Weke ku berê di agahiya sazkirina xwe
de dabû xuyakirin ku wê xebata xwe di aliyê ziman, çand û toreya
kurdî de bike, roja 22 ê tîrmehê 2005an şeveke helbestê bi zimanê
kurdî li navenda bajarê Dêrika Hemko li darxist. Mêvanên şevê 15
helbestvan, nivîskar û hezkirên ziman û çanda kurdî bûn.
Şev bi helbesta - Aşiqê Maşoq-ji aliyê helbest-van Melevan ve ku
diyarî şêxê şehîd Maşoq Xeznewî kiribû hate vekirin. Paşî bi
helbestên kilasîk yên du helbestvanan ARIŞEN û SOBAR şev gulgulî û
xemilî, helbestê wan gelekî li xweşya mêvanan çûn Melayê Cizîrî û
Seydayê Xanî bi şêwe û rengê helbestê li me kirin mêvan, bi
nirxandin û nêrînên beşdaran şeva me pirtir geş û rengîn bû, bi soza
berdewamkirina vê xebatê û karkirin ji bo çand û toreya kurdî ji
aliye endamên TEVN ê ve şev bi serketin bi dawî bû.
Careka dî em TEVNa Çand û Hunera Kurdî - Dêrik banga xwe dubare
dikin ji hemî rewşenbîr û nivîskarên kurd re ku bi me re têkildar û
pêywendîdar bin ji bo serxistina vî karê hêja û pîroz .
TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ _
DÊRIK