|
Li rojavayê Kurdistanê
kovareke kurdî nû bi navê „ Helez“ dest bi
weşana xwe kir.
Bi weşandina vê kovara folklorî û rewşenbîrî,
wêje û zimanê kurdî hate xemlandin. Helez bi xwe
navê geyakî navdar e li Kurdistanê, ku di warê
civakî de pir meteolok derbarê wê bikartên, mîna
dema kurd dibêjin: ( Helez buhirî) lê jibo
zimanê kurdî, hê helez
nebuhiriye!
Helez kovareke serbixwe ye, hejmara yekemîn di
serê havîna vê
salê de (2007) derket ku her di vê salê de pêncî
sali di ser damezrandina yekemîn partiya siyasî
li rojavayê Kurdistanê re derbas bûn, loma jî
qapê kovarê bi helbest û wêneya yekemîn serokê
partiyê Dr. Nûredîn Zaza. Xemilî.
Gelek nivîskar zimanê kurdî di vê hejmarê de
nivîsandine weke:
zimannas Berzo Mehmûd, xwediyê pirtûka (
rênivîsa peyva kurdî), lêkolîner
Xalis Misewer ku bi lêkolînek rexneyî li ser
xwenasînê di helbesta kurdî ya
nûjen de di vê hejmarê de.
Dr. Zara Brahîm gotareke rexneyî li ser romana
Helîm Yûsiv ( Tirsa bê
Diran) bi sernivîsa: Diranê tirsê yan tirsa bê
diran ? Ji bilî wan, hin çîrokên kin
ên nivîskar Zinar Mistefa jî di vê hejmarê de
hene.
Wekî din gotarên ku di hejmara yekê ya kovara
Helez de belav bûne ev in:
- Eliyê Cizîrî: baneke û du bane
- Mehfûz Silêman: gotareke rexneyî û pêşneyarî
bi sernivîsa ( bihêlin em bi newrozê şa bin) - -
Dr.W.Hacî: gotareke bijîjkî bi sernivîsa ( taya
Tîfî )
Ji bilî gotaran gelek helbest jî di vê hejmarê
de hatine belav kirin mîna: helbestên Emerê
Xerzan bi danîna Xelîl Sasonî, helbesteke Dr. N
.Zaza ( şerê azadî) li ser qapê dawiyê û her
weha hin çîrok, helbest û kelepur jî tê de hene.
Helez kovareke hêjayî xwendin û belavkirinê ye.
|