|


Filmê DOL ê derhênerê kurd Huner Selîm (Hiner
Saleem) li Berlinale tê pêşkêşkirin
Filmê derhênerê kurd Huner Selîm (Hiner Saleem)
ê nû DOL dê beşdarî Festîvala Berlînê ya
Navnetewî ya Filman – Berlinale – bibe. Festîval
wê ji 08-18.02.07 lidar keve û DOL jî wê çar
caran di çarçeweya wê de li paytexta Elmanyayê
bê nîşandan.
DOL filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û
çewisandina nasnameya kurdî ye. Ew realîteya tal
a jiyana miletê kurd di rêya wêneyên balkêş û
tije huner de ji temaşevanan re pêşkêş dike. Di
rêya vegotina çîrokeke evînê ya di navbera du
ciwanên kurd de ( Azad û Nazenîn), sînorên
mayinkirî, xewnên ku li vî alî û wî aliyê
sînoran di dilên xwediyên xwe de têne kuştin û
polîtîkayên nijadperest li hemberî kurdan bi hev
re li ber çavan têne raxistin.
DOL herî bêtir bingeha nijadperest a sîstema
kemalîsmê û tundiya Tirkiyeyê li hemberî kurdan
rexne dike. Ev rexnegirtin her ji dîmena
destpêkê ve ji temaşevanan re diyar dibe.
Hîn berî ku Berlinale destpê bike û DOL bê
nîşandan, ew ji hêla rexnegirên sînemayê hate
nirxandin û 3 stêrik wek pileya nirxandinê ya
herî baş wergirt.
Mîtosfilm ku şirketeke elmanî ye û belavkira
filmê DOL e, wê ji 26.04.2007an ve destpê bike
DOL di sînemayên Elmanyayê de nîşan bide. Ji bo
vê yekê wê 26.04.07 galayeke mezin li bajarê
Köln bê lidar xistin û wê derhêner û lîstikvanên
DOL jî tê de beşdar bibin.
Dem û rojên nîşandina DOL di Berlinale de:
Çarşem, 14.02, seet 20:00 li CineStar 8 (wergera
ingilîzî)
Pêncşem, 15.02, seet 22:15 li Cubix 9 (wergera
elmanî)
În, 16.02., seet 15:30 li Arsenal 1 (wergera
elmanî)
Şemî, 17.02, seet 16:30 li Delphi Filmpalast (wergera
elmanî)
Zimanê DOL kurdî ye û ew bi jêrwergera ingilîzî
û elmanî tê nîşandan
Buhayê bilêtên derbasbûnê 7 EURO ye.
DOL
Filmeke derhênerê kurd
HINER SALEEM (Huner Selîm)
35mm/2006
Herêma Kurdistan/Fransa/ Elmanya
Berhemeke HS Productions û mîtosfilm
belavkirin:
mîtosfilm
Gabelsberger Straße 16, 10 247 Berlin - Germany
Tel : 0049 30 54 71 94 62 Fax : 0049 30 54 71 95
08
info@mitosfilm.com -
www.mitosfilm.com
STAB Û BEŞDAR
Derhênan û sînaryo Hiner SALEEM
berhemhênan HS PRODUCTION
Co-Production MITOSFILM – Mehmet Aktas
Birêvebirê berhemhênanê Sivan SALIM
Kamîra Andreas SINANOS
Deng Behmen ERDELANI
Dîkor Saman SABUNCI
Cil Belçim BILGIN
FX Haji TAJIK
Montaj Dora MANTZOROS
/ Bonita PAPASTATHI
Montaja deng Emmanuelle LALANDE
BEŞDAR
Azad Nazmî KIRIK
Taman Belcim BILGIN
Ehmed Omer CIAW SIN
Jekaf Rojîn ULKER
Tarik AKREYÎ
Ciwan HACO
Çeto Abdullah KESKÎN
Nazenîn Sipel Dogu Lesar ERDOGAN
Bi piştgiriya:
Hikumeta Herêma Kurdistan- Iraq
Serokwezîr Nêçîrvan BARZANÎ
Wezareta Rewşenbîriyê ya Kurdistanê
Kurdistan TV
WCF Verleihförderung
|