|
*Bo 2-wemîn „keskvegera“
şêxê nimêja şehîd
Dibe ku li ser hindek astan, ew xwîna nimêja
şehîd, ku navê wê şêx maşûqê Xeznewî ye, li ba
hindek aliyên bi Kurdî, ku îro jî li dar in, hîn
jî pirs be, yan jî „pirseke mezin“ be, lê ew
xwîn û ew nimêj, ku bûn şehîd, û ew şehîd, ku bû
navê şêx Maşûqê Xeznewî, ji bo min, ji „pirsên
mezin“ û wêdetir, ew „bersiveke mezin“ e:
Ew xwîn, „bersiveke mezin“ e, ku şehîd çû.
Ew nimêj „bersiveke mezin“ e, ku bi Kurdî, û ji
boyî Kurdî, û di Kurdî de, çû kêlîkên
bidarvekirinê.
Ew windabûn û ew gombûna pirr, „bersiveke mezin“
e, ku bi Kurdî, temîknameyeke şehîd, ji „Kurdên
Xwedê“ re, li şûn dawîtirîn nimêja xwe, hişt.
Ew şêxê pirr, „bersiveke mezin“ bû, ku bi Kurdî,
doza Kurdên xwe, li Xwedê û pirtûkên wî, vekir.
Ma ne ew şêx Maşûqê wê nimêja şehîd bû, ku digot:
Li wir, Islam, ku têra Kurdên min nake, ez, ne
li wir im.
Li wir, zimanê Xwedê, ku têra Kurdiya min nake,
zimanê min nagere û ne li wir e.
Li wir, agirên Xwedê, ku têra Newrozan û buharên
wan nakin, gavên min, ne li wir in.
Li wir, salvegerên mirinên adarane, ku têra
jiyanê nakin, fatîheya destên min, ne li wir e.
Li wir, „welatê tirsê“, ku têra şehîdketina
xwîna „Ferhad“, û xwîna navên Kurdên wî nake,
navê min, ne ji wir e.
Û li wir, azadî, serxwebûn û wekheviya ax û avên
Xwedê, ku Kurdan hilnagire û çiyayên wan haşt
nake, berê nimêja min, ne li wir e.
Yek ji taybetmendiyên herî bilind, yên wê xwîna
şehîd û bilind, ew bû, ku bilindahiyê nimêjê, di
Xwedayê bilind, û asmanên wî, yên fereh û bilind
de, dixwend.
Lewre, Xwedê, bi qasî ku xwîna şêxê şehîd diçû
bilindahiya nimêja navê wî, li wir bû, ku „wir“
mezin, fereh, û pirr bû:
Şêxê nimêja şehîd, li wir bû, ku navê Xwedê têra
asmanê her kesî, dikir.
Nimêja şêxê şehîd, diçû „wir“, ku „wir“ têra
berê Xwedayê her kesî, dikir.
Navê şêxê şehîd, perwesteyî wir dibû, ku „wir“
têra sirûdên Xwedayê her kesî, dikir.
Berî şêxê xwîna şehîd, gelek xwîn, gelek nimêj û
gelek şêxên wan hatin û bûn şehîd û çûn, lê bi
ya min, şêxê nimêja şehîd, şêx Maşûqê Xeznewî,
navê nimêjeke din, navê xwîneke din, navê
şehîdbûneke din, û navê „ayeta“ ji pêjna destên
Xwedayekî din bû.
Ew navê nimêjeke din bû, ku rastûxo, li ser
zimanê pirtûkên Xwedê, eşkere, û bi Kurdî, diçû
navê Kurdistanê.
Ew navê nimêjeke din bû, ku „Kurdistana nimêjê“,
bi Kurdî, ferehtir, û mezintir, li tevaya Kurdên
wê, ji Misilmanan heta bi Êzîdiyan, û ji
herduyan heta bi Fileh, Cihû, Şebek, Kakayî û
Feyliyan, parve dikir.
Ew navê nimêjeke din bû, ku bi Kurdî, fereh,
diçû navê ji heskirina Xwedê.
Ew navê nimêjeke din bû, ku destên wê bi Kurdî,
fereh, bangî asmanên Xwedê, dikirin.
Xwîna nimêja şehîd, weha bi Kurdî, çû navê Xwedê,
lê wê ji bo min negot, rêya Xwedê di gulên te
de, tune ye.
Nimêja xwîna şehîd, weha navê Xwedê, kurt û
Kurmancî, hilda, lê wê Xwedayê min, ku hindek ji
wî av e, hindek ax e, hindek ba ye, hindek agir,
hindek kesk e, hindek dar e, hinde gul e, hindek
azadî ye û hindek jin e, çewsaw, piştguh,
marjînal û boykot, nekir.
Xwîna nimêja şehîd, Xwedê, bi Kurdî, weha li
Kurdistanê gerand, lê wê ew di Cubbe, şaşik û
pirtûka xwe, ya tikî tenê de, asê nekir.
Şêxê nimêja şehîd, doz li ba Xwedê û pirtûkên wî,
ji bo „Kurdistana Kurdan“, vekir, lê wî, qet
doza „Kurdistana Xwedê“ nekir.
Ew Kurdistana şêxê xwîna şehîd, ev Kurdistan e,
ku em ne wek hev, li asmanan e, lê bi hev re, li
vir in.
Ew Kurdistana bi Kurdî şehîd, ev Kurdistan e, ku
em bi dîn yan jî bê dîn, bi asman yan jî bê
asman, wek hev, îro, bi Kurdî, di bîranîna vê
xwîna bi Kurdî de, li vir in.
Ew Kurdistana cubbeya şehîd, ev Kurdistan e, ku
li wir bi qasî vir, asman û dewletên asmanî, ji
Xwedê û nimêjên wî re ne, lê ev dunnya û
dewletên dunyayî milkên me, milkên azadiya me,
milkên qanûnên ji aqlên me ne.
Dîn ji asmanan re ye.
Asman ji dînan re ye.
Zemîn, û ax û avên wê, ji me re ne.
Em, ji zemînê û ax û avên wê re ne.
Zemîn dewlet e.
Dewlet em tev in: çi reş, çi sipî; çi jin, çi
mêr; çi biçûk çi mezin; û çi bi dîn, çi jî bê
dîn...
Lewre, dîn nabe dewlet.
Lewre, dewlet nabe dîn.
Lewre, aqilê Xwedê li asmanan, dûrîdest, difir
e, û ji asmanan re, dimîne.
Lewre, aqilê me, berdest û bercest, li ser erdê,
dimeşe, û ji bo me, yên li erdê, dimîne.
Lewre, pirr cubbe, pirr şaşik, pirr nimêj û pirr
şêxên wan, şehîd, firiyan asmanan û li wir man.
Lewre jî, xwîna nimêja şehîd, ku navê wê şêx
Maşûqê Xeznewî ye, wek xwîneke li ser erdê pirr,
nimêjeke pirr, û şehîdebûneke pirr, îro, li bîra
van kêlîkên me tê, li bîra barana vê pencereyê û
pecereya vê barana me tê, li bîra Kurdên wê
Kurdistanê û vê Kurdistana me tê, û li bîra
giriyê van destên me, çi bi nimêj û çi jî bê
nimêj, tê.
Lewre, şêx Maşûq, nimêj e.
Lewre, nimêj, şehîd e.
Lewre, şehîd, pirr e.
Û lewre jî, pirr, Kurd e.
|