Eger li ba Freud û Foucault, li welatên
rojavayî, babetên kultûrî, bi giştî xewn
û evîn bin – ji ber ev herdû mijar
zanavî diafirînin- ji bo xewn bibe jiyan
û jiyan bibe xewn, dako zat/ kesayetî bi
pêş bikeve, li welatên rojhilat, mijarên
sereke ev in: xewn, êş û evîn , lê ji bo
hêzek peyda bibe, ko bikaribe nasnameyê
pêkbîne. Lewra jî, metin û tevna kultûr
û wêjeya me kurdan, bi taybetî, li
derdora afirandina nasnameya giştî û ya
kesayetî digere.
Ev jî dibe sedem, ko gelek caran, em, di
hundurê hêzeke efsanewî derve de,
dixwazin, hebûna xwe, berya nasnameyê
teqez bikin û biçespînin.
Bi rastî, piştî min pirtûka helbestvan
Abdulkadir Musa xwend, min nexwest pir
dirêj li ser binivîsim, ji ber, di gel
xwendinê, ez bi tama êşê û çêja wê hatim
stirehan û guvaştin, tenê rondik û
kelegiryan rêga çareseriya gêjbûn û
dilêşana min bû. Deka çawa, dil êş û
kovanan neazire:
„ Êdî, ne kolanên evî bajarê biyan min
hildigrin
Ne di ezmanê wî de heye piçek
Surra bayê te, li ber pozê min
Carekê, nîv carê bi hêsanî hilma xwe
vedi“ Dayik û cendekên gemkirî
Her xwênerek, ko derfet bo wî çêbibe û
vê pirtûka A.Musa bixwîne, dê bizanibe,
li ber dahênerekî radiweste, dahênrekî,
ko êş, azarî, serpêhatî, têkçûn,
şikestin û jiyana wî-ya zatê wî-, jêderê
hêzeke helbestane ne. Ev helbest ên, an
jî ya rast deqên helbestî, yên berê
xwêner, didin, hizirînê, bo bikaribe
derbasî biyava kûr ya wan deqan bibe û
ji xwe eger xwênerekî berhemdar be, dê
neşê li ser qeraxan rawestê, dê pêkolê
bike, derbasî kûrahiya wate, wêne, hevok
û cih û dema helbestê bibe. Kenar û
qeraxên helbestê jî, ne kêmtir ji
kûrahiya deqî û naverokan, wê ciwaniya
êş û kovanan himbêz dikin. Ev hemî jî
mirov dikare ji sernavê pirtûkê bi xwe
derbîne.: „ Çengê te ez bi firê xistim“
Ev çeng, yê nîşana balindeya ye, ko
helbestvan pêk aniye, xwe ji çareçewa
karên rojane dûr dixe. Ev çeng ê diyar
dike, ko helbestvan berê wî li
afirandineke cuda ye, an jî jiyaneke bi
çêjeke din, bi êşeke din, di atmosfêreke
din din û berahîka her tiştî, bi nerîn û
asoyekî din.
Ev bask, per û çeng ê, netenê bilind
dibin, lê dikarin li cihê xwe jî bimînin,
giyanê wî/wê, evîna wî/wê bigihînin
asteyeke bilind, ji ciwanî û hêzeke
Episthomoljî di heman demê de. Ev
helkehelka peyvyan hêzeke efsanewî dide
deqê helbestvan. Bêy ko me bibe û bîne,
her li helbesta xwe ya yekem, bo me wî
tiştî diyar dike:
„ Bi jor nekeve, lebta bayê bin çengê te
Hêlanka evîna min dihejîne,
min di xew re dibe, û..
xewnên pîrebokan rê kuleka zarotiya min
dide. Ber bi jor ve…!?
Ez dê gengeşiyê li ser ciwaniya van
deqên Abdulkadir Musa bikim, ne ko
cudabûnê di nêvbera pexşan û helbestê de
bizanin, lê dê bi pragmatî serederiyê di
gel wan bikim, mîna pexşanên helbestî.
Ez xwe bi çu pîvan û şihîna ve girênadim,
bo ravekirina deqan, lê dê xwe nêzîkî
deq bikim, bizavê bikim, bihingivim wan,
wan himbêz bikim û wek xwênerekî,
bendewarê wê bim, ka dê ev deq çi
kartêkirin, li min bikin, min bi kû ve
bibin? çawa min bigrînin û li nav
govenda êşan min biçikînin.
„ Da dîlan bikin çiya, di şahiya mirina
min de
Ez gorî dayê, va ez dimirim..
û buhustek ax nîne ji te ku tê de
bergorbibim,
lewra di dilê xwe de, xwe vedişêrim û..
bi min re kovane buxuirek ji gola „Şêxê
Doda“
û tayek „Endeko“ ji newala be „ zerahê“
da gora min re kêl „Dayik û cendekên
gemkirî
Li ser êş û azariyan, helbestê A.Musa
vekirîna, û rengek ji xwendina hevdeqiyê
pêdivî wan deqan e. Her wisa jî pêdivî
ye, bizanibin, ko deqên helbestê,
dikarin xwe bi xwe rabigehînin hev û
dikar in bibin bersiva pirsên êş, birîn,
bîranîn, biyanî û havîbûnê. Lewra
dibînin, ko deqekî bi gelek awayan
hatiye vehûnan û her deqek dikare li ser
çend beş û zayendên estetîkane parve
bibe, Lyrîk, helbest, xweşxiwan û ta
sinorê drama jî. Ev deq têkiliyê
biyografiya A..Musa û ya mê ne, êşa wan,
berfa sipî wek kefen, aşîpa li ber
baranê û rîtmên sofiyane. A.Musa, di gel
peyvê li keştiya Nûh siwar dibe û carnan
li bayî siwar dibe, bi ser çiyan û zozan
digihîne û li wan evrazan wateyeke din,
bayeykî din, û soyekî din dide wê peyvê:
- Sawa çiya-
Em em in yên ji te danakevin?!
Siwarê keştiya te ne em-Nûhê-,
ger tofana sed û yekê bejî,
em Cûdî ji kolîna dilê xwe danayînin,
bo berztir bibin lûtkeyên Zagros û Bêxêr,
Hindirîn û çiyayê Kurmênc. Sawa çiya
Istegehên Dilê te, mîn şanoyekê, li ber
qeraxê pirtûxaneyekê , di pey re,
çîrokbêjî derbas dibe. Bi awayekî
romantîk, bi Josfîna xwe mest dibe. Di
deqî de, şikestinek dest pê dike, dema
dibêje:
„ Me tu navnîşan nedan hev??! Istegehên
dilê te
Ev pirsnîşan û seyrnîşan, sergêjî, goman
û tevlîhevbûna wî diyar dikin, belkî
kêmtecrubeya wî jî. Di, vê helbestê de,
xwêner, piştî bersivdana pir pirsan û
yek ji wan, ko di dawî de tê û li ser
evînê, pêrgî LÊ dibe:
„ Lê…/
Laşê min di livîna te de, ji hêsirên
giryana Hans Curt Flemming şil e,
û can ji evînê zuha nabe, … lê….ê.. ê“
Istegehên dilê te
Ev Lê nîşana rêgiriyê, li pêkhatina hemî
hêvî û armancên wî. Xwêner li vir li
hember, huner e, karekî hunerî ye, di
hundurê devera nû û deverên kevin de,
diyalogeke nepenî heye, Girê Şermola/Zankoya
Helebê/warê Hans Curt Flemming. Li vir,
mesajên cuda cuda hene. Li vir peyva
Umberto Eco, di hizra min de beşdar dib
edema dibêje: “ Huner, -helbest jî di
nav de- mesajeke pirralî ye, ji pirr
nîşan û wateyan, di her nîşanekê de,
jiyaneke piçûk heye. Wate, nîşan hilgirê
wateyan in.” R 156. Pirtûka Dieter
Burdorf. Einführung in die
Gedichtanalyse, 2 Auflage, verlag J.B.
Mtzler. Stuttgart. 1997.
Helbest hunerekî vekirî ye. Rast e,
regezên form (ciwanî, hunerî, rîtim,
aheng, endaza giyofrafî û…) û nijyara
zimanî giring in, lê ya ji hemiyan, li
ser pileya deq, giringtir e,
pirrwatedariya helbestê ye.
Pêwendiyên ahengsazî, rîtim û ciwaniyê
di nêvbera A.Musa û Ahmed arif de, diyar
in. Li vir em dibêjin, kartêkirina
wergera Dildar, her wisa jî awayê
xwendina Ahmed Arif bi kurdî, li ser
deqên E. Mûsa bêsinor in….Nimûne: Di
helbesta A.Musa de: Dayik û cendekên
gemkirî de, ne di chekî tenê de,
kartêkirina helbest û rîtmên A.Arif, lê
diyar in:
Êdî, ne kolanên vî bajarê biyan min
hildigirinne di ezmanê wî de heye piçek
sura
bayê te, li ber pozê min
carekê, nîvcarekê bi hesanî
hilma xwe vedim” Dayik û cendekên
gemkirî.
A.Arif jî di helbesta xwe ya sî û sê
gullan de, ji wergera Dildarê Şeko, weha
dibêje: “ Ev curme, egerê kuştina me.
Êdî, bi rêbirrî/bi derbirî
bi pêxwasî
bê xinizî dertê nave me” R. 88 . Ahmed
Arif, Ji kesera te.. min pranga
kevnarkirin, wergêr: Dildar Şeko.
Tîrmeh.1990.
Li vir, derbasbûn û derketina hevokan,
lib a A.Arif û A.Musa hevahengiyê di gel
hev dikin. Nimûneyeke din:
Dimirim..
Ji bo te ha.. ma te hay jê heye?. Dayik
û cendekên gemkirî.
Li vir, A. Musa, sud ji 2 helbestên
A.Arifî kirine, ew jî ev in:
“ Hiş, bila kes nebihûse.
bila nebihîsin dê mirim ha.” R. 41 Ahmed
Arif, Ji kesera te.. min pranga
kevnarkirin, wergêr: Dildar Şeko.
Tîrmeh.1990.
Helbesta din, ko heme hevok bi giştî
biriye, lê nizanim, bo çî nexistiye nav
du kevanan de?!
“ Te hay jê heye dîwarê kevir?” R. 26.
Ahmed Arif, Ji kesera te.. min pranga
kevnarkirin, wergêr: Dildar Şeko.
Tîrmeh.1990.
Ez naxwazim pir dirêj bikim, ka çawan, û
çi ne, ev hevdeqî, hevheyberî”
Intertextuality” ya di navbera wan de.
Wek li jor hatiye nivîsîn, ev
kartêkirina rîtim û helbestvaniya A.
Arif li helbestvanê me bûye,- ne tenê li
wî, lê li piraniya, helbestvanên “moderinnivîs”-.
Mebest, li gor têgehiştina min ew e, ko
seqa nivîsîna mijarên herduyan nêzîkî
hev in, êş, kovan, hesret û keder in. Ev
car, nedûr e û ne jî seyr e, ko
kartêkirin hebe.
Helbestvan, ne ko xwestiye, wî bişopîne,
belê bi mebest, hişwerî an jî ne heşwerî
xwestiye lîstika wan aheng û rîtman,
hevok û sytaksan berdewam bike. Wate
hevdeqiyeke bi mebest û armanc.
Helbestên A.Musa, ji nişka ve, bi kotekî,
berê me didin êşên xwe, şevpestên xwe,
çigareya xwe, şevên xwe yên bi dawî
nayên, dako me bi wan êşan, wan
bendmanan, wan asoyiyên rewrewkane û wî
giriyê xwe yê bêhêsir piv bide, dako
dever û simblên wî di hiş û sawêrên
xwêner de, li ciwaneyeke din rast werin:
„û hêjî em ji şevê hez dikin
-ji xwe-
Çimkî em bi tariyê re ji dayîk bûne..
Pîrhevok, gurê manco, sînor, Gola Enter,
Şêxê Doda, newala
Zerahê,
Hacûc û Macûc û saweke bêdeng Şermola“
Sawa Bêdeng
Cih û navên bi saw û efsanewî, dibin
bersiva A. Musa, li ser şikestin û
têkçûnên nû, li biyanistanê, wekî ko
zimanhalê bibêje, ez bi tarî û têkçûnan
re ji dayik bûme.
Ev şêwe helbest, dexzekê li nik xwêner
ava dike, berê wî dide lêpirsîn û
xepardina deqan, dako taybetmendiya wan
diyarokên tal û mijane de, binase. Eger
hat û xisletek ji wan xwenasnekirinan,
nehate naskirin, an jî derveyî sinorê
hiş ma, êdî hinga dê bibêjine M.Foucault,
ko sinor ji jiyana me re hatine kêşan û
em di nêv çekmeçan û zeviyan de, li
hişmendiya xwe digerin.
Helbestvanê me, xwêner vedikêşe goşeya
xwe ya dahênanê û asoyên taristanê li
pêşiya xwêner teng dike. Para evîn,
mirin, beşdarî, nebeşdarî, çûn, çûn û
çûnê, şev û şevê, sawir û şêtî, li nik
A.Musa, nekêmir ji hebûna wî, xemgîniya
wî û serboriya wî ya zilindar e. Ew e,
yê laş, li ba wî ji giyan bar dike û
giyan, tûşî azaran dibe, dinale, dinale
û diarihe. A. Musa, ji vê cîhanê,
hingirî ye û sûravekên xwe di serê peyvê
û helbestê re derdixe. Rûpelên
biyografiya xwe vedike, tenê giryan, xem
û kovanan dibîne, bîanînên wî, ew
serpêhatî, keser in di bin xwelîdankê
de:
Serpêhatî bi girî b dawî dibe.
Tu dikarî di çavê pêsemîn xoşewîsta min
biwînî,
yan di hêstira we a dawî de..,
û ji bo tu jî nebî rupelek ji çîroka
min..!
we di dile min werneke..
eve têkçûnê ji min re berde..!?
….
Ê min…,
ne li ser te,
ne li ser xwe
-tenê digirîm-
Ji bo çavên xwe ji kirêtia
Evê îhaa pûşt bişom?!
Ê min..,
ji destê te tê ku tu dilê min
mîna cigareya dawî-bi bêhnçikekê- bi
dawî bikî
û.. xwe bi kesereke dawî ke ji xweliyê
di xwelîdanka sînga min de!? Xweliya dil
Subjektivîzim, girî û êş û kovan bêdawi
ne. Bîrkirina, nalînên biluran, stranên
kurdî, şûnwaren kurdî, bêhinvedanên
biyanistanê û melhema ser havîbûnên
A.Musa ne
Em çi bikin, A.Musa, helbest qêrîna
piştî mirinê ye û dilşahiya yê qurbanî
ye!
Helbestvan A.Musa, wan helbest û deqên,
mişt, kovan, keser, êş, xerîbî, girî,
bîranîn û zugurdî, mişt qelebalx, bi
bêdengiyeke ciwan, û hunerkî zîz
dinivîse. Di dema nivîsîna vê xwendinê
de, mizgîniya weşana çapa diwan, ji
weşanên Dezgeha SEMA hat. Dako hun dilê
xwe ji êş û kovanan hênik bikin, seryekî
bi çavên xwe li pirtûkê bixwin û….
tengezarmarini_41@hotmail.com