|
12 ê adarê û hêvîyên
wendayî
Salih Cefer
Sê buhar di ser xwîna kulîlkên 12 ê adarê re
derbas bûn bê ku tu hêvî di asoyên çareserkirina
pirsa kurdî li sûrîya bên xwiya kirin.
Tevî ku hatîye li hev kirin ji alîyê hemû hêzên
kurdî ve ku 12 î adarê qonaxeke nû li ber pirsa
kurdî li rojavayî kurdistanê vekir, dîsa jî tu
sûd bi destê gelê kurd neket.
Bû sê sal û rewşa kurdan roj bi roj paşve diçe,
ji hemû alîyan de, kurd ji hemû mafên xwe
bêparin, rewşa rojane ya kurdên bê nasname wek
berêye, rewşa heremên kurdî wek berêye û hîn
xerab tir dibe, malbatên kurdî nikarin pêdivîyên
rojane bi dest bixin, xwendevanên kurd nikarin
kar bibînin, koçberîya berve bajarên Sûrîyê yên
mezin roj bi roj zêde dibe, kurd di bexçeyên
zengînên Şamê û Helebê de bûne xizmetkar, wî
karî jî niakrin zû bi zû bibînin.
Qedexekirin li ser her tiştê kurdî heye, tiştek
bi fermî ji alîyê recîmê ve nehatîye pejirandin,
tevî ku recîm çavên xwe (ne bi kêfa xwe) li ser
hin çalakîyên bi çûk digre jî lê carna wan
çalakîyan jî bi darê zorê û lêdanê bi dawî dike.
Tevgera kurdî
Di bin zora xwîna kulîlkên 12 î adarê de tevgera
kurdî li hev kom bû û çend daxwiyanî bi hevre
derxistin, lê ew çalakî bi sarbûna xwîna
nemirana adarê re sarbûn.
Tevgera kurdî roj bi roj dûrî hev dikeve û şer û
nakokî di nav bera wê de zêde dibe. Hêvîya xelkê
hebû ku piştî serhildanê tevger bêhtir berve hev
were û karne hevbeş bi hev re bike, lê ew hêvî
bi wendabûna programeke bo kar û xebatê ji alîyê
hêzên çalakvan ve wendabû.
Her partîyek guneh dike stûyê ya din, hev û din
bi her rengî tawanbar dikin, kes guh nade dengê
xelkê, ka ew çi dixwazin û nerîna wan çiye, her
kes dibêje rastî li cem mine!
Gelê belngaz bi derdê peyda kirina nanê xwe de
ketîye û haja wî ji tevgerê û kêmayî wê tuneye,
ew li hêvîya çareserkirineke ji ezmana de ye.
Gel bê hêvî bûye, çîyê xwe li tu deran nabîne,
bawerîya wî bi gelek tiştan nemaye, bi taybet jî
yên xizan û perîşan, çavên wan û zarokên wan li
tiştên zengînane, ew dipirsin: gelo ev peran ji
ku tînin! çima em bi şev û roj direvin û em
nagên tu derê !
Gelo piştî sê salan recîm dirame ku çareserîyekê
ji gelê sûrî bi gelemperî û gelê kurd bi taybetî
re bibîne.
Gelo piştî sê salan tevgera kurdî dirame ku xwe
hinekî bide hev û bi hin çalakîyan rabe ku hin
tiştan ji gel re bi dest bixe.
Gelo wê rojek were ku hêvîyên gel yên wendayî
bêne dîtin.
Hevî ewe ku ta 12 ê adara bê ev hêvîyên wendayî
li rojavayî kurdistanê werin dîtin.
02.03.2007
|