|
Heya vê gavê hejmara kuştiyan di şerê navbera
artêşa Lubnanê û çekdarên grûpa Feth El- Islam
de 100 kes derbas kiriye. Artêş bi hemû hêza xwe
niha dixwaze çekdarên vê rêxistina terorîstî
mahf bike. Ji bo pêkanîna vê armancê jî artêşê
destek ji hin welatên ereb wergitiye û çekên nû
ji Washingtonê, wek alîkarî, jê re hatiye şandin.
Ji aliyê din jî, rêjîma Beşar Esed bi dizî çekan
dewrî vê rêxistinê dike. Bi armanca têkbirina
hikûmeta heye, ya ku li dijî rêjîma Şamê, Esed
hewl dide hemû kesên dijberî vê hikûmetê bi hêz
bike û wan ji bo tevlihevkirina rewşa hundirîn
ya Lubnanê bi kar bîne.
Ji bilî hevalbendê xwe yê istratîjî Hizbulahê,
Esed her kesê dijayetiya hikûmeta Beyrûtê dike,
destek dike û dajo ser vê hikûmetê.
Ev hewledan hemû ji bo astengkirina karê dadgeha
navnetewî, ya ku Konseya Ewlekariyê beriya
heftiyekê erê kiribû, ye.
Dadgeha mijara gotinê, ji aliyê Konseya
Ewlekariyê û di bin bendê 7 an de hat erê kirin.
Ev tê wateya ku dadgeh dê bi şêweyekî fermî û di
bin sêwana civaka navnetewî de karê xwe bike û
lêkolîna bûyera kuştina serokwezîrê Lubnanê yê
berê Refîq Herîrî bidomîne û sûcdaran destnîşan
bike. Ev hemû dê di bin bendê 7 an de pêk bê. Ev
bend jî bikaraîna hêzên rewa dike, eger aliyê
sûcdar biryarên dadgehê red bike.
Ji ber hindê Esed û rêjîma xwe yekser dadgeh red
kirin û ew "li dijî serweriya Lubnanê" dîtin. Di
heman demê de jî wezîrê karê derve yê Iranê
Menoşehr Muteqî serdana Şamê kir û bi Esed re ji
bo goftûgoktirna şêweyên astengkirina dadgehê
axift.
Iran dizane ku destê Essed û zilamên wî de
bûyera kuştina Herîrî de heye. Ew dizane ku li
cem dadgehê belgeh hene didin xuyakirin, ku
Essed bi xwe biryara kuştina Herîrî û 22 kesên
din li Lubnanê daye. Ji ber hindê ew dixwaze
hevalbendê xwe xelas bike.
Jixwe Esed bi xwe jî berê tiştekî wilo ji
sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Mon re diyar
kiribû. Li gorî hin çavkaniyan Esed weha gotibû:
Emê agir bera tevahiya herêma di navbera deriya
reş û deriya sipî bidin, eger hûn nêzî me bibin.
Niha kiryarên terorîstên Feth El -Islam jî
beşekin ji pêkanîna van sozên Esed. Lê hîna
metirsya mezin ew e, ku çend sûykasên din li
dijî berpirsên lubnanî yên dijberî Esed pêk bên.
Li gorî hin agahiyan niha çend grûpên girêdayî
hêzên istixbaratên Sûriyê xwe ji bo pêkanîna van
sûykasan dicivînin ser hev.
Esed xwe ji bo şerekî mezin amede dike. Li
hundir kesayetên muxalefetê hemû girtine bin
çavan û li derve amedekariya lîstikek mezin li
Lubnanê dike. Ji ber hindê em bawer nakin ku
mesela Lubnanê bi şerê di navbera artêşê û Feth
El -Islamê bi dawî bibe. Ev tenê destpêk e û
hîna Hizbulah li dar e û heya niha tiştek
nekiriye…
Ev nivîs di rojnameya Yeni
Ozgur Politika yê de hatiye belav kirin.
tariqhemo@hotmail.com
|