|
„Kurdistana Şêxan“:
hindek pirs û hindek Kurd?!
Hoşeng Broka
hoshengbroka@hotmail.com
(3)
Pirsa ferhenga hundir
Ji encamên bûyerên Şêxanê û herweha ji
sidêridêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê(HHK) diyar
bû, ku „Kurdistana Şêxanê“(ya ku li seranserî
çend rojan, li ber trorê û di bin gefên
Allah-û-ekberçiyên wê de ma), wek Kurdistaneke
bi Kurdî, û li ser destên hin Kurdên wê, yên
Allah-û-ekberiyane, li dij hin Kurdên din,
hatiye terorkirinê.
Kewate, teror û terorkirina „Kurdistana Şêxanê”,
bi Kurdî, Kurd û Kurd, û Kurdistan û Kurdistan,
rû dan.
(Binêre:
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13976
&
http://www.bahzani.dk/services/forum/showthread.php?t=13744
&
http://dasin.net/tv &
http://www.asdah.com/modules.php?name=Video_Stream
)
Lewre, hewldanên çareserkirina vê „kwînêra
olperestane“, gihişte asta destên herî bilind di
serokatiya Herêma Kurdistanê(HK) de.
Wek gaveke destpêkane, ber bi aramkirin û
gemkirina hestên sincirî ve, ku di serencama wan
de, „Kurdistana Şêxanê“ çû terorkirin û
Alla-û-ekberkirinê, rêzdar Mesûd Barzanî, di
civîneke berfereh de(21.02.07), bi serok, rûsipî,
berpirs û niwênerên Êzîdiyan re, çend xalên
giring, di derbareyê wan bûyeran de, destnîşan
kirin.
Rêzdar Barzanî di wê civînê de, bal kişand ser
pêwîstiya rûnandina çanda toleransa olî û got,
ku „ne ez ne mam Celal, û ne jî serokatiya
PDK û YNK, em dê qet rê nedin çandeke biyanî, ku
derbasî Kurdistanê bibe, çimkî baweriya me bi
azadiya olî û nerîna din heye. Û çi kesê ku rê
li ber vê baweriyê bigire, dê qet jê neyê
qebûlkirinê û hesabekî giran jî, dê jê were
xwestinê“
(binêre:http://www.kurdistantv.net/niviseker.asp?ser=30&cep=1&nnimre=12012
)
Dibe ku ev ferheng a ku rêzdar Barzanî, wek
ferhengeke „biyanî“, li qelem daye, li gora
mentiqê teyorî, li ser asta desthilatdariya
Kurdistanê, bi rastî ferhengeke „biyanî“ be. Û
dibe jî, ku ji ber heman mentiqî, Barzanî bawer
nedikir ku rojekê li Kurdstana halê hazir,
bûyereke wisa „daxbarane“, rû bide. Lewre, wî di
wê civînê de, bi mixabinî, mîna serkirdeyekî „şokbûyî“,
weha basa „destên hundir û bi Kurdî“, Ku
beşdarî wê çand/ferhenga „biyanî“ bûne, kir: „min
qet bawer nedikir, ku hîn kesên wisa di nav
rêzên gelê me de, dijîn, hene. Em li dijî wê
ferhengê ne, ku bi navê dîn, kuştina yên din,
helal dike. Lewre pêwîstiya me bi
desthilatdariya ferhengekê heye, ku ferhenga
toleransê, di nav gelê Kurdistanê de, biparêze.“
Bê guman, li gora „mentiqê teyorî“, tê xwestin
ku serokatiya Kurdistanê vê ferhengê, wek „ferhengeke
biyanî“, ragihîne û herwisa li qelem bide.
Lewre, di van çend salên dawiyê de(bi taybetî
paş şerrê rizgarkirina Îraqê û rûxandina
dawîtirîn peykerê dîktatorê „komara tirsê“, di
09.04.03an de), ne tesaduf e, ku serkirdeyên
Kurdistanê, her helkeftin û her konferensên
çapemeniyê hewl didin, ku Kurdistaneke „sivîl,
tolerans û mafparêz “ bo cîhana modêrn û sivîl,
ragihînin.
Lê bi qasî ku ez bawer dikim, Kurdistana hundir,
ku rojane dibe, ji wê Kurdistana „teyorî“, ku „konferens
û koferens“ bo derve, tê ragihandinê, cihêwaz û
cuda ye.
Ev siyaseta ku hewl dide, vê „Kurdistana teyorî”
bo derveyên wê, ragihîne, dikare heta radeyekê,
li gora mentiqê „barûdoxên hestyarane“, were
famkirin û behanekirinê.
Kewate, li ser asta danûstandina siyasî bi „yên
din” re, „makyajkirin“ hertim aliyek ji aliyên
xîtaba siyasî û dîplomatî ye, ku bo derve tê
arastekirinê.
Dibe ku ev „siyaseta makyajkirinê“, di hindek
cih û deman de, heta radeyekê, di
propagandakirin û ragihndina wê „Kurdistana
teyorî“ û makyajkirî de, bo çav û guhên derve,
bi ser bikeve, lê li ser asta Kurdistana „hundir“,
dem û cihên hundir û herweha Kurd û Ne-Kurdên wê,
yên hudir, rewş tam cuda ye.
Lewre, bi ya min, daku Kurdistan ji teyoriyên li
hewa, destûrên li hewa, ragihandina li hewa û
bangeşiyên li hewa û wêdetir, gavan li ser erdê
bavêje, ji serkirdayetiya Kurdistanê tê xwestinê,
ku „siyaseteke zelatir“, bi qasî Kurdistana halê
hazir, zelal, û Kurd û Ne-Kurdên wê, yên zelal,
bibe rêyalîzekirinê.
Li ser asta serkirdayetiya Kurdistanê, rojane
basa „lihevhatina giştî: Îraq li Îraqê, netewe
li neteweyan, dîn li dînan, partî li partiyan,
eşîr li eşîran, gurûp li gurûpan, û kes li kesan)
tê kirinê.
Di dawîtirîn hevpeyivîna xwe de jî(28.02.07), ku
weşangerê „elaph.com“ê Osman El-Umêr pê re
kiriye, serokê Herêma Kurdistanê(HK) rêzdar
Mesûd Barzanî careke din balê dikişîne ser
pêwîstiya vê „lihevhatinê“ û weha dibêje: „min
li ser asta kesane, 37 kes ji famîla xwe, û 8
hezar kes ji eşîretê, û 182 hezar ji netewê,
winda kirine, lê hîn jî ez daxwaza lihevhatinê
dikim“
(
http://www.elaph.com/ElaphWeb/AkhbarKhasa/2007/3/214862.htm
)
Ev çanda lihevhatinê, ku serok Barzanî li Îraqa
nuh, yek ji mezintirîn pilandanerên wê ye, bê
guman, çanda avakirin û çareserkirinê ye.
Lê „Kurdistana Şêxanê“, ku bi Kurdî hate
terorkirin û Allah-û-ekberkirinê, da eşkerkirinê,
ku Kurdistan jî, kêm-zêde, hîn li derveyî wê
ferhenga hêvîkirî/ferhenga toleransane, û li
derveyî wê lihevhatina welatperwerane/
lihevhatina Kurdistan û Kurdistan, dijî.
Kewate, Kurdistan jî, wek aliyên din yên Îraqa
ku bi dêv ve çûye heriya „Allah-ûekberçiyên nuh“,
hîn dikare ji hundirê bi Kurdî û bi destên heman
hundirî, bi dêv ve biçe heman herî, heman
Allah-û-ekberkirin û heman terorkirinê.
Li ser asta Kurdistanê, mirov dikare lihevkirina
PDK û YNK(22.01.06), ku di serencamê de, „Hewlêr“
û „Silêmanî“, di hikûmeteke yekgirtî de, hatin
kêleka hev, wek destpêka rêyalîzekirina vê çanda
„lihevhatinê“, li qelem bide.
Ligel ku li ser asta dîroka pecvçûnên herdu
partiyan, ev gaveke mezin bû, ber bi „lihevhatinê“
ve, lê bi ya min, hîn jî mirov dikare wê
rêkkeftinê, ji lihevhatinê bihtir wek „lihevkirinê“,
bi nav bike. Datayên vê rêkkeftinê wisa dibêjin.
(binêre:
http://www.krg.org/articles/article_detail.asp?LangNr=14&RubricNr=114&ArticleNr=8876&LNNr=35&RNNr=69
)
Lewre, paş rêyalîzekirina wê rêkkeftinê, mirov
dikare basa Herêma Kurdistanê, wek Kurdistaneke
„lihevkirî“, ku navê „nîv-lihevhatinê“ ye(belkî
li ser hin astên din, navê hindek-lihevhatinê be),
bike.
Kewate, mirov dikare Kurdistana halê hazir,
lihevkirî, wek Kurdistaneke ku hindekî bi
Kurdistanê re li hev hatibe, bi nav bike: Partî
hindekî bi partiyan re, ol hindekî bi olan re,
Kurd hindekî bi Ne-Kurdan re, û Kurd hindekî bi
Kurdan re, li hev hatine.
Bûyerên Şêxanê, ku Êzîdî, li seranserî wan, hem
wek ol, bîr û bawerî, û hem jî wek kultûr û
civak, bi rojan, di bin gefên Allah-û-ekberçiyan
de man, nîşaneke herî berz û berbiçav e, ji
nîşanên vê Kurdistana lihevkirî, û hinedekî- yan
jî nîv-lihevhatî.
Yek ji taybetmendiyên herî balkêş, di bûyerên „Kurdistana
Şêxanê“ de, ew bû, ku vê carê teror û terokirin
olperestane, bi Kurdî, Kurd û Kurd, û li
Kurdistanê bixwe bû.
Wek ku dîmenên vîdyoyî dan selimandinê, terora
li „Kurdistana Şêxanê“, li jêr duruşm û têrmên „cîhada
îslamî û Allah-û-ekberî“, yekser, li dijî
Êzîdiyên „kafir“, belav bûye.
Lewre, qet xwendinek ji wê teror û terorkirinê
re, nikare li derveyî Islama wê deverê, Islama
di wan bûyeran de, û herweha Kurdên devera wê
Islamê, were kirin û lidarxistinê.
Kewate, her xwendinek ji wan bûyeran re, pêwîst
e ku di xwendina Islama wan bûyeran re, ku Êzîdî
„kafir kirin“, û herweha di Kurdên Şêxana wan
bûyeran û Kurdistana wan bûyeran re, ku Kurdên
xwe „yên resen“, teror kirin, derbas bibe.
Û li vir, pirsa herî giring, xwe raberî „Kurdistana
Şêxanê“, ku aliyek ji Kurdistana „azad“ e, dike:
Aya Islama wan bûyeran Islameke bi Kurdî û
hundirî bû yan Islameke li derveyî Kurdan û
Kurdistana wan bû?
Gelo cîhada ku „Kurdistana Şêxanê“ bir teror û
Allah-û-ekberkirinê, cîhadeke bi Kurdî û ji
hundirê Kurdan û Kurdistanê bû, yan cîhadeke li
derveyî wan bû?
Aya „Allah-û-ekberçiyên“ ku di wê terorê de,
sadîstiya bi Kurdî, li Kurdên Êzîdî û malên
Xwedayên wan, yên Kurdistan û Kurdistan û xurû
bi Kurdî, belav kirin, ne Allah-û-ekberçîne bi
Kurdî, û ji wî hundirê Kurdistan û Kurdistan û
bi Kurdî bûn?
Li gora rûdanên wan bûyeran û herweha dokûmentên
ku heta aneha di derbareyê wan de, hatine
belavkirin û ragihandinê, her tiştî, mixabin, bi
Kurdî, li jêr gefxwendinên cîhadîst û
Allah-û-ekberçiyên bi Kurdî, û li Şêxana bi
Kurdî, ku aliyek ji wê Kurdistana „azad“ û bi
Kurdî ye, rû daye.
Yek ji taybetmendiyên herî balkêş, di wan
dîmenên terorane de, ku bi sadîstiyê diniqutin,
ew e, ku teror „cemawerî“ ye.
Di dîmenên vîdyoyî de, ku heta aneha, tenê di
malperên Êzîdiyan de, internet û internet, çûne
belavkirinê(ev jî jixwe, ciyê pirseke bi Kurdî û
mezin e!!! ), eşkere diyar dibe, ku zarokên
9-salî li kêleka mezinên xwe, beşdarî
belavkirina teror û sadîstiyê, li kolanên „Kurdistana
Şêxanê“, bûne.
Kewate, sadîstî, teror û terorkirin di wan
dîmenan de, ne tenê bi „cîhada
Allah-û-ekberçiyên mezin“, belê ew bi „cîhada
zarokên Allah-û-ekberiyane“ jî(ku temenê wan li
derdorên 9 salan û pêde ye), hatine lidarxistin
û destekkirinê.(Tenê bo nimûne, li van dîmenên,
ku tê de, zarokên bi Kurdî, li kêleka mezinên
xwe, beşdarî belavkirina teror û sadîstiyê, li
Kurdistanê, bûne, binere:
http://www.dasin.net/tv/index.php
outlink=http://www.ezidyati.com/shekhan_videos/del2/shexan10.wmv
Ev dîmenên terorane, eşkere, bê gotinên hazir ji
„ferhenga belkî, dibe ku, lê, eger…), didin
eşkerkirinê, ku teror bi Kurdiyeke petî û
cemawerane bûye.
Kewate, dîmen dibêjin, ku terora „Kurdistana
Şêxanê“, ji hundirê Allah-û-ekberiyane û
cemawerane, û bi heman hundirî, çûye lidarxistin
û belavkirinê. Lewre, li wê Kurdistanê, ku tê
terorkirinê, „Allah-û-ekberçiyên“ wê, yên bi
Kurdî û zarok bi qasî yên mezin in.
Gelo ev nîşana Kurdistaneke çawa ye, ku zorok bi
Kurdî, di bûyerên wisa de, bi qasî mezinên xwe,
diçin Allah-û-ekberkirin, sadîstîkirin û
terorkirinê?
Aya di ferhengeke wisa Allah-û-ekberiyane de, ku
zarok roj bo rojê, pê tên mezinkirinê, kîjan
serok, kîjan partî û kîjan Xwedê, dê garantiyê
bide, ku Kurdistana zarokên Allah-û-ekberkirinên
îro, sibê, nebe camiyeke mezin û „Allah-û-ekberistaneke“
mezin, ku tenê aliyê nimêjkar û nimêjên mezin be?
Taybetmendiyeke din ji taybetmendiyên vê terorê,
ew e, ku li wir, ciyê ku teror, lê diçe
Allah-û-ekberkirinê, „dewleta Şêxanê“ beşdar e.
Tenê bo nimûne, di deqeya(1:22-1:28) de, ji
dîmenên lînka raborî, 5 kesên bi ûnîforma
dewletê(polîs, asayiş…), wek gurûpekê, di nav wê
terora cemawerane re, derbes dibin.
Derbasbûna wan(ku li ber çav û guhên wan, gefên
wek „em dê Êzîdiyan qir bikin“, tên
Allah-û-ekberkirin û xwarinê), dide nîşadan ku
dewlet li wir e, û ne li wir e: Dewlet li wir e,
ku teror tê lidarxistinê, lê mîna ku ew ne li
wir e jî, çimkî hewl, wek dewlet, di wan dîmenan
de, qet nayên dayinê, ku rê li ber wê terora
Allah-û-ekberiyane, were girtinê.
Ev jî tê wê wateyê, ku eger „ferhenga
Allah-û-ekberî“, li ser asta mentiqê Kurdistana
„teyorî“, ferhengeke „biyanî“ be(yan jî pêwîst e
ku were biyanîkirinê), lê ew li ser asta mentiqê
hindekî ji Kurdistana berdest(Kurdistana Şêxan
bo nimûne), ferhengeke bi Kurdî, navxweyî,
hundirî û xwemalî ye.
Kî bixwaze yan jî nexwaze, bibîne yan jî nexwaze
bibîne, ferhengeke ji Allah-û-ekber heta bi
Allah-û-ekber, mîna pareke mezin ji cîhana
misilman, kêm-zêde, derbasî nava pareke mezin ji
Kurdistanê û hin Kurdên wê jî, bûye.
Ji van bûyeran û hin bûyerên berê, ku li
Kurdistanê qewimîne, diyar dibe, ku Islama
cemawerane û tundrew(ji bilî Islama siyasî), roj
bo rojê, li hin aliyên bi Kurdî jî, Kurdistan û
Kurdistan, bi hêz, xwedanşêx, xwedanmirîd,
xwedanalav û xwedanferheng, dibe.
Herwekî tê zanîn, demografiya Şêxanê wek
navçeyeke mozayîkane, ji Misliman, Fileh û
Êzîdiyan(ku li wir, pirranî ne), pêk tê.
Li gora mentiqê civaka sivîl, ku „sivîliyatiya“
Kurdistanê, her koneferens, banga wê hildide,
gereke her pêkhatiyek ji van pêkhatiyên navborî,
bikaribe azadane, beşdarî demên bilind, cihên
bilind, û navên bilind, yên Xweda û pêxemberên
xwe, yên bilind, bibe.
Lê rêyalîteya ferhengî û kultûrî, bi qasî ku
Şêxan dibêje, mixabin, ne wisa ye.
Ev rêyalîte dibêje, ku pareke mezin ji
Misilmanên wê deverê hewl dide, roj bo rojê, ku
„Şêxaneke Misilman“, li ser Şêxanên din yên „Ne-Misilman“,
bi darê zorê, ferz bike.
Ferhenga „rojiya Remzanê“, ku tevaya kolanên
Şêxanê, li seranserî wê mehê, mecbûrî
rojîgirtinê dike, nimûneyeke zindî û balkêş e,
di vê derbareyê de.
Her çavdêrek yan jî rêwiyekî normal, ku rojekê
li rojiya Remezana „Kurdistana Şêxanê“, bûbe
mêvan, dê têhilde, ku çanda rojîgirtin û „rojîferzkirinê“,
li wê deverê, çendîn tîr û tundrew e, mîna ku
Şêxan hindek „Saûdî Erebistan“, lê ne hindek
Kurdistan be.
Di Şêxana rojiya Remezanê de, her kes û her der,
li jêr fişara „qanûna xurtan“(qanûna „dînê xurt,
Xwedayê xurt, pirtûka xurt û pêxemberê xurt“),,
mecbûrî wê rojiya „xurt“ e: kolan bi rojî ne,
bîroyên dewletê bi rojî ne, xwaringeh û
vexwaringeh bi rojî ne...htd.
Bê guman her kes azad e(yan jî gereke wisa be),
ku rojiyê kengî, çawa, ji bo çi û ji bo kî
bigire.
Pirsa ku ez dixwazim li vir, li dar bixim, ne
pirsa rojîgirtinê, lê pirsa „rojîferzkirinê“ ye.
Li herêma Şêxanê, ji kêmanî 3 rojî yan jî 3
çandên rojîgitina cihêwaz, bo 3 Xwedayên cihêwaz,
hene.
Pirsa ku li vir dikare were kirinê, ev e:
Gelo ew kîjan „qanûn“ e, ku rê dide rojiya
Remezanê(wek nimûne), daku bibe rojiya herî „
xurt û totalîtêr“, ku „rojiyên yên din“, mecbûrî
ferza Xwedayê xwe, bike?
Eger pirs bibe pirsa „rêzgirtinê bo baweriyên
yên din“, aya çima heman „rêzgirtina bi zorê“,
ku gereke bo „Remezanê“ were girtinê, bo rojiyên
Xwedayên din jî, nayê berbiçavkirinê?
Aya haya „qanûn û yasayên“ Hikûmeta Herêma
Kurdistanê(HHK), ji vê „rojîferzkirina“ bi darê
zorê, tune ye, ku rê bi qanûneke sivîl, li ber „çanda
bi zorê“, bigire?
Li gora prînsîpên Kurdistana „azad“, ku
konferens û konferens, „azadiya li hewa“,
dibezîne(wek ku çawa rewşenbîrên wê jî, sînorên
heman „azadiyê“, dibezînin!!!), mafê ti kesî û
ti gurûpê tune ye, ku ferhenga xwe li ser
ferhengên yên din, bi darê zorê, ferz bike.
Lê li „Kurdistana Şêxanê“,bi qasî ku bûyerên wê
yên terorane, nîşan dan, ji bilî hemwelatiyê
serdest û hemwelatiyê bindest, ola serdest û
olên bindest hene, rojiya serdest û rojiyên
bindest hene û Xwedayê serdest û Xwedayên
bindest jî hene.
Kewate, li „Kurdistana Şêxanê“(wek nimûne)
ferhengeke hundirî û xwemalî, ku dikare wek
bineretiya sosyopsîkolojî, ji hindek „kwînerên“
wê deverê re, were destnîşankirinê, heye.
Li ser asta Kurdistana hundir(Şêxan bo nimûne),
ferhengeke xwemalî, ku dikare hîn Şêxanên dîtir,
bibe qewimandin û Allah-û-ekberkirinê, heye.
Ev ferhenga ku hewl dide, roj bo rojê, wek
ferhengeke Allah-û-ekberiyane û „navendî“, belav
bibe, di van dehsalên dawiyê de, êdî ne
ferhengeke xerîb û li derveyî Kurdan e.
Ji ber ku ev çanda „siwarkirî“, li kar û amade,
çandeke xwemalî û hundirî ye, lewre binavkirin û
destnîşankirineke hundirî, xwendineke hundirî,
analîzekerineke hundirî û çareserkirineke
hundirî, li ser asta Kurdistana hundir, û
hikûmet, parleman û serokatiya wê ya hundir,
rojekê berî roja din, tê xwestinê.
Lihevahatina Kurdistanê gereke were şûna
lihevkirin û parvekirina wê.
Min berê jî destnîşan kir, ku „lihevhatineke
hindik“ di rêya „rêkkeftina PDKê û YNKê“ de, li
Kurdistanê, rû daye. Lê ev ne bes e. Ev hîn jî
rêkkeftina „lihevhatineke hindik“ e, beramberî
kwînêra Kurdisanê, ku roj bo rojê, pirrtir dibe.
Lewre, ji ber vê „lihevhatina hindik“ ya
Kurdistana „kwînêrpirr“, pêwîst e, berî her
tiştî, her kes li her kesî, û her tişt li her
tiştî, Kurdistan û Kurdistan, mikur were.
Bi gotineke din, rêya lihevanîna mukum a
Kurdistana „lihevkirî“ û „parvekirî“, di çanda
lixwe- û lihevmikurhatinê re, derbas dibe.
Siyaseta „fetîs“, ku her tişt bi wê re, “fetîs”
tê û “fetîs“ jî diçe, êdî, di vê cîhana
ragihandina modêrn û internet û internet de,
nema dimeşe.
Kurdistaneke „fetîs“, di vê dema eşkere û cîhana
eşkere de, êdî ji bo Kurdên eşkere, nema dibe.
Wext wexta Kurdistaneke zelal, desthilatdariyeke
zelal, ferhengeke zelal, Kurdekî zelal,
rewşenbîrekî zelal û hemwelatiyekî zelal e.
Dûmahîk heye
|