan bidine ciwanan
û wan qanûn û yasa ku bi
bingeha xwe ve qanûna
eşîrtiyê ye ji pêşiya
ciwanan bête hilanîn.
Her wisa jibo ciwanan
qanûna zewacê sivik tir
bibe û çarak jibo sedên
ku îro ji wan re dibêjin
çîna çar (heft) . Bi
rastî ev xaleke pir
girîng e heger em ne
bêjin ye serekiye, heger
çareyek neyêt kirin bi
sedan ciwan ola
Êzidiyatiyê wê winda
bikin . Ez bi xwe bi wan
kesan re me yên ku
dibêjin; Mirov ku bêje
ez êzîdî me bes e dikare
Êzidî bimîn e”Şehda min
navê Tawisî-Melek e”.
Heger ew kelemên
estengiyê ji pêşiya
ciwanên Êzidiyan nêyn e
hilanîn ciwan bi xwe
nema li wan qanûn û yasê
disekinin, hima-hima îro
roj wisa bûye.
Serkêşên Êzidiyatiyê (Şêx
û Pîr) yê ku Şêxîtiyê
Pîratiyê nake, ew mafê
ku Şîxadî daye wî bête
birîn. Ya duwamîn Şêx,
Pîr yê ku dixwaze
Şêxîtiyê Pîraniyê
xizmetê jibo Êzidiyan
bike pêwîst e xwendevan
be û bi yasa olî çekdar
be. Ez bi xwe wekî
mirovekî Êzidî dibînim
ku Şêxatî gerekî ne
wîrasî be.
Gelek tişt hen e ku
Êzidiyan (her yekî) ji
aliyê xwe ve pûç kirine
nimûne: (hela û heram)
xwarina Xasê, masî,
fasûlî û goştê beraz…Çekên
Şîn, Simbêl,
toq(toka-Êzîd)uhw….
Her wisa ev demeke ne
kurte heye, bi dehê
salen ku Êzidî bê serok
û rêberin. Heger em bi
rastî bêjin Êzidiyan
jiba xwe mecilsa Ruhanî
ya saxemirî dane aliyekî
û tu rol jibo wê nemaye.
Bi rastî gelek xalên
guhertinê mirov dikare
liqelem bide yê ku
bandora xwe li bingeh û
sîstema Êzidiyatiyê nake
hen e, wek me got ew bi
xwe ji yasa eşîrtiyê
derbasî civakî olî
kirine. Gelek guhertin û
rêforim di berjewndiya
Êzidiyatiyê de hen e,
belê ev guhertin wê
Êzidiyatiyê bi qewet û
berdema bike, jiyan bike
,belê jiyan bi xwe ye.
Ev guhertin û rêforim tu
caran êzidiyatiyê qels
nake!...
Ev guhertin û rêforim
çawa wê bên e guhertin…
Kî ne yê ku van guherîne
pêk bîn e…?? Helbet
rewşenbîr in, oldar in û
xizmetkarên gel in yên
ku van karan dikarin
bikin.
- Rewşenbîr: Rewşenbîrên
êzidiyan ne li ser hev
in , rewşenbîr ji hev
dur in , belê nakokî di
navbera rewşenbîrên
Êzidiyan heye, yan em
dikarin bêjin nakokiyê
di nav wan de peyde
dikin. (Helbet
xêrnexwazên
Êzidiyatiyê)Lewma jî
pêwîst e ku rewşenbîr
wer in cem hev ta ku
bikarîbin xizmetekê ji
miletê xwe re bikin.
- Oldar: Oldarên
Êzidiyan ne xwedî
biriyarin biriyara wan
di destê diktatûriya
Mecilsa Ruhanî ya
saxemirî de ye, bi rastî
di dest Mîr de ye yê ku
berjewendiya wî li ser
ya hemu êzidiyan û
êzidiyatiyê re ye!!??
- Xizmetkar; ew in yê ku
bi dil û can ji bo ol û
gel xizmetê dikin, lê
mixabin ku bê hêzin, bê
xwedî û xwedanin ew in
yê ku bi agirê estengiyê
nezaniyê tên e sotin…
|