tariqhemo@hotmail.com
Li gorî hin çavkaniyan dê Serokwezîrê Tirk û
Rêveberê AKPê Recep Tayip Erdoxn di 15 meha
Adarê de berê xwe bide hin bajarên Bakuê
Kurdistanê.
Ev gera Erdoxan piştî 2 sal û nîv ji "sozên"
wî yên li Amedê û "çareseriya pirsgrêka kurd"
ya gotibû "ew ya min e jî", tên.
Her weha gera Erdoxanî piştî 5 mehan ji
derxistina meclisa tirkan ya biryara şerê li
dijî kurdan û derbaskirina sînorê başûr tê.
Her weha 4 meh di ser êrîşa hewayî ya "mezin"
de jî derbas dibin.
15 roj jî bi ser têkçûna artêça tirk ya li
ser destê HPGê derbas dibe…
Wek mentiqê siyasetê û wek mentiqê hêzên
Islama Siyasî û mesela " El-Tuqiya" dê
Erdoxan hewl bide têkçûna xwe û artêşa
welatê xwe veşêre û ser binixwemîne. Ewê hin
"sozên" nû bide û gotinên qelew bêje û hewl
bide kurdan carek din bixapîne.
Erdoxan dê vê serdana xwe/derfeta xwe baş bi
kar bîne. Dibe ku gotinên "nû" bêje û hinek
"nermayetiyê" jî nîşan bide. Dibe ku yekser
PKK muxateb bigre û dozê danûstendinê jî
bike. Doza diyalogê li DTPê bike û xwe bi
berpirsên wê û tevahiya gelê kurd re şîrîn
bike..
Eveya hemû di rojevê de ne. Erdoxan niha
şkestî ye û ewê carek din dest bi derewan û
sozên sexte bike. Ewê banga "aşîtiyê"
raghîne. Lê gerek kurd bawer nekin û ji vî
mirovî hayerdar bin. Ew niha têkçûye. Kurd
nema bi partiya wî bawer dikin. Ji aliyê
eskerî û siyasî gelek tişt winda kiriye. Di
mijara PKK û gefên li dijî Kerkûk û herema
başûr de qelisbûye. Vêca dek û dolab û derew
tenê mane…
Piştî têkçûna hemleya dagirkeriyê ya artêşa
tirk û ev derketina sernizim/moraltêkçûyî ya
artêşê ji Başûrê Kurdistanê û piştî
ragihdanina encamên hin rapirsan li bajarên
bakur,ku têkçûna AKPê di nava kurdan de
nîşan didin, Erdoxan dê hewl bide xwe nêzî
kurdan bike û tiştê nikarîbû bi tank û topan
û terorê bike, bi bi fen û fûtan bi dest
bixe…
Ji ber hindê gerek DTPê û Tevgera Azadîxwaz
ya Kurdistanê ji vê serdana Erdoxan hayedar
û hişyar bın. Pêwîste gel bi silogana
hezkirî " Qatil Erdoxan" vî mirovê du rû
pêşwazî bike…
Serkeftina şerê Zapê gerek kurd tu carî ji
destê xwe bernedin. Vê serkeftinê çend
qonaxên dûr û dirêj Tevgera Azadiya
Kurdistanê ber bı pêş ve bir. Kurdên her şar
parçeyên Kurdistanê li PKK civand.
Niha Erdoxan dixwaze vê serkeftinê bi çend
gotinên vala û lîstokên "xîtabetê" beravêtî
bike…
Li pêşiya hedefa Erdoxan ya ne pîroz pêwîste
dest bi kampaniyek rûreşkirina wî bête
kirinê. Kampaniyek ku kurdan bi rastiya vî
mirovî bidin nasîn û derewên wî yên beloq û
tahlûke nîşanî cîhanê bikin.
Ji ber hindê divê navnîşana qonaxê " Qatirl
Erdoxan" ji bo AKPê û " serkeftina Zapê" ji
bo kurdan be…
Nîşanên vê yekê jî di xwepêşandanên gelerî
yên bakur de kifiş dibin…..