|
Brahîm Mehmûd
Dibe ku tu guleyekê di serê xwe de berdî
Ku tu xwe bi agirekî bişewitînî
Ku tu xwe di aveke kûr û xurt werkî
Lê tucarî nabe
Ku tu bi gula xwe zimanê mirovan li ser xwe dagerînî
Ku tu ariyê di pey xwe re nehêlî
Ku tu avê li ser xwe zelal bikî
*****
Dibe ku tu bikenî an bigrî
Ku tu xwar an rast bimeşî
Ku tu deriyê xwe bigirî weke tu dixwazî
Ku tu dengê xwe hildî an nizim bikî
Lê tucarî nabe
Ku tu bi ken an bi giriyê xwe nêzîkî mirovan bibî
da ku dilê xwe ji te re vekin
Ku tu di meşa xwe de ew bi xwe bî
Ku deriyê te ji ber nekin bi pirsên xwe
Ku guhê xwe bispêrin te weke tu dixwazî
*****
Dibe ku tu li xwe xînî li gorî hestekî
Ku tu biqîrî ta tu bixwazî
Ku tu serê xwe li dîwaran xî
Lê tucarî nabe
Ku te ji te navcî bikin da ku tu rawistî
Ku bi hewara te ve bên li ser dengê te
Ku serê te derman bikin û ber dilê te bidin
*****
Dibe ku tu nivîskarekî di ser xwe re bî
Ku tu xwediyê topa mezin bî
Ku tu canbazekî poz bilind bî
Lê tucarî nabe
Ku tu mirovan bavêjî pişt xwe
Ku tu mirovan bi topan şiyar bikî
Ku tu xwe berdî dilê mirovan bi bendên xwe
*****
Dibe ku tu bibêjî ez û ne kesekî din
Ku tu xwe bi nav bikî
Ku tu xwe li riyekê rast bigrî
Lê tucarî nabe
Ku tu bê kesayetî ta ezîtiyê ji xwe re bihêlî
Ku navê te, te ragirî
Ku tu tenê riyekê bi xwe bigrî
|