rojava@rojava.net

 
   


 

rojava.net 04.11.2005

 

 

2 kurteçîrok
Cubran Xelîl Cubran
Wegrer: Besam Mustefa


Deryayên din

Masiyekî ji birayê xwe re got : "Li ser vê deryaya me, deryayeke din heye, deryayeke ku afrîderên neyekesan tê de dijîn û avjeniyê dikin wek ku çawa em li vir dijîn û avjeniyê dikin."
Gava birayê masî ev jê bihîst lê meyzekir û bi hêrs jê re got:" Ê tu xurifî yî! Tu xurifî yî! Erê xoşewîsto ma tu nizanî ku çi afrîderê ku bosteke tenê ji deryaya me derkeve û li derve bimîne, di cî de dimire?
Vêce, ka çi behane li nik te heye ku tu dibêjî afrîderên din jî di deryayên din de jî hene?"

Poşmanî

Di şeveke reşa tarî de, zilamek kete bexçê hemxakê xwe. Di bexçe de zebeşê herî mezin û giran dizî û rahiştiyê û ber bi mala xwe ve çû .
Zilamê me çilo giha mal bilez zebeş şikand lê –mixabin – zebeş kal derket ..Gava wî zilamî zebeş wiha dît wijdanê wî lebitî û bêvila wî şewtî.!
Zilam pir di nava xwe de poşman bû çima wî ew zebeş diziye ..çima wisa kiriye ..ji boyî çi?!!.

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin