|
Evîna te û agirê Zêyos
Cankurd
01.
07. 2008
Ewê evîn pêda kirî
Xweş
dizane, dûrî ji evîndarê çiye!
Ewê agir pêda kirî
Baş
dizane, êşa
ji ber agirê çiye!
Evîn û agir mîna hev in
Herdu bi kizût û teraf in
…bi dûman û bi alav in…
Bi hev re pêda dibin
Bi hev re geş
dibin…
…û bi sohtîna
dilan serxweş
dibin…
Yek vedimire
…û yek dimîne,
ta hestî ji
hev dikevin…
Agir bi avekê tê kuştin
Hema bi ava heft zireyan
…û bi axa heft çiyan jî
Evîn naye
şuştin…
Herku Promêsiyos dihate êşandin
û xew ji çavêd
wî dihate revandin
Zêyos hîn bêtir dilşa
dibû
û rûyê wî yê lawaz
bi êşa
koleyê xwe re geştir
dibû
…serxweş
dibû..
Evîndarê!
Ma çi cudahî di navbera evîna te
û agirê Zêyos de heye?
Ma revandina kizotek agirî
Evqas guneye?
|