|
Ma ne te destê minî sar fêrî germa destê xwe kir,
û ez dûrbûm ji çirûskên ku wê awirê min ber bi
tîrêjên awirên te ve biçirisîne, tucarî min hêvî
ji heyvê nedikir ta ku xwenên min bi cî bîne, û
bi lava ez bi axê re nedipeyivîm taku destê min
evîn bi birre, ne bi ba re ta ku dilê keçekê bi
min bişewitîne, yan bêhna min li bêhna
nediyariyê gurêx bike, û di valahiyê de min vala
bikilê û rewrewk min li pey çelengiya xwe
bikişîne.
Ma ne min çavên xwe bernedabûn tirîyê di rezê
çavên te de razayî ji westandinê taku ew tirîyên
ku ji bendemanê sor bûbûn û li ser rêya çûn û
hatinên bajarvaniyan weşiya bûn , û gernijîna
mewîjên te yî payîzî her kêlîkê xwîna damarên
minî hişk di bêdengiyê de tevradikir, her carê
min ji xwe re digot vê carê na careke dîtir ez ê
xatir bixwazim, ez ê hemî bajar û zeviyan li pey
xwe bihêlim, û nema guh didim xurdeyên tozê û
cîgera qûma her sibehê ku bê yasa disûrikî
movikê jiyana me, lê çi gava ez li ber neynikê
radiwestim çavê min li te dikeve û li pey xeyala
te sitêran darvedikim. De bêje min, çima wisa tu
bi gunehê xoşava tuwê lêvên xwe kincirê êvarên
min mohr dikî. Çima wisa tu sêvên xwe yî ter li
ber roka destê min radixî û tilîyên min di
fêrbûna alfabêya keritandina sêvan de xwe
nagirin, ma tu nizanî her ku sêv diaxivin ez di
cihê xwe de ji desthilanîn dikevim û dilerizim,
ma tu nizanî çi gava te dibînim dilê min dibije
derbasbûna bihuştê, û hevrêşimê laşê te min
dikewijîne nimêja tenahiyê li tenahiya laşê te.
Ma tu nizanî, gelek darên pakîze li ber
derîzanka aramiya tilîyên min piştxûzbûn û ez
nelerizîm ji bilî di çavên te de û Xwedê jî
dakeve carek dinê nalerizim, tenê di axavtina
sêvên te de ez ê koçber bibim.
|