|
Ji xwe gelek dîroknas,
zane, nivîskar,
lêkolînvan û gelek kesên
wekî dinê nivîsandin e,
dibînin, dixwînin û
dizanin ku çiqas civak û
dînê li ser ruyê vê erdê
hene, di tevan de li
goriya dem û dewranan
reform çêbûne û ji vir û
pêde jî tû evdên Xwedê
nikaribin li hemberî van
guhastinên xwezayî
rawestin. Gava ez bi vî
çavî li rewşa civak û
ola me kurdên Êzdî
dirênim, dibînim ku di
nav civak û Êzdiyatiya
me de jî timî reform
çêbûne û vêga li Ewrûpa
yê jî li gor xwastin an
jî ne xwastinin me gelek
reform di urf û adetên
me de çêdibin.
Lê, ez bi xemgînî
dibînim û dibihîzim vêga
hêjî hinek dîroknas,
zahne, nivîskar,
lêkolînvan û hwd.
merivên Kurd û xerîb ku
Êzdiyatiyê nas nakin
hene û dibêjin, „di
Êzdiyatiyê de reform çê
nabin û divê di
Êzdiyatiyê de reform
çêbivin.“ anjî wan
reformên çê buhne
nabînin. Lewma jî
dixwazim niha ji bo
agehdarî yê hinek
guhastinên ku di nava vî
çihl salê (1964 -2005)
derbas buyî de, bi
taybetî yên ku min li
ewrûpa yê şopandine û
çêbû ne birêz bikim.
EW TIŞTÊN KU BERÊ JI BO
JIN Û MÊRAN QEDEXE Û
GUHNE BÛN ÎRO KÊM BÛNE
Ji jin û mêrên Êzdî re
gune ye ku;
• bi dawa xwe bi
şihête(bi kesên ne ji
dînê xwe û ne dirêya xwe
de bikeve têkiliya cinsî)
• por, ser û ruyên xwe
di roja çarşemê de çêke
û xwe bi aletên xerîban
biqusîne,
• tifî kesekî bike û
xuzî yanjî tifa xwe
bavêje nava agir ,avê û
êrdê ,
• gotinên xerab ku weke
îblîs,nal, lanet, şeh,
ahrî û hwd.ê yên bi şe..
dest pêdikin bibêjin.
• ji Xêzika êzîdî
derketina û tayekî tenê
jî ji simbêlên xwe
biqusîne,
• di roja çarşemê de
beravê bike û xwe
bişûşta yanjî bi kulfetê
xwe re biketa têkîliya
cinsî,
• bitenê qelenê qîz-keça
xwe ji yên Êzdiyên dinê
zêdetir bikira,
• qîz anjî keça xwe
bişîne dibistanan,
• keç û kur(lawik)ên
meriv bi şîreta bav û
diya xwe nekra û weke
xwastina xwe bikra,
• di meha nîsanê de bûka
ji mala bavê derxîne û
bizwiciya,
• bi reza dilê xwe tenê
dev ji kulfetê xwe berde.,
• li ser milê xwe re
bizivire li evdekî/e
xerîb û ne dirêya xwe de
birêne , çavê xwe jê re
bişkandina û awir bidana
yê,
• li merivên ku libasên
tenik lixwekirî anjî
laşên wan tazî ye birêne,
• ji salê carekê fitoh û
zekat ji nav malê xwe
dernexîne,
• lawikên xwe sinet
nekin û biska lawikê xwe
bi destên şêxê xwe
hilneniyne û whd.
Ji mêrên Êzdî re guhne
bû ku ;
• xwe weke jinan derman
bike û libasan lixweke,
• kirasên ku
Pêsîr(Tokê)a êzî tê de
tûnebûna û binkirasê ne
xurû spî bûna, libasên
ku rengê şîn tê de
hebuna anjî yê jinan û
yên tenik ku laşe meriv
têde xwanê bikira
lixwekirina,
• destava (tuwaleta) bê
hemet anjî li şipiyan
avrijandinê(bimîze) bike,
• ji salekê zêdetir ji
cem jin(kulfetê)a xwe
dûr bikeve,
• bi keseke ku biryara
dê û bavê hatî
hilbijartin re ne zewice,
• û whd.
Ji jina Êzdî re guhne bû
ku ;
• destên xwe bidana
destên hinek kesên xerîb,
• bi tenê li ba xerîban
rûniştan, xwarin anjî
vexwarin bi wan re
bixwara û bi xerîban re
bileyîsta, kêf û henek
bikra,
• bi kesekî ku biryara
dê û bavê hatî
hilbijartin re ne zewice,
• çiqas libasên ku rengê
şîn tê de hebuya û
binkirasê ne spî bûna,
kincên mêran, mil û
bejin qut, yên tenik ku
laşe meriv têde xwanê
bikira û ji xeynî rojên
şînê pêve libasên xurû
reş bûna lixwekirina,
• kum, çahrik anjî
kevnikek ne avîtina ser
serê xwe û serqot bigere,
• zaroka xwe ji ber xwe
bike anjî li dijî çêbûna
zarokan derkeve û whd.
HINEK URF Û ADETÊN KU
DOH FERZBÛN Û ÎRO NA
Heta van salên dawî jî,
ji jin û mêrên Êzdî re
ferz bû ku;
• biçine ber ziyaretan û
tuaf bibin,
• destên kesên dûnav be
paçû bikin,
• bira û xwa axretê ji
xwe re bigirin,
• mahra zewaca xwe beyî
şêxan nebirin,
• her rojên êvara înê
nanê miriyên xwe
derxînin,
• li herciyê ku gava
tîrêjên rojê derdiketin
û kesî xerîb ne li
wirbûna êrdê paçû bikin,
• sond û adên xwe bi
navên Rihaniyan(Siltan
Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj,
Heyv, Stêrkan,Tahmên
xwarinê, Ziyaretan û
hwd.ê bikin.
• ji bo qisûmet, bela,
teşqele û hwd.ê çênebin,
timî rojiyan ji bo Xas,
Qelender, rihanî ,
Kulik, Xerqe, Roj, Heyv,
Stêrkan, Ziyaretan û
hwd.ê bigrin û ji bo wan
xêra bikin..
• Hemû Dawetnebî û
Cimayiyên ji bo
Rihaniyan(Siltan Êzî,
Şêx Adî, û hwd.ê)Kulik,
Xerqe, Berat, Roj, Heyv,
Stêrkan hwd.ê çêbikin,
• bi xêra rojên îd,
erefat, cejnên pîroz û
whd.ê biçine malên
hevûdinê û bi bihevûdinê
re rûnên, nan bixwin,
aşîtiyê di nava xwe de
çêbikin. û whd.
Vêga li Ewrûpa yê kêm
jin û mêrê Êzdî ;
• Îd û erefatên xwe
çêdikin û diçine ber
ziyaretan tuaf dibin,
• destên kesên dûnavên
xwe paçû dikin,
• ji xwe re bira û xwa
axretê digirin,
• mahra zewaca xwe bi
şêxê xwe dibirin,
• di rojên êvara înê de
nanê miriyên xwe
derdixînin,
• li herciyê ku gava
tîrêjên rojê derdikevin
paçû dikin,
• êdî bi navên
Rihaniyan(Tawisî-Melek
Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj,
Berat, Heyv,
Stêrkan,Tahmên xwarinê,
Ziyaretan û hwd.ê sond û
adên xwe dixwin.
• Xwarin û vexwarina ji
bo xêra Xas , Qelender,
Milyaket û hwd.ê
derdixînin, Dawetnebiyan
û Cimayiyan çêdikin,
• di rojên îd, erefat û
pîroz de diçine malên
hevûdinê û bi bihevûdinê
re rûdinên, dawet dikin
û aşîtiyê di nava xwe de
çêdikin. .
• Kêm kesên dûnav ji
bona olê ruyê xwe
berdidin, Xerqe li xwe
dikin anjî dikarin Xerqe
çêkin,
• Îbadet û duha yê xwe
dikin, û whd.
HINEK REFORMÊN LI SER
XWARIN Û VEXWARINÊ
HETA VAN SALÊN DAWÎ JÎ
• Tû evdê Êzdî goştê
xenzîl(beraz) ne dixwar
û ji xeynî wê her kesekî
pêle şûna cîhê lingê
xenzîl bikira guhne bû
• Hinek qismên Êzdiyan
goştê dîk, masî,
xezal(Pezê Şêşims) û whd.
qet ne dixwarin.
• Êzdiyan zêde
araq(alkol) venedixwarin,
ne diçune sînema,
meyxana û lokalan. Kelem,
xas(marol), fasule,
şiklekî kundir(bi
taybetî hinek
şêxên-Fexran) û whd. ne
dixwarin.
• Êzdiyan destkujê jinan,
mêrên ku ne sinetkirî,
heywanên (fetisî)heramçuyî
û xwarina ji ber xerîban
dima ne dixwarin û whd.
ÎRO DI SALA 2005 DE
Ez bawerim li Kurdîstanê
hêjî gelek ji van
kevneşopên me berdewam
dikin. Lê, li Ewrûpa yê
îro gelek evdên Êzdî
încar van tiştan dixwin
û vedixwin anjî kesên ku
nexwin û nekin hebin jî
kes bi wan dernaxîne.
Li aliyê dinê îro gelek
dost û nasên Êzdiyan jî
çêbûne, ew jî êdî
nahêlin ku kes weke berê
urf û adetên Êzdiyan
piçûk bike anjî henekên
xwe bi Êzdiyatiyê bike.
Bi dîtina min hêja ji
kevn de jî tû dîn, evd û
rêxistinan nikarîbune li
hemberî van buyerên ku
li gorî dewran anjî
xwezayî têne guhastin
derkevin û ewê ji îro
pêde jî nikaribin hinek
guhastinen çêbivin
rawestînin. Ji xwe ji bo
ku Êzdiyatî karîbe mîna
dewranê berê di pêşerojê
de jî bêye saxkirin û
xwedî bive, divê tifaq û
rêxistbûna me li goriya
zeman hêjî gelek mezin
bive û em xwe ji bo
hinek guhastinên xwezayî
ye dinê jî amade bikin.
Weke em dibînin, reform
jî ne bi gotinan tenê û
ne li gor daxwaziya çend
evdan çêdibin.
Pêşiyên me hêja di demên
kevn de li ser evdên
bixwe ne bawer jî weha
gotine :
„Kesê ku bi kerî dînê
xwe neyê, ew bi kêrî
dînekî dinê jî nayê“.
|