|
Di nava
hemû gelan da ciwan mîna hêza motorîk ango
dînemoyê civakê û milletekî tên bilêv kirin û
dîtin, xwendevan jî mîna hêza ji civakê re
rêbertiyê û pêşkêşiyê bike tê dîtin. Ciwan, bi
taybetî xwendevan pêşeroja civak û gelan in. Ji
bo ku di nava civaka me de kêm xwendevan hene û
ciwanên me di bin bandora çandên biyanî de
dimînin mirov dikare bêje ku “Pêşeroja me di
xeterê de ye”.
Ji ber ku
hebûna gelê kurd li Ewrupa û bi taybetî li
Elmanya zêdetir e, ezê di nivîsa xwe ya îro de
hewl bidim ku pirsgrêk û xeterên ciwanên me li
Elmanya pê re rû bi rû mane zelal bikim û
vebêjim. Sedemek din jî, ji ber ku ez bi xwe li
Elmanya dijîm û xwendevan im.
Ewrupa -
bi giranî Elmanya- sîstemek wusa ava kiriye ku
dixwaze hemû biyaniyan li ber bayê çanda xwe
bixe, biguhere û formekê bidiyê û bike wek xwe,
bi gotinek din dixwaze di ava asîmlebûnê de
derbas bikin û bi avên qirêj bişo. Lê ecêba
mezin ev e ku Kurdên me bi destê xwe zarokên xwe
dişînin ser xeterên wusa û wan bi destê xwe di
çemên asîmlebûnê de diherikînin.
Lê ji ber
ku mirovên temen mezin guhertina wan zahmet e,
sîstemên welatên mijara gotinê dest davêjin
ciwan û zarokên me û dixwazin wan bikin alav ji
bo sîstema dewletên xwe.
Gotinek
pêşiyên me heye ku dibêje: “Ger tu bixwazî
gelekî asîmle, biguherî û tine bikî, divê tu
dest bavêjî zarokên wî welatî.” Dest bavêje
zarokên wî welatî ji ber ku zarok nîşan û hêza
pêşeroja gelan in.
Wusa xuya
ye ku ev welatên mijara gotinê ev şîreta pêşiyên
Kurdan ji xwe re kirine guhar.
Lê ev tenê
milekî babeta me ye, aliyê din civaka me ye,
ango malbatên me yên ku li Elmanya dijîn.
Ku em
dibêjin zarokên me pêşeroja me ne, ku em dibêjin
zarokên me hebûna me ne, gelo çima em li pêşeroj
û hebûna xwe ewqas kêm xwedî derdikevin, çima em
li ser xwendina wan nasekinin, em çima dihêlin
ku bibin mîna biyaniyan, bibin mîna Ewrupiyan,
çima em vê çanda me ya delal ku dapîrên me bi
sedan salan hewl dane ku biparêzin ji wan re
nabêjin?!
Komel û
saziyên me cihê ku em wêneyê xwe tê de dibînin û
cihê hevdîtina çand û hunera me ne, cihê
nasnameya me ne. Lê mixabin gelek malbatên me bi
awayekî din nêzîkî mijarê dibin, dibêjin em
zarokên xwe bişînin komelan an jî sazîyeke din,
ewê zarokên me bişînin serê çiya, bi gotinek din
bi tirsê nêzîkî vê pirsgrêkê dibin. Ji ber vê
sedemê zarokên xwe ji hemû tiştên jimartî dûr
dixin, ji rastiya nasnameya xwe, ji rastiya çand
û welatê xwe dûr dixin.
Lê dema
dinêrin ku wusa zarokên wan ji destê wan diçin,
poşmaniyek bê veger li wan dibe mêvan û êdî dem
dereng dimîne.
Divê em tê
bighêjin ku ev rastiya biyanîbûnê ye, dema tu li
nirxên xwe, li nasnameya xwe ya siyasî, li
rastiya çand û welatê xwe xwedî dernkevî û
nevejînî, mirov nikare pêşiya otoasîmlasyonê
bigre û êdî pêşeroja me dikeve tahlûkê. Mixabin
gelek malbatên me vê rastiyê ji ber çavan wunda
dikin û li ber çav nagrin.
Ji bo ji
serdeketina van pirsgrêkên jimartî divê malbatên
me têkîlî û diyaloga bi zarokên xwe re xurtir
bikin, ji bo zarokên me karibin bi me re derd û
xemên xwe parve bikin, ji bo ku zarokên me
karibin baweriya xwe bi me bînin. Girêdayî vê
divê em ji xwe pirsa çima ewqas mirovên ronakbîr
û xwendevan ji nav civaka me derdikevin, bikin.
Û herwiha divê em giringîya xwendinê bi zarokên
xwe bidin fahmkirin, divê em nişanî wan bidin ku
gelek bûyerên ku heta niha hatine serê me ji
rûyê kêm-zanebûn û kêm-xwendiniya me ye.
Zarok û
ciwanên xwendî hişyarîya wan ji bo welatê wan,
ji bo nirxên wan û pirsgrêkên civaka wan
mezintir e.
Ku em
dibêjin ciwan û zarokên me pêşeroja me ne, divê
em wan bi bingeha zimanê dayikê, bi nirxên
netewî û rastiya welatê xwe perwerde bikin, ku
ne wusa be, wê zarok û ciwanên me ji destê me
herin û wê pêşeroja me tarî bibe û di xeterê de
be.
|