|

e-mail :
peyvaniviskaran@yahoo.com
Korak mob.: 00964 750 457 3108
Niviseran : 062 722 4361 & 062 7223784 & 062 722
2274
Bo: Kongireya sêyemin ya Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava li derve
Babet: PÎROZBAHÎ
Bi navê tev endamên yekîtiya Nivîskarên Kurd-
Duhok, em pîrozbahiyên xwe arasteyî we yên birêz
dikin, bi helkeftina girêdana kongireya we ya
sêyemîn hêvîdar in serkeftî bin di kar û barên
xwe yên rewşenbîrî û hunerî de.
Em gelek serbilind bûn bi bişkdariya komeke
endamên we yên birêz di festîvala Duhok ya
rewşenbîrî 2 de, em dê berdewam bin ji bo
xurtikirina peywendiyên xwe yên rewşenbîrî di
gel hemû dam û dezgehên rewşenbîrî yên kurdî,
weke pêngaveke neteweyî ji bo pêşvebirina rewşa
peyv û wêjeya kurdî li her cihê hebe. Em bi
qedirgiranî li Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên
Rojava li derve dinerin û cihekî we yê taybetî
li cem yekîtiya me heye .
Daxwaza serkeftinê bo desteka kovara Urkêş dikin,
em sozê didin hewlên me berdewam bin ji bo
dabinkirina pêtiviyên darayî bo kovara we, ku
berdewam derkeve û bi serbilindî dahênan û
nivîsînên nivîskarên kurd hembêz bike.
Careke din pîrozbahiyê li we dikin û her sax bin
ji bo xizmeta peyva kurdî û doza neteweyî.
Di gel rêzgirtinên me
Yekîtiya Nivîskarên
Kurd-Duhok
Hasan Silêvanî 1/4/2007
|